• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mafê girtiyan ên tenduristiyê binpê dikin

Navenda Nûçeyan / AW

28 MIJDAR 2024 - 17:56
Kategorî: MANŞET, ROJANE, TENDURISTÎ
A A

Mêrsîn – Şaxa ÎHDa Mêrsînê, ropora girtiyên nexweş aşkere kir û got: “Mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş tê astengkirin.”

Komîsyona Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê rapora binpêkirinên li girtîgehan ên di mehên tîrmeh, tebax, îlon û cotmehê de eşkere kir. Komîsyonê rapor li komeleya şaxê eşkere kir. Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHDa Mêrsînê Muammer Derînce rapor xwend. Derînce, anî ziman ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û mirin her ku diçe zêdetir dibin. Derînce, nîşeyên têkildarî serdanên li girtîgehên Tarsus û Aksarayê parve kir û wiha got: “Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên girtîgehên behsa xeberê bi hinceta cezayên disiplînê yê rêveberiyên girtîgehan bi awayeke neheq didin, tehliyeyên girtiyan ji bo 6 mehan taloq dikin. Bi vî awayî mafê berdana bişert tê binpêkirin. Tehliyeyên girtiyên bi navên M.Z.B., E.Ş. û O.S. ên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Eregliyê tên ragirtin, du caran ji bo 6 mehan hatine taloqkirin.”

Îşkence heye

Bi domdarî Derînce anî ziman ku mafên çalakiyên civakî, çandî û sportîf ên girtiyan bi gefa cezayê tên astengkirin û li dijî kesên daxwaza van mafên xwe dikin jî rêveberiyên girtîgehan zext û tundiyê dike. Derînce, wiha pê de çû: “Bi taybet jî girtiyên li girtîgeha bi ewlekariya bilind tên ragirtin dan zanîn ku cihên lê tên ragirtin ji hev cuda ne, bi hemû mehrûmiyetên xwe tên cezakirin, destûr nayê dayin cil û nivînên xwe derxînin hewşê û rayêxin ber tavê û ji ber vê jî tenduristiya wan xerab bûye.”

‘Mafê tenduristiyê asteng dikin’

Di berdewamê de Derînce wiha got: “Girtî rastî gelek cureyên binpêkirinan tên. Girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê, lêgerîna nava devî lê tê ferzkirin, muayeneya destkelemçekirî lê tê ferzkirin û bi taybet jî bi awayekî derexlaqî li girtiyên jin ferz dikin ku li cem cendirmeyên zilam bên tedawîkirin. Bi vî awayî mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin û girtî li girtîgehan di mercên nebitendurist ên girtîgehê de tên ragirtin. Di serî de girtîgehên bi ewlekariya bilind, li tevahiya girtîgehên herêmê rewş bi vî rengî ye. Di serlêdan û hevdîtinên bi parêzeran de eşkere bû ku girtiyê bi navê M.K. ê li Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê tê ragirtin, S.Y. ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê tê ragirtin, H.T., F.G., Ş.K. û hêj gelek girtiyên li Girtîgeha T-2’yê ya Tarsusê tên ragirtin rastî binpêkirina mafê xwegihandina tenduristiyê tên.”

Dixwazin bi xwarinê terbiye dikin

Derînce, daxuyanî wiha bi dawî kir: “Ji ber van sepanan, bi taybet jî girtiyên nexweş zehmetiyên mezin dijîn. Girtiyên nexweşiyên wan ên kronîk hene û qadeke ji bo jiyanê guncav jê re nayê pêşkeşkirin û mafê wan ê tenduristiyê tê binpêkirin. Muayeneya destkelemçekirî li girtiyan tê ferzkirin, nêzikatiyên derexlaqî û dermirovî li dijî wan tên nîşandan. Bi vê yekê re li pêşiya tedawiya girtiyan dibin asteng. Ev rewş binpêkirineke giran a mafên mirovan e. Xwarina girtiyan pir kêm tê û wisa nedbaş in ku nayên xwarin. Bihayê tiştên li kantînê zêde ye û gardiyan li gorî qeydên hîjyenê tevnagerin. Banga me ji bo Wezareta Dadê, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê, Yekîneya Mafên Mirovan a Walîtiyê, Lijneya Şopandina Girtîgehan, Yekîneyên Edlî, partiyên siyasî, rêxistinên mafên mirovan ew e ku ji bo li tevahiya girtîgehan jiyaneke mirovane hebe bikevin nava hewldanan.”

Etîket: girtiyên nexweşÎHDîşkencemafê tenduristiyêMêrsîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Li ber çavên welatiyan îşkence li girtî kirin’

‘Li ber çavên welatiyan îşkence li girtî kirin’

20 TEBAX 2026
Hunermend Nuarîn hat binçavkirin

Hunermend Nuarîn hat binçavkirin

12 TEBAX 2026
ÎHDa Îzmîrê: Divê Hayrettîn Adak demildest bê dermankirin

ÎHDa Îzmîrê: Divê Hayrettîn Adak demildest bê dermankirin

8 TEBAX 2026
Rûniştina Fyê: Nexweşê penceşêrê Hamdullah Aydemîr berdin

Rûniştina Fyê: Nexweşê penceşêrê Hamdullah Aydemîr berdin

8 TEBAX 2026
Divê girtiya nexweş Fatma Tokmak demildest bê berdan

Divê girtiya nexweş Fatma Tokmak demildest bê berdan

1 TEBAX 2026
Aqûbeta windayan hat pirsîn

Aqûbeta windayan hat pirsîn

1 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne