• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Naîf Bêzwan: Siyaseta Kurdan nebe yek dê Heleb bibe Helebçe

Mansur Kuyumcu / AW

11 ÇILE 2026 - 10:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Pisporê zanyariyên siyasî û têkiliyên navneteweyî Prof. Dr. Naîf Bêzwan derbarê êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê diyar kir ku li hemberî komkujî û koçberkirina Kurdan, divê Kurd xwedî siyaseteke hevpar bin.

Hezên hikumeta demkî ya Şamê û komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê ji 5ê Çileyê û vir ve bi çekên giran êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê dikin. Komên çekdar li dijî welatiyên sivîl, jin û zarok, mizgeft û nexweşxaneyan bi awayekî hovane êrişên xwe didomînin. Hezên ewlehiyê û şeniyên taxan li dijî êrişan, xwe diparêzin û nahêlin komên çekdar bikevin nava taxên wan. Herçiqas ji aliyê medyaya Tirkiye û hikumeta demkî ya Şamê ve bê gotin ku welatiyên taxê ji taxê derdikevin jî, Meclîsa Taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd bi daxuyaniyan radighînin ku ew li dijî êrişan li ber xwe didin û dev ji taxên xwe bernadin.

Di vê çarçoveyê de pisporê zanyariyên siyasî û têkiliyên navneteweyî Prof. Dr. Naîf Bezwan ji Ajansa Welat re rewşa dawî ya geşedanan nirxand.

‘Ev êrişên jenosîdî ne’

Naîf Bêzwan destnîşan kir ku ev şereke qirêj û total e û got: “Îro li Helebê li hemberî Kurdan û li niştecihên din bi destê rejîma Colanî û alîgiriya Tirkiyeyê ya siyasî, leşkerî û dîplomatîk êrîşên jenosîdî ango komkujî û koçberî hene. Ev şereke total e, ji ber ku êrîş li hember sivîlan tê kirin, gel tê koçberkirin, qirkirina siyasî tê armanckirin û şereke derûnî tê meşandin.”

‘Armanc avakirina rêjîmeke dîktatoryal e’

Naîf Bêzwan da zanîn ku bi van êrîşan li dijî Rojavayê Kurdistanê û HSDê rewşeke nû derket holê û got: “Ev rewş, rewşeke bi metirsî ye û bêguman gelek metirsiyan jî dihewîne. Li ser navê ‘Yekîtiya Sûriyeyê’ ji aliyê rejîma Colanî û aligirên wî ve pêkhateyên Sûriyeyê yek bi yek têne qirkirin, bingeh û mercên pêkvejiyanê têne rûxandin. Lewma jî armanca van êrîşên hovane, li Rojavayê Kurdistanê û li tevahiya Sûriyeyê avakirina rejîmeke dîktatorî û mêtingerî ye. Bi navê yekîtiya Sûriyeyê, dixwazin li ser Rojavayê Kurdistanê mêtingeriyê pêş ve bixin. Bi vê yekîtiyê tişta ku tê xwestin kolonyalîzm û dagirkerî ye, ne tişteke din e.”

Di berdewama axaftina xwe de Naîf Bêzwan got ev êrîş wekî mîladekê ye û wiha pê de çû: “Piştî komkujî û koçberkirina Helebê, li Sûriyeyê mirov dikare bibêje ku beriya êrîşa Helebê û piştî êrîşa Helebê heye. Ji vir û pê de wê diyar bibe ku Sûriyeyê wê ber bi çi ve bimeşe.”

‘Dewleta Tirkiyeyê dixwaze rola Îranê bi dest bixe’

Naîf Bêzwan got ku Tirkiye, di vê dema ku rejîma Îranê ketiye nava pêvajoya rûxandinê de Tirkiye rewşa Îranê wekî fersendekê ji xwe re dibîne. Naîf Bêzwan da zanîn ku Tirkiye dixwaze rola ku rejîma Îran li Sûriyeyê dilîst, bi dest bixe û heman rolê li Sûriyeyê jî pêk bîne û axaftina xwe wiha domand: “Pêwîst e ku aktorên siyasî yên Kurd, li çar perçeyên Kurdistanê bi stratejiyeke hevpar û siyasete hevgirtî bimeşînin û gavên nû bêne avêtin. Ne gavên sembolîk gavên nû. Derbarê van gavên nû de jî divê li her çar perçeyên Kurdistanê û li Dîasporayê gel mobîlîze bikin. Stratejiyeke hevpar bê diyar kirin wê demê mobîlîzasyon û tevgerandina civaka Kurdistanê jî wê hêsan bibe û civaka Kurdistanê jî niha ji vê re gelekî amade ye.”

Di dawiya axaftina xwe de Naif Bêzwan bal kişand ser metirsiya komkujiyê û wiha derbirî: “Em di asteke wisa de ne ku wextê me nema ye. Ji bo Heleb nebe Helebçeyeke duyem, pêwîst e li hemberî komkujî û koçberkirina Kurdan, divê Kurd xwedî siyaseteke hevpar bin û bi awayeke girseyî li her derî dengê xwe bilind bikin. Çarenûs û pêşeroja Kurdan niha li Helebê tê nivîsandin. Divê mirov bi vî awayî nêzî Helebê bibe.”

 

Etîket: Pisporê zanyariyê Prof. Naîf BêzwanRojavaŞêx Mexsûd û Eşrefiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026
Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne