• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Muşeher Ulker: Hem dibêjin aştî hem jî her roj kaxizên dadgehê dişînin devê derî

Abdullah Esen / AW

23 MIJDAR 2025 - 09:59
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Rêvebera Rêxistina DBPa Amedê Muşeher Ulker ku bi salan e di nava xebatan de cih digire anî ziman ku beriya çend rojan ji Qereqolê ji bo dayîna îfadeyê li wê geriyane û got: “Hem dibêjin aştî hem jî her roj ji me re kaxizên dadgehê dişînin.

Li gel ku pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ dest pê kiriye jî, li dijî mafê xwe îfadekirinê û lidarxistina çalakiyan doz li rêveberên ku di qadên siyasî de cih digirin tê vekirin. Çend roj beriya niha ji Qereqola navçeya Rezanê ya Amedê ji bo dayîna îfadeyê bangî Rêvebera Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Muşeher Ulkerê ku bi salan e di nava xebatan de cih digire, kirin. Piştî gera qereqolê Muşeher Ulker a ku çûbû qereqolê nêzîkî du saetan li wir dabûn sekinandin û derbarê xebatên ku dike de gelek tişt jê pirsîbûn. Piştî îfadeya li Qereqolê, derbarê xebatên wê yên berê de cezayê pere lê hatiye birîn.

Muşeher Ulkerê diyar kir ku piştî bangkirina qereqolê di nava van çend salan de li ku derê xebat dabe meşandin ew şopandin, xebatên wê tev li dosyeyên dadgahê kirine û got: “Li aliyekî ve pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hatiye destpêkirin û li aliyê din jî dozên siyasî li dayîkan vedikin û cezayan li wan dibirin. Em li dora xwe dinêrin, postavan li deriyê me dixe û kaxezên vekirina dozan ji me re hatiye devê derî. Di van kaxizên ku çend roj berê hatin de dozên min ên çend sal berê ku hatibûn vekirin jî di nav de bûn. Dilê wan bi xebatên me rehet nabe û li dijî vê yekê cezayê pere li me dibirin. Em van cezayan qebûl nakin. Ne cezayên pereyan ên hatine birîn qebûl dikim ne jî dikarim wan cezayan razînim. Di nava vê hefteyê de du lêpirsîn li ser navê min hatine vekirin û yek jî cezayê pere ji min re hat. Piştre gazî min kirin û ez çûm îfadeyê.

‘Cenaze hebin ez ê dîsa tev lê bibim’

Muşeher Ulkerê di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku tevlêbûna wê ya merasîma cenazeyên gerîlayan jî ji wê hatiye pirsîn û wiha got: “Ew kesên ku em çûne û tev li merasîma cenazeyên wan bûne zarokên me ne. Ji min re dibêjin, tu çima çûyî û te çima pankart hilgirtiye. Mirov ji bo zarokên xwe her tiştî dike. Ez van sûcan teqez qebûl nakim û ji bo min jî ne sûc e. Ji wan re gelek şerm e ku doz li dayîkên di vê temenê de vedikin. Ew roj bang li min kirin weke du saetan îfedeya min girtin. Min ji wan re got,  ‘Ez niha jî ji qereqolê derêm, ger ku cenaze hebe ez ê dîsa jî biçim tev li merasîma cenazeyan bibim. Ev dewlet çi ji me dixwaze? 11 sal in qedexeya min a derketina derveyî welat heye, ez bi tu awayî nikarim biçim derveyî welat. Gelo ez weke dayîk biçim derveyî welat ez ê çi zirarê bidim dewletê? Hem dibêjin aştî û hem jî her roj kaxezên mehkemeyan dişînin devê derî.”

‘Em ê li pey doza aştî û heqîqetê bin’

Muşeher Ulkerê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser zextên xirab ên salên derbasbûyî û ev tişt got: “Çavên me li rêya aştiyê û gavavêtinê ye. Di ser de jî radibin derheqê me de lêpirsînan didin destpêkirin. Ez bawerim niha ev lêpirsîn ji her dayîkekî re hatiye vekirin. Di vê pêvajoyê de çavên me li ser komîsyonêye lê ew kaxezên lêpirsînê dişînin deriyên me. Dema li kaxezên dozê dinêrim, çûyîna min a Enqereyê, Mêrdînê û gelek çalakiyên ku ev 30 sal in ez tev lê bûme, hemû xistine di nava kaxezê. Ev tişt şerm e divê li ber dayîkan rêz bigirin. Em dayîkên aştiyê ne helbet em ê li pey doza heqîqet û aştiyê bin. Heta yek dilop xwîn di laşê me de hebe, em ê dest ji têkoşînê bernedin. Em ji Serok û gerîlayan ne çêtirin ku nekevin heps û zîndanan. Lê belê dema em qala dewletê dikin îşkenceyên ku li me kirine tên bîra me.”

Etîket: DBPKaxizên DadgehêMuşeher UlkerQereqolXebat
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Ji DBPê ji bo meşa 1ê Îlonê bangawazî

Ji DBPê ji bo meşa 1ê Îlonê bangawazî

29 TEBAX 2026
DBPê ferdên malbata Dedeogûllari bi bîr anî

DBPê ferdên malbata Dedeogûllari bi bîr anî

30 TÎRMEH 2026
Li taxa Duzyolê li dijî hişbirê civîn

Li taxa Duzyolê li dijî hişbirê civîn

26 TÎRMEH 2026
Ûzûnay: Armanca civînên me rêxistinkirin û sazkirina hişmendiya komûnal e

Ûzûnay: Armanca civînên me rêxistinkirin û sazkirina hişmendiya komûnal e

21 TÎRMEH 2026
DBP: Destkeftiyên Rojava, xwedîderketina israra ya aştî û civaka demokratîk e

DBP: Destkeftiyên Rojava, xwedîderketina israra ya aştî û civaka demokratîk e

19 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne