• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mîhrîcana Muzîkê dest pê dike: Muzîk azad dike, aştî mezin dibe

Bazîd Evren / AW

8 KANÛN 2025 - 08:58
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Wan – Endama Platforma Muzîkê ya Bajêr Neslîhan Edîşê ji bo Mîhrîcana Muzîkê ku dê 10 û 14ê kanûnê de bê lidarxistin, wiha bang li welatiyan kir: “Em bi dirûşma ‘muzîk azad dike, aştî mezin dibe’ vê festîvalê li dar dixin û em bang li hemû gelê xwe dikin ku tev li festîvala me bibin.”

Platforma Muzîkê ya Bajêr ku li Wanê xebatên muzîkê dimeşîne, dê di navbera 10-14ê de Mîhrîcana Muzîkê ya 1emîn li dar bixe. Dê di mîhrîcanê de gelek komên muzîkê û stranbêj derbikevin ser dikê û stranên xwe bibêjin. Her wiha ev cara yekemîn e ku festîvaleke muzîkê li Wanê tê lidar xistin. Ev mîhrîcan, dê bi piştgiriya şaredariyên Rêya Armûşê, Tûşba, Artemêtan, Komeleya Aryen Hunerê û li Navenda Çandê ya Berîvanê ya Şaredariya Rêya Armûşê bê lidarxistin.

Derbarê mîhrîcanê de endama platformê stranbêj Neslîhan Edîş behsa hurgûliyan kir û banga tevlibûnê li Waniyan kir.

Neslîhan Edîşê ewilî behsa avakirina Platfoma Muzîkê ya Bajêr kir û da zanîn ku wan ev 6 meh in ev platform ava kirine. Neslîhan Edîşê diyar kir ku platform armanç dike ku muzîkjenên Wanê bîne cem hev û got: “Em dê atolyeyan çêkin ku muzîkjen derbarê muzîka cîhanê de, ji aliyê teoriyê ve bi pêş ve biçin. 92 muzîkjenên li Wanê dijîn ku bi her cure muzîkê ve eleqedar dibin, di nava platformê de ne. Armanca me ya sereke ew e ku em bandora bişaftinê ya li ser Kurdî xelasbikin û muzîka Kurdî biparêzin.”

‘Ev festîval dê bi awayekî kolektîf bê lidarxistin’

Di berdewamiya axaftina xwe de Neslîhan Edîşê behsa hurgûliyên Mîhrîcana Muzîkê kir û da zanîn ku festîval di navbera 10 û 14ê mehê de ye. Neslîhan Edîşê anî ziman ku wê komên muzîkê yên bi şêweyên cuda xebatên xwe dikin, derbikevin ser dikê û ev tişt anî ziman: “Dê mîhrîcana me bi rock, blus, dengbêjî hwd. û bi pirzimanî derbas bibe û her roj dê 2 kom derbikevin ser dikê. Ev kom hemû endamên platformê ne. Roja ewil ya mîhrîcanê wê bi dîwana jinan dest pê bike û ez jî di nav de nêzî 10 jin di dîwanê de hene. Ev mîhrîcan dê bi awayekî kolektîf bê lidarxistin.”

‘Armanca me zindîhiştina zimanê Kurdî ye’

Neslîhan Edîşê bi bîr xist ku tiştên civakê diyar dikin huner, muzîk, çand û ziman e û destnîşan kir ku armanceke din ya wan ew e ku Kurdî di nava civakê de zindî bihêlin. Neslîhan Edîşê wiha berdewamî da axaftina xwe: “Divê em û civak li cihekî bigihijin hev û ew cih jî huner e. Ev cara ewil e ku di bin banê platformekê de mîhrîcaneke muzîkê tê lidarxistin. Em hêvî dikin xebat û mîhrîcanên bi vî rengî zêdetir û mezintir bibin. Em bi dirûşma ‘muzîk azad dike, aştî mezin dibe’ vê mîhrîcanê li dar dixin û em bang li hemû gelê xwe dikin ku tev li mîhrîcana me bibin.”

Etîket: Mîhrîcana Muzîkê ya 1emînNeslîhan EdîşPlatforma Muzîkê ya BajêrWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

4 ÎLON 2026
Roja duyemîn a şîna li Wanê bi dawî bû

Roja duyemîn a şîna li Wanê bi dawî bû

25 TEBAX 2026
Li Wanê dê ji bo cangoriyan şîn bê danîn

Li Wanê dê ji bo cangoriyan şîn bê danîn

23 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne