• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Nobeta li Nisêbînê di roja 10’an de didome

Navenda Nûçeyan /AW

22 KANÛN 2024 - 14:55
Kategorî: ROJANE
A A
Nobeta li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê ku ji aliyê TJA, DBP û DEM Partiyê ve hatiye destpêkirin di roja 10an de berdewam dike. Girseyê di çalakiyê de rojnamevan Cîhan Bîlgin û Nazim Taştan ên di êrîşa SÎHAyan de hatin kuştin bibîr anîn.

Çalakiya li ser sînorê Nisêbîn- Qamişloyê ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşîne, di roja 10emîn de didome. Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek welatî beşdarî nobetê bûn. Di roja 10emîn a nobedê de Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê piştgirî dan çalakiyê. Bi pankarta “Li Rojava sûcê mirovahiyê heye, em qebûl nakin” û dirûşmeyên “Rojava dimeşe erd û ezman diheje” ketin qada nobetê. Li ser navê heyetê Berdevkê Demkî yê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê Firat Ergul daxuyanî xwend.

‘Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi bîr anîn’

Firat Ergul anî ziman ku ya ku di êrîşan de hatiye hedefgirtin modela jiyana demokratîk a Rojava ye û got, “Bi êrîşên hikûmeta AKPê û çeteyên di bin parastina wê de li dijî gelê Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên, bi SÎHAyan cihên sivîlan bê ser û ber bombebaran dikin. Di êrîşên ku gelek sivîl hatin kuştin de rojnameger Nazim Dastan û Cîhan Bîlgîn hatin kuştin. Kuştina rojnamevanan ên ku bûyerên li herêma Kobanê ji qadê ragihandine, encama hêrs û tirsa li dijî xebatên rojnamevaniyê ye ku rastiyan radigihîne û rastiyê radixe ber çavan. Di van êrîşên qirêj de hem li dijî gelê Kurd, hem jî li dijî destkeftiyên wan û eşkerekirina heqîqetê şer tê meşandin. Rojnamevanên ku dihatin hedefgirtin bi salan e der barê geşedanên li herêmê de raya giştî agahdar dikirin. Ev êrîş di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê û hiqûqa gerdûnî de ne. Em Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ku ji ber nûçeyên li ser bûyerên li herêmên Qerekozax û Tişrînê hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin. Em qetilkirina van her du kedkarên hêja yên çapemeniya azad şermezar û lanet dikin.”

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin

TJA ji bo rojnamevanan meşiyan

Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo rojnameger Cîhan Bîlgin û Nazim Daştan ên bi SÎHAyên Tirkiyeyê hatin kuştin li Mîdyatê meşiyan. Jinên li Kolana Cumhuriyetê ya li Mîdyada Mêrdînê hatin gel hevdu bi wêneyên Nazim û Cîhanê ber bi Mala Şînê ya Hacı Îsa Arslan meşiyan. Li dijî astengkirina polîsan girseyê dirûşmên “Çapemenîya azad rûmeta me ye”, “Şehîd na mirin”, “Nazim û Cîhan rûmeta me ne”,”Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin” berz kirin û derbasî çalakiya rûniştinê bûn. Di berdewamiya çalakiyê de polîsan barîkat vekir, jinan mil bi mil jî meşa xwe berdewam kirin. Rojnamevan Oznur Deger bertek nîşanî polîsan da. Di dema aloziyê de Oznur Deger ji polîsan re got, “Hûn ê bi hêza îradeyê têk biçin. Faşîzm wê winda bike.”

Piştî meşê girse li ber mala şînê ji aliyê malbat û xizmên Cîhan Bîlgîn ve bi dirûşma “Şehîd namirin” hat pêşwazîkirin. Li mala şînê sersaxî xwestin û axaftin hatin kirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz, diyar kir ku rojnamevanan dema wezîfeya xwe dikirin hatin kuştin û got, “Ew şopdarên Nagihan û Apê Mûsa bûn. Em ê şopdarên wan bin.”

Piştre rojnameger Oznur Deger li ser navê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) axivî û got ew ji heqîqeta Nazim û Cîhan hêzê digirin. Piştre TJAyê bi pankarta “Em ê tekoşerên heqîqetê ji bîr nekin” li ber deriyê şînê daxuyanî da. Li ser navê TJAyê Gulistan Sarili axivî û got ew welatî demokratîk û aştî lê heye dixwazin. Her wiha got divê tecrîd bi dawî bibe.

Piştre endama TJAyê Hatîce Oncu axivî û got, “Penûsa heqîqetê nayê bêdengkirin” û sersaxî ji malbatê re xwest.

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû.

 

Etîket: Cîhan BîlginNazim DaştanNisêbînnobetQamişloSînor
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Xwendekaran ji Qamişlo bang kir: Em daxwaza sererastkirina biryara hînkirina zimanê Kurdî dikin

Xwendekaran ji Qamişlo bang kir: Em daxwaza sererastkirina biryara hînkirina zimanê Kurdî dikin

31 TEBAX 2026
Li Nisêbînê girtina bi angaşta ‘endamtiya rêxistinê’

Li Nisêbînê girtina bi angaşta ‘endamtiya rêxistinê’

31 TEBAX 2026
Li Nisêbînê bîranîna şehîdan di roja 3yemîn de didome

Li Nisêbînê bîranîna şehîdan di roja 3yemîn de didome

29 TEBAX 2026
Roja duyemîn a bîranîna şehîdên Nisêbînê dawî bû

Roja duyemîn a bîranîna şehîdên Nisêbînê dawî bû

28 TEBAX 2026
Li Nisêbînê roja yekemîn a bîranîna şehîdan bi dawî bû

Li Nisêbînê roja yekemîn a bîranîna şehîdan bi dawî bû

27 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne