• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Nobeta li ser sînorê Pirsûs û Kobanê didome: Êrişên ser Rojava qebûl nakin

Riha / AW

26 KANÛN 2024 - 16:20
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Riha – Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Pirsûs-Kobanê de axivî û wiha got: “Weke gelê Kurd em van êrişên ser Rojava qebûl nakin. Em ê xwedî li jiyana li wir derkevin.”

 

Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma paramîlîter a SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Pirsûs a Rihayê û Kobanê hatiye destpêkirin, di roja 4an de didome. Çalakî, bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin. Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Riha, Dîlok, Amedê, aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û gelek kes tev li bûn. Çalakî bi stranên Kurdî û gerandina govendê domiya. Piştgiriya bi nobetê re her ku diçe zêdetir dibe.

Di çalakiyê de pankarta “Rojava rûmeta me ye”, wêneyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin û dovîzên “Rojava xeta me ya sor e” hatin hilgirtin û daxuyanî hate dayin.

‘Dê berxwedana li dijî êrişan bidome’

Hevseroka Komeleya Alîkarî, Piştevanî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Xaka Qedîm Windakirina re (KATDER) Fatma Akbaş di daxuyaniyê de got ku ew ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine ser sînor û dê berxwedana wan a li dijî êrişan bidome.

‘Dilê me bi Rojava re ye’

Hevserokê DEM Partiyê yê Farqîn a Amedê Niyazî Soner jî berxwedana hevpar a li dijî êrişên sala 2014’an ên li ser Kobanê bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Digotin ‘Kobanê ha ket ha dikeve.’ Heke Kobanê wê rojê neketibe dê îro qet nekeve. Dilê me bi Rojava re ye. Kobanê Farqîn e, Farqîn Kobanê ye.”

Hevseroka DEM Partiyê ya Dîlokê Zozan Ayhan jî got “Gelê Kurd aştiyê dixwaze” û anî ziman ku dê li dijî êrişan li ber xwe bidin.

‘Em ê xwedî li jiyana Rojava derkevin’

 

Mehmet Ocalan

Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan jî da zanîn ku Tirkiye li gorî xwe hincetan çêdike û êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Mehmet Ocalan, wiha domand: “Banga me ji bo Tirkiyeyê ye; Rojava heta niha yek gule bernedaye Tirkiyeyê. Tirkiye dixwaze gelên li wir ji holê rake. Tirkiye jiyana li wir hedef digire. Em Kurd êrişên ser Rojava qebûl nakin. Li Rojava gelek nasnameyên cuda dijîn. Divê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Em ê xwedî li jiyana li wir derkevin. Heke Tirkiye çareseriyê bixwaze ji ewil divê ji bo pirsgirêka Kurd çareseriyê peyda bike.”

Daxuyanî bi çepik û dirûşma “Rojava neket dê nekeve” bi dawî bû.

Etîket: DBPDEM PartîKobanêMehmet OcalanNobeta ser sînorPirsûsTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Partiyê qurbaniyên 6-8ê Cotmehê bi bîr anî

DEM Partiyê qurbaniyên 6-8ê Cotmehê bi bîr anî

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

19 ÎLON 2026
Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

18 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne