• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mijara statûya Rojava li Parlementoya Ingilîstanê ye

Navenda Nûçeyan / AW

1 SIBAT 2026 - 13:52
Kategorî: POLÎTÎKA
A A
Serokê berê yê Partiya Karkeran a Îngilîstanê Jeremy Corbyn pêşnûma derbarê Rojava de pêşkêşî Parlamentoya Ingilistanê kir. Corbyn bi gotina, “Ez bi gelê Kurd re di nava piştevaniyê de me” piştgiriya xwe ji bo Rojava anî ziman. 28 parlementeran jî piştgirî dan pêşnûmayê.

Serokê berê yê Partiya Karkeran a Îngilîstanê Jeremy Corbyn mijara Rojavayê Kurdistanê anî rojeva Parlementoya Ingilîstanê. Corbyn bi armanca parastina rêveberiya xweser pêşniyarpirsek pêşkêşî parlamentoyê kir. Heta niha 28 parlementeran piştgirî daye pêşnûmayê.

Ji gelek partiyan parlementeran piştgirî dan

Ji hemû partiyên li Parlamentoyê wekîlan piştgirî dan pêşnûmaya Corbyn. Ji Partiya Karkeran Brian Leisman, Long Bailey, Neil Duncan, ji Partiya Keskan Carla Denyer, Sian Berry, Dr Elli Chowns û Galler Plaid Cymru parlamenter Liz Saville Robert’s, Ben Lake, Ann Davies, ji Parlamenterê SNPê Logan Seamus, ji Partiya Lîberal Demokrat Jardine Christine, Andrew George, ji Partiay DUP a ji Îrlandaya Bakur Jim Shannon pêşnûme îmze kirin.

‘Bila Hikûmeta Ingilîz ji bo qebûlkirina statûya gelê Kurd bixebite’

Di pêşnûmeyê de ji hikumeta Îngiliz tê xwestin ku li hemberî êrişên leşkerî bi roleke çalak a dîplomatîk rabe û bi taybetî ji bo statuya siyasî ya gelê Kurd bi destûra bingehîn bê misogerkirin bang tê kirin. Di pêşnûmeyê de tê xwestin, mafên civakî û siyasî yên gelê Kurd bêne naskirin. Di pêşnûmeyê de tê destnîşankirin ku ji bo naskirina ziman, nasname û xwerêveberiya Kurdan li Destûra Bingehîn a Sûriyeyê divê zexta navneteweyî bê xurtkirin.

Jeremy Corbyn helwesta gelê Kurd silav kir ku bi milyonan kesî daket qadan û li dora Rojava civiya. Corbyn ku bi riya Ajansa Nûçeya a Firatê (ANF) peyam da, bi bîr xist ku daxwazên rewa yên gelê Kurd û nasnameya Kurd li Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye û welatên din gelek caran hatin tepisandin. Corbyn wiha got, “Li Sûriyeyê bi rengekî eşkere ji bo hemû gelan û zimanan naskirin û nasname pêwîst e; lê belê pêwîstî bi dagirkeriya leşkerî ya li ser herêmên Kurdan yanî Rojava nîne. Pêwîstiya gelê Kurd bi êrişên leşkerî nîne. Li Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraqê pêwîstî bi naskirina mafên gelê Kurd heye. Pêwîstiya gelê Kurd careke din bi dostan û piştevanan heye. Di nava me de gelek kesan ev mijar xistin rojeva Parlamenta Brîtanyayê. Gelekan ji me hefteya derbasbûyî bi komên cuda yên Kurd ên hatin parlamentê li hev kom bûn ku ji niha û pê ve dikarin çi bikin, nîqaşa wê yekê kirin.”

Corbyn ev bang li gelê Kurd kir: “Ez dibêjim, em bi hev re bixebitin. Ji bo xurtkirina nasnameya Kurd em bi hev re bixebitin. Li hemberî hovîtiya êrişên leşkerî ku bi salan li gelek deveran bû sedema mirina gelek mirovan, ji bo parastina gelê Kurd em bi hev re bixebitin. Ji bo Rojava em bi hev re bixebitin û bi hev re biparêzin. Ez piştgiriyê didim gelê Kurd.”

Etîket: Jeremy CorbynKurdistanpêşnumaRojavastatu
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li parlamentoya Avûstralyayê ji bo piştevaniya Rojava resepsiyon hate lidarxistin

Li parlamentoya Avûstralyayê ji bo piştevaniya Rojava resepsiyon hate lidarxistin

20 MIJDAR 2026
Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

20 MIJDAR 2026
Nûner û rêveberên Kurdistanî: Yekitî wekî nan û avê ferz e

Nûner û rêveberên Kurdistanî: Yekitî wekî nan û avê ferz e

30 COTMEH 2026
Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne