• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Mafê tenduristiyê bi avakirina civaka demokratîk pêkan e’

Amed / AW

11 ADAR 2026 - 18:32
Kategorî: MANŞET, ROJANE, TENDURISTÎ
A A
Serokê Odeya Tabîban a Amedê Veysî Ulgen di çalakiya Platforma Tenduristiyê ya Amedê de axivî û got: “Mafê tenduristiyê; bi avakirina civaka demokratîk, wekhevîparêz û aştiyane pêkan e.” Hevserokê SESê yê Amedê Mehmetnûr Ulus jî got, “Ziman ji bo tenduristiyek baş gelek girîng e. Em her tim dibêjin bê ziman tenduristî nabe.”

Platforma Tenduristiyê dê bi minasebeta 14ê Adarê roja Tendurisiyê li Enqerê meşekî li dar bixe û daxwaza mafê tenduristvanan bîne ziman. Platfroma Tenduristiyê ya Amedê jî têkildarî vê rojê bi dirûşma “Em ji bo aştî demokrasî û tenduristiya civakê gotina xwe dibêjin” ji Nexweşxaneya Selahattîn Eyyubî heta Qada Şêx Seîd meşiyan û daxuyanî da çapemeniyê. Endamên Odeya Tabîban a Êlih, Semsûr û Mêrdînê û endam û rêveberên platformê û kedkarên teduristiyê tev li meşê bûn. Di meşê de dirûşmeya “Bijî berxwedana kedkaran” hat berzkirin û bi rakirina dowîzan bal kişand ser girîngiya rojê. Daxuyanî ji hêla Serokê Odeya Tabîban a Amedê Veysî Ulgen ve hate xwendin.

Veysî Ulgen anî ziman ku 14ê Adarê ne tenê roja bijîşk û karkerên tenduristiyê ye di heman demê de roja parastina mafê tenduristiyê yê civakê ye û got: “Ev dîrok, rojeke têkoşînê ye ku em li dijî bazarkirina xizmeta tenduristiyê, bêqîmetkirina kedkarên tenduristiyê û zehmetkirina gihîştina gel a xizmeteke tenduristiyê gotina xwe dibêjin. Tenduristî ne tenê dermankirina nexweşiyan e. Tenduristî, rewşa başbûna tam a mirovî ya ji aliyê bedenî, derûnî, civakî, siyasî û ekolojîk ve ye. Ji ber vê yekê mafê tenduristiyê; bi avakirina civaka demokratîk, wekhevîparêz û aştiyane pêkan e. Polîtîkayên tenduristiyê yên di salên dawî de hatine pêkanîn, pergala tenduristiyê aniye asteke domnekirî. Xizmetên tenduristiyê yên parastinê li paş hatine hiştin, pergala bijîşkiya malbatê bi rêziknameyên eziyetê xistine nav cenderê, nexweşxane tijî bûne û pergalên randevûyê asê mane.”

‘Kedkarên tenduristiyê an dest ji pîşeya xwe berdidin an jî dawî li jiyana xwe tînin’

Veysî Ulgen di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku kedkarên tenduristiyê di bin şert û mercên giran de bi awayekî ku wekî şertên koletiya nûjen tê dîtin û ev tişt anî ziman: “Mafên wan ên derbarê jiyana kar de bi gefên rêveberên bêliyakat û zordar ji holê tên rakirin, û daxwazkirina wan a ji bo maf û azadiyên herî bingehîn dibe sedema lêpirsîn û cezakirinê. Ev hemû bi hevkariya sendîkaya rayedar û rêveberên ku wan diyar kirine tên pêkanîn. Ji ber şert û mercên xebatê yên dij demokratîk û bêewle, kedkarên tenduristiyê têk diçin; dest ji pîşeya xwe berdidin, welat diterikînin an jî dawî li jiyana xwe tînin. Em nikarin zêdetir li hemberî vê tabloyê bêdeng bimînin. Îro li Tirkiyeyê nêzîkî 1,5 milyon kedkarên tenduristiyê, her roj ji bi milyonan welatiyan re xizmeta tenduristiyê pêşkêş dikin.”

‘Xizmetên tenduristiyê bi saya kedkarên tenduristiyê li ser piyan dimînin’

Veysî Ulgen di dawiyê de anî ziman ku pergala tenduristiyê ne tenê ji nexweşxane, avahî û teknolojiyê pêk tê û wiha got: “Hêmana herî bingehîn a pergala tenduristiyê kedkarên tenduristiyê ne. Wek ku me di pandemiya Covid-19 û pêvajoyên erdhejê de dît, xizmetên tenduristiyê bi saya ked û fedakariya kedkarên tenduristiyê li ser piyan dimînin. Lê belê, bêyî başkirina şert û mercên xebatê yên karkerên tenduristiyê, bêyî pêşîgirtina bandorker a li tundiya di tenduristiyê de û bêyî ku polîtîkayên tenduristiyê li gorî rastiyên qadê û bi nêrînên rêxistinên ked û pîşeyî yên tenduristiyê ji nû ve bên plankirin, çareserkirina van pirsgirêkan ne pêkan e.”

‘Bê ziman tenduristî nabe’

Hevserokê SESê yê Amedê Mehmetnûr Ulus bal kişand li ser girîngiya ziman û tenduristiyê û ev tişt gotin: “Dema têkoşîn hebe ew maf tê dayîn. Dema şerê Rojava de me got bila sînor bên rakirin û mafê tenduristiyê mafê her kesî ye. Ji bo vê yekê me mafê tenduristiyê yê bêpere xwest. Heger dema gel dema tenduristiya xwe bi zimanê xwe neyine ziman ev yek dibe sedema tenduristiyek ne baş. Ziman ji bo tenduristiyek baş gelek girîng e. Heger di tenduristiyê de parastina ziman hebe dê tedawiyek baş jî hebe ev yek ji bo me gelek girîng e. Em her tim dibêjin bê ziman tenduristî nabe.”

 

Etîket: mafmesPlatforma Tenduristiyê ya Amedêtenduristî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Nobeda Jin, Edalet û Bîrê: Wekhevî, azadî û ewlehî hat xwestin

6 COTMEH 2026
Li Amedê dê di 1ê Îlonê de meş bê lidarxistin

Li Amedê dê di 1ê Îlonê de meş bê lidarxistin

28 TEBAX 2026
Gelê Nisêbînê bi meşê derbasî cihê bîranînê bû

Gelê Nisêbînê bi meşê derbasî cihê bîranînê bû

27 TEBAX 2026

Dayikên Aştiyê û ciwan bi meşê serdana şîna şehîdan kirin

25 TEBAX 2026
Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

18 TEBAX 2026
Gelê Bismîlê li dijî tiryak û çetebûyînê meşiya

Gelê Bismîlê li dijî tiryak û çetebûyînê meşiya

17 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne