H. Halît Alaçati di nivîsa xwe ya Rojnameya Azadiya Welat de bi bîr xist ku hefteya bihûrî civînek girîng li Îmraliyê pêk hat û wiha got: “Ev civîn di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de xwedî risteke girîng bû. Ji ber ku nêzî du mehan bû, hevdîtin pêk nedihat. Dewleta di bin îktîdara AKPê cardin vegeriya pêvajoya tecrîdê. Lê hefteya borî hevdîtin pêk hat. Baş e, sedema vê tecrîdê çi bû û hevdîtin çima pêk hat?”
Nivîskarê Rojnameya Azadiya Welat nivîsa bi sernavê, “Li Îmraliyê çi nîqaş kirin?” nivîsand û bal kişand ser hevdîtina krîtîk a li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk hat û Pêvajoyê. Azadiya Welat ev nivîs kiriye manşetê rojnameyê ya vê hefteyê.
Nivîsa bi sernavê “Li Îmraliyê çi nîqaş kirin?” bi vî rengî ye:
“Li gorî agahiyên ji çavkaniyê di nav vê pêvajoyê de cih digirin, Rêber Apo bi heyeta dewletê re muzakereyek kiriye û di meha Nîsanê de mûtabakatek derket holê. Li gorî mûtabakatê diviyabû dewletê pêşnûmayek amade bikira û radestî heyeta DEM Partiyê û Rêveberiya Tevgera Azadiyê bikira. Pêşnûmayên DEM Partî û dewletê dê ji hêla lijneyan ve bihata muzakerekirin û li gorî lihevkirinê pêşnûmeyan dê di meha Gulanê de wekî zagona çarçoveyî ji Meclisê derketibûya.
Lê dewlet li ser soza xwe nesekinî. Her carê hincetek peyda kir û pêşnûma radestî heyeta DEM Partiyê nekir. Ji ber vê yeke pêvajo hate asta xitimînê. Li gorî çavkaniyê di nav pêvajoyê de her çiqas heyeta dewletê hincetên wekî, ‘hêj pêşnûma temam nebûye’ û ‘hind derdorên di nav dewletê de hêj îkna nebûyîn hene’ hatibin nişandan jî esas sedem cuda bûn.
Li gorî çavkaniyan sê sedemên vê tecrîdê ku di heman demê de pêvajo dixitimandin, hebûn. Yek: Ev pêvajoyeke muzakere û têkoşînê ye. Dewlet her çiqas li aliyekê mûzakereyan bimeşîne jî hewil dide ji pêşketinên derveyî fayde bigire û deste xwe xurt bike. Heman tişt ji bo Rêber Apo û Tevgera Azadiyê jî derbasdar e. Ev pêvajoyeke têkoşîn û muzakereyê bi hev re dimeşin. Di vê çarçoveyê de îktîdar li benda lûtkeya NATOyê bû. Hêvî dikir ku hind soz û peymanên destê wê xurt bike ji lûtkeya NATOyê derbixe û li gorî wê pozîsyonê bigire.
Dido: Şerê DYA, Îsraîl û Îranê jî faktorek din bû. Tirkiye ji vî şerî gelek ditirs e. Bi fikar e ku kurd ji rewşa di encama vî şerî de derkevin holê fayde bigirin. Piştî agirbest û peymana di navbera Îran û DYAyê de hinek xwe rihet hîs kir û xwest pêvajoyê li gorî berjewendiyên xwe dirêj bike û vê yekê mîna şantajekê bikar bîne.
Sisê: Xaleke din jî helwesta Rêber Apo bû. Dewletê her çiqas çûyîna gel Rêber Apo asteng kiribe jî di dema borî de hevdîtin meşandine. Li gorî çavkaniyan di van hevdîtinan de dewletê xwestiye ku di çarçoveya pêşnûmayê ya di meha Nîsanê de li ser mûtabakat hatiye çêkirin de hind guherînan pêk bîne. Xwestiye Rêber Apo, rêveberiya Tevgerê û hejmareke girtiyên azadiyê bi hinceta civak amade nîn e, li derveyî zagonê bihêle. Li gorî çavkaniyan ji ber ku Rêber Apo ev kategorîzekirin red kir, xitimîn derket holê.
Baş e, çi bû cardin hevdîtinan dest pê kir? Li gorî çavkanî ji ber ku tu pêşketin li gorî hesabên dewletê pêşneketin. Dewletê qey digot şerê DYA û Îranê qediya lê wisa nebû. Şer cardin dest pê kir û xuya dike wekî meseleyeke kronîk dê berdewam bike. Li bendê bû ku di lûtkeya NATOyê de rol û mîsyoneke nû bigire lê ev yek jî derneket holê. Bi tecrîd û şantajê hêvî kir ku di mutabakata heyî de guherîn çê bibin lê rastî reddiye û rest kişandina Rêber Apo hat. Di encama vê rewşê neçar ma ku zagona çarçoveyî bîne rojeva Meclisê.
Li gorî çavkanî hevdîtina dawî bi pêkhateyeke berfireh pêk hat. Rêber Apo bi sekteryaya xwe, heyeta DEM Partiyê û heyeta dewletê bi saziyên têkildar re tev li hevdîtinê bûn. Di encama nîqaşeke pênc saetan dom kir de li ser zagona çarçoveyî lihevkirinek derkete holê. Hate ragihandin ku Rêber Apo li gel hemû kêmasiyan jî ev çarçove wekî vekirina deriyê çareseriya pirsgirêka kurd û demokrasiyê nirxandiye.
Çavkaniyan ragihand ku li gorî mûtakabatê divê pêşnûmaya zagonê di demek kin de bi DEM Partiyê re bê parvekirin û li gorî pêşnûmaya DEM Partiyê ji amadekirî, bê temamkirin. Piştre hefteya pêşiya me li Jêrkomîsyonên TBMMyê bê nirxandin û li Lijneya Giştî bê nîqaşkirin û derxistin.
Bi zagonê divê lijneyên pêwist ên pêvajoyê bimeşînin, bên zagonîkirin. Di van lijneyan de li aliyekê saziyên têkildar ên dewletê û li aliyê din jî Rêber Apo û kesên wezîfedar kirin dê cih bigirin. Ev lijne li gorî makezagona Tirkiyeyê êdî dê aşkera pêvajoyê bimeşîne. Kar û barên heta niha fîîlî dihatin meşandin êdî dê bi awayek zagonî bên meşandin. Lijne dê li aliyekê mijara çek danînê û li aliyê din jî zagonên pêwist ên demokratîkbûnê derbixin.
Li gorî zagona çarçoveyî hemû zagonên dijberî gelê kurd û têkoşîna azadiya gelê kurd hatine derxistin û xebitandin ên wekî TMK dê bên guherandin. Ev zagon di serî de Rêber Apo û hemû rêveberên Tevgera Azadiyê, endamên tevgerê, welatparêz, partîzan û îtîfaqên Tevgera Azadiyê bigire nav xwe. Bi awayek merhaleyî yên di girtîgehan de dê serbest bên berdan, yên li derveyî welat û çiya bikaribin vegerên Tirkiye û bakurê Kurdistanê û tev li siyasetê bibin.
Mexdûriyeta hemû kesên bi boneya alîgirî, alîkarî û têkiliya bi Tevgera Azadiyê re rastî êrişên faşîzmê hatine, ji kar hatine avêtin, mal û milkê wan hatiye desteserkirin jî dê li gorî zagonan bê pêşwazîkirin.
Rêber Apo piştî derketina zagonê dê bi awayek aktîv pêvajoyê bi rê ve bibe. Bi boneya ku Rêber Apo dê di çarçoveya zagonî de li gorî şert û mercên nû sekreteryaya xwe ji nûve ava bike û siyasetê bike. Li ser vî esasî li gorî nexşeriya Rêber Apo derxistî, zindan, dîaspora û welat di nav de tevlibûna siyasetê ya pêkhateya Tevgera Azadiyê dê teşe bigire.
Bêguman derxistina zagona çerçoveyî tenê pêngavek û aliyek pêvajoyê ye. Aliyeke esasî jî zagonên ku dê di bin banê zagona çarçoveyî de bên derxistin e. Ev yek di heman demê de tê wateya zagonên demokratîkbûn ku Rêber Apo gelek caran bal kişand ser. Berî her tiştî zagona rêveberiyên herêmî tê. Bi pêşketina pêvajoyê re zagona azadiya fikir û ramanê, zagona azadiya mafê xwe rêxistinkirinê û zagonên pêşiya demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka kurd vekin dê bên derxistin.
Li gorî çavkaniyan ev zagon hemû pêwistiyên çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê çareser nake. Bi taybetî dema hişmendiya îktîdarê li ber çavan bê girtin hêj gelek fikar hene. Lê wekî deriyek pêşiya demokratîkbûnê vedike, divê girîng jî bê dîtin. Bi taybetî ji bo zagonên demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka kurd pêdivî bi têkoşînek mezin heye. Ji ber ku aliyek pêvajoyên bi vî awayî mûzakere ye û aliyê din jî têkoşîn e. Bi qasî ku têkoşîn bê mezinkirin, rêxistinbûn bê honandin ew qas jî dê maf û azadî bên bi destxistin.”













