Li konferansa ‘Li Tirkiyeyê Pêvajoya Aştiya Civakî û Mînakên Dinyayê’, muzakerevan û nûnerên navneteweyî Kelly, Zurimendi û Sandino ezmûnên welatên xwe parve kirin û diyar kirin ku divê muzakere tenê bi kesên çekdar re sînordar nemîne û deriyên qada siyasî ji bo hemû dînamîkên civakê bên vekirin.
Konferansa ‘Li Tirkiyeyê Pêvajoya Aşitiya Civakî û Mînakên Dinyayê’ ku Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Eywana Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar xistin, bidawî bû. Di rûniştina duyem de siyasetmedar û fermandara berê yê FARC-EPê Victoria Sandino, Berpirsyarê EH BILDUyê Têkiliyên Navneteweyî û Polîtikayan Igor Zulaika Zurimendi, endamê Meclîsa Jiyanê û muzakerevanê Sinn Feinê Gerry Kelly, Parlamentera Parlamentoya Baskê û Seroka Departmana Têkiliyên Navneteweyî ya EH Bilduyê Jone Goirizelaia û Mûhîttîn Altûn ê piştî 32 sal û 5 mehan ji girtîgehê derketî, axivîn. Hevseroka Giştî ya ÎHDê Oya Ersoy moderotariya rêniştinê kir û mêvanên navneteweyî û navxweyî da nasîn.
‘Aştî bi wekheviyê tê avakirin’
Gerry Kelly li ser pêvajoya Peymana Îniya Baş a 1998an axivî. Gerry Kelly bal kişand ser serhildanên dîrokî û asêbûna dualî ya di şer de û got: “Di wê serdemê de Sinn Féinê û baskê leşkerî fêm kir ku ketine nav girêkekê. Şer gihîştibû asteke wisa ku generalên Brîtanyayê digotin ‘Em nikarin IRAyê ji aliyê leşkerî ve têk bibin’. IRAyê jî fêm kir ku nikare serkeftineke leşkerî bi dest bixe. Ji ber vê yekê me dest bi lêgerîna stratejiyeke nû kir. Li şûna têkoşîna leşkerî me stratejiya xwe guhert.”
‘Aştî ji bo wan nebûna şer bû, ji bo me wekhevî bû’
Di berdewamiya axaftina xwe de Gerry Kelly destnîşan kir ku têgihîştina her du aliyan a ji bo aştiyê ji hev cuda bû û wiha got: “Hikûmeta Brîtanyayê bi aştiyê re eleqedar dibû, lê tenê tiştê ku wan eleqedar dikir nebûna şer bû. Lê aştî tenê nayê wateya nebûna şer, aştî bi dadgerî û wekheviyê tê avakirin. Parçeyekî stratejiya me ya aştiyê ew bû ku em ramana Îrlandayeke Yekbûyî ne bi rêyên şerker, bi rêyên aştiyane pêş bixin.”
‘Mitchell peyman ferz nekir’
Gerry Kelly anî ziman ku di pêvajoya muzakereyan de tevlêbûna jinan û hêsankarên ji derve krîtîk bûn û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Tevlêbûna jinan di vî pêvajoyî de pir girîng bû û Koalîsyona Jinan hat avakirin. Avakirina baweriyê dijwar bû. Di wê serdemê de ji Amerîkayê Senator George Mitchell hat. Mitchell ne ji bo ferzkirina peymanekê, ji bo hêsankirina gihîştina peymanekê xebitî û ji me re digot, ‘Ez nehatime vir ku peymanekê ferz bikim, ez hatime ku alîkariya we bikim’. Ev peymana ku hat îmzekirin ne çareseriyeke tam e, lê derfetek e ku deriyê pêşerojeke aştiyane û siyasî vedike.”
Dûre Igor Zulaka Zurimendi li ser pêvajoya bêçekkirinê (DDR) ya Welatê Baskê û rola civaka sivîl axivî. Zurimendi spasiya kedkarên aştiyê û ÎHDê kir û diyar kir ku ev nîqaş bi xêra têkoşîna gelê Kurd pêkan bûye. Zurimendi bal kişand ser binketina sê pêvajoyên muzakereyê yên borî û got: “Piştî binketinan, me pirsî; ‘ji bo em encamên cuda bigirin, em dikarin çi bikin?’ Me fêm kir ku dema aliyê din naxwaze gavan bavêje, divê em mîna ajotina duçerxeyê, pêvajoyê bixwe hilgirin û bi pêş ve bibin. Me stratejiya xwe li ser tiştên ku em dikarin bi tena serê xwe bikin, ava kir.”
‘ETAyê çekên xwe neda Spanyayê, da gelê Baskê’
Zurimendi destnîşan kir ku hikûmeta Spanyayê her tim hewldanên çareseriyê asteng kirin, lê civaka sivîl ev dorpêç şikand û wiha berdewam kir: “Di sala 2017an de ETAyê berpirsiyariya çekan bi tevahî da civaka sivîl a Baskê. Civaka sivîl kontrola cihên çekan girt bin destê xwe. ETAyê çekên xwe neda hikûmeta Spanyayê, da gelê Baskê. Gel bixwe bû aliyê misogerkirina ku ew çek êdî tu carî nayên bikaranîn.”
‘Cîbicîkirina peymanê tişta herî dijwar e’
Zurimendi axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Komele hatin avakirin da ku girtiyên derdikevin karibin xanî, perwerde û kar bibînin. Ev ne pirsgirêka kesan, pirsgirêka tevahiya civakê ye. Dersa herî mezin a ku em fêr bûn ev e: Gihîştina peymanekê dijwar e, lê sepandin û cîbicîkirina wê hîn dijwartir e. Ji ber ku dewlet hinek tiştan îmze dikin, lê ev nayê wê wateyê ku ew ê di pratîkê de pêk bînin.”
Paşê Victoria Sandino li ser pêvajoya muzakereyan a Kolombiyayê û rola dîrokî ya jinan axivî û diyar kir ku her çend şert û mercên her welatî cuda bin jî, ezmûnên hatine komkirin ji bo lêgerîna gelên din dibin rêber. Victoria Sandino bal kişand ser sedemên binesaziyê yên şerê 50 salî û got: “Ne hikûmetê û ne jî artêşê nekarî me têk bibe; wekî berxwedanê me jî nekarî vê dewletê birûxîne. Gava her du alî fêm dikin ku rêyeke din tune ye û muzakere çare ye, pêvajo dest pê dike. Di sala 2016an de di referandûmê de dengê ‘Na’ bi ferqeke kêm bi ser ket, lê vî tiştî em neçar kirin ku em guh bidin aliyên nû û peymaneke nû îmze bikin. Me fam kir ku pêvajoya aştiyê dema peyman tê îmzekirin bi dawî nabe, nakokiyên siyasî berdewam dikin.”
‘Zexta femînîstan wekheviya zayendî xist nav peymanê’
Victoria Sandino destnîşan kir ku muzakere tenê bi kesên çekdar re sînordar namîne û rola jinan a di pêvajoyê de xezîneyeke mezin e û wiha berdewam kir: “Beşdariya jinan a di vî pêvajoyê de ne xêra hikûmetê û ne jî ya serhildêran bû. Ev tişt wekî encameke zexta siyasî ya rêxistinên femînîst, jinên mexdûr û jinên gerîla pêk hat. Bi vî awayî me Jêr-Komîsyona Wekheviya Zayendî ava kir. Cara yekem e di dîrokê de ku peymaneke aştiyê, balkişandina ser wekheviya zayendî bi awayekî asoyî xist nav her xaleke peymanê û rojeva aştiyê berfireh kir.”
‘Têkoşîna siyasî êdî ne bi çekan e’
Victoria Sandino anî ziman ku piştî nêzîkî 10 salan di warê bicihanîna sozan de astengî û bêhêvîbûn hebin jî, veguhertinên radîkal çêbûne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Guherîna herî mezin ew e ku têkoşîna siyasî êdî tenê bi çekan nayê nîşandan; nîqaş derbasî ser babetên maf, xizanî û wekheviyê bûn. Di encama vê veguhertina siyasî de, di dîroka nûjen a Kolombiyayê de cara yekem e ku hikûmeteke pêşverû bi ser ket. Dijberkirin hîn jî pir xurt e, lê rêya guhertinê êdî di qada siyasî de vedibe.”
‘Li vir înkarkirina dîrok, ziman û hafizayê heye’
Herî dawî Mûhîttîn Altûn ê piştî 32 sal û 5 mehan ji girtîgehê derketibû li ser berxwedana girtîgehan, sînorên modelên navneteweyî û pîvanên çareseriya li Kurdistanê axivî. Mûhîttîn Altûn, bal kişand ser merasîma şewitandina çekan a sala borî û diyar kir ku bingeha çareseriyê têkoşîna pêşengan e û destnîşan kir ku sedema çekhilgirtina Kurdan polîtîkayên înkarê yên piştî Lozanê ne û wiha got: “Nêzî 2 hezar hevalên me zêdetirî 30 salî ye di zindanan de ne û hîn jî nehatine berdan. Bi taybetî girtiyên jin di nav şertên pir giran de bûn mînakên mezin ên berxwedanê. Me zindan kirin dibistan, me pir xwend û li ser têkoşîna gelan lêkolîn kirin. Me dît ku sînorên modela DDRê teng in û tenê bi guhertina saziyan sînordar in. Ji bo ezmûna Kurdistanê nêzîkatiyek hîn firehtir ku em wekî ‘asoya sêyemîn’ pênase dikin, hewce ye. Ji ber ku li vir tenê tundî nîne, înkarkirina dîrok, ziman û hafizayê heye.”
‘Ji bo avêtina gavan pêwîstî bi misogeriyê heye’
Mûhîttîn Altûn bal kişand ser mijara entegrasyonê û diyar kir ku polîtîkayên asîmîlasyonê divê bên terkandin û wiha berdewam kir: “Em qala entegrasyona demokratîk dikin. Kurdan bi têkoşînê hebûna xwe îspat kirin. Ji bo gavan bavêjin pêwîstî bi misogeriyê heye. Hişmendiya ku dibêje ‘ez ê qeyûm tayîn bikim an saziyên wan bi operasyonan belav bikim’ rê li ber çareseriyê venake. Kesên ku dixwazin çareseriyê bînin, divê biryarên dîrokî bidin.”
‘Pêvajoyeke bêyî Birêz Ocalan nayê qebûlkirin’
Mûhîttîn Altûn anî ziman ku ji bo çareseriyeke mayînde divê Kurd bikaribin bi awayekî demokratîk xwe birêve bibin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Di vê pêvajoyê de rola Rêber Apo pir krîtîk e. Divê ew û hemû girtiyên siyasî azad bibin. Em pêvajoyeke bêyî Birêz Ocalan qebûl nakin, ev ji bo me xeta sor e. Divê muzakereya wî bi awayekî hiqûqî were naskirin û wekî Rêberê Gelê Kurd bikaribe bi her kesî re hevdîtinan bike. Kurdan li dijî hiqûqa red û înkarê, mafên xwe yên xwezayî derxistin pêş. Lê tenê naskirina mafan têrê nake, divê zihniyeta dewletê bi tevahî biguhere.”
Konferans piştî rûnişitina sêyem a beşa pirs-bersiv bi dawî bû.




















