• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Mafê girtiyan ên jiyanî tên binpêkirin’

Wan /AW

25 NÎSAN 2025 - 14:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Endama OHDê Mehtap Işik derbarê 9 girtîgehan de rapor amade kir. Endama OHDê Mehtap Işik rapor xwend. Mehtap Işik diyar kir ku girtî bi binpêkirinên mafan ên jiyanî re rûbirû ne û mafê civakî ji destê wan hatiye girtin.”  

Komîsyona Girtîgehan a Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê, Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) a Şaxa Wanê, Sendîqeya Kedkarên Tendûristiyê (SES) ya Şaxa Wanê, Odeya Tabîban a Wan-Colemêrgê li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê rapora girtîgehan a 3 mehan aşkere kir. Komîsyonên girtîgehan ên Baro û OHDê di 3 mehan de li girtîgehên Ewlehiya Bilind a Wanê, Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Wanê,  Girtîgeha Tîpa T ya Wanê, Girtîgeha Tîpa T ya Xelatê, Girtîgeha Tîpa L ya Panosê, Girtîgeha Tîpa L ya Giresûn Espiyeyê, Girtîgeha Tîpa L ya Kalkandere û Gîrtîgeha Tîpa T ya Beşîkduzuyê geriyane û binpêkirinên mafan weke rapor amade kirine. Endamên saziyên ku ev rapor amade kirine, nûnerên saziyên demokratîk û gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn.

Mafê girtiyan ê tedawiyê tê binpêkirin

Endama OHDê Mehtap Işik rapor parve kir. Mehtap Işikê diyar kir ku li hemû girtîgehên ku lê geriyane, girtiyên ku xwestine biçin nexweşxaneyê, gelek dereng sewqî nexweşxaneyê hatine kirin. Mehtap Işikê anî ziman ku li hin girtîgehan jî girtî bi ti awayî sewqî nexweşxaneyê nehatine kirin û got: “Li hin girtîgehan her çend sewqî nexweşxaneyê bi derengî tê kirin jî, rewşên wek lêgerîna li nava dev an jî destkelepçekirî muanekirina girtiyan derdikevin û ev rewş jî li dijî rûmeta mirovî ne. Hat zanîn ku girtiyên ku van pêkanînan qebûl nakin, tevî ku dibin nexweşxaneyê jî, wan bêyî ku  muayenebikin û dermanbikin dîsa dibin girtîgehê.”

‘Xwarin ji pîvanên paqijiyê dûr in’

Mehtap Işik bal kişand kotaya li ser pirtûkan û wiha got: “Ji bo me hat vegotin ku bi hinceta ‘em nikarin bidin tercumekirin’ li gelek girtîgehan pirtûk û nameyên kurdî nayên dayîn. Rojnameyên weke Yenî Yaşam, Evrensel û Cûmhûriyetê ku bi awayekî qanûnî rojane tên weşandin, li hemû girtîgehên ku di rapora me de hatine diyarkirin nayên dayîn û televîzyonên mûxalîf nayên nîşandan. Her wiha ji me re hat ragihandin ku li gelek girtîgehên ku hatine ziyaretkirin, xwarin têr nake û bi rêjeyek pir kêm tê dayîn, girtî bi xwarinê têr nabin û li gelek girtîgehan de jî çêkirina xwarinê ji hêmanên paqijiyê  dûr in. Her wiha bihayên kantînê zêde ne, cureyên xwarinê kêm in û gelek girtî ji ber buhabûna kantînê nikarin pêdiviyên xwe yên kantînê bi cih bînin.”

‘Bi ser qawişan de digirin’

Di berdewamiyê de Mehtap Işik, destnîşan kir ku çalakiyên weke qurs, atolye û werzîşê ku li gelek girtîgehan ji ber pandemiyê hatin qedexekirin, tevî ku pandemî bi dawî bûye jî qedexe ne û girtî hem ji çalakiyan hem jî ji hev dûr in. Mehtap Işik, anî ziman ku ev rewş nîşan dide ku girtî di bin tecrîdeke giran de ne û derfetên wan ên civakî bi temamî ji destê wan hatiye girtin û wiha pê de çû: “Girtiyên ku me bi wan re hevdîtin kir, diyar kirin ku destûr nayê dayîn ku mafên xwe yên têlefonê yên bidîmen bikar bînin, bi hinceta ku binesaziya guncav tune ye daxwazên wan hatine redkirin. Lê ev maf ji girtiyên din re hatiye dayîn. Di gelek girtîgehên ku me ziyaret kirin de serdegirtina qawişan ji lêgerîna rûtîn derketiye û ji bilî tiştekî bigerin, bi armanca belavkirinê bi ser qawîşan de tê girtin. Bi gotinên girtiyan tiştên wan tên belavkirin, nîzama leşkerî li wan tê ferzkirin.”

‘Divê rayeyên rêveberiya girtîgehê bi sînor bikin’

 

Mehtap Işik, bal kişand ser vê yekê ku li gelek girtîgehan serbestberdana bi şert a mehkûman ji aliyê Heyetên Çavdêriya Girtîgehê ve tên taloqkirin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Hat ragihandin ku bi hincetên razber (soyut) ên weke ji rêxistinê neveqetiyane, ji bo jiyana derve ne guncaw in berdana girtiyan tên astengkirin. Bi Rêziknameya Navendên Çavdêrî û Tesnîfkirinê û Nirxandina Mehkûman re ku li dijî qanûnê ye, pêkanînên ku li dijî girtiyan tên kirin, hatiye bêsînorkirin. Weke ku li jor jî hate diyarkirin, tê dîtin ku rêveberiya girtîgehê dest bi binpêkirina mafan kirine, peywira xwe ji bo kar û barên xerab bikar tînin. Ji ber van sedeman em careke din bang dikin ku divê rêziknameya li behse xeberê bi temamî ji holê bê rakirin û rayeya peywirdaran bê sînordarkirin.”

Etîket: Mehmet IşikOHD
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

TUHAD-FED: Dest ji astengkirina berdana girtiyan berdin

5 COTMEH 2026
Mardîn de xeylê kesî ameyê destbendkerdene

OHD: Binçavkirinên li Amedê li dijî ruhê pêvajoyê ye

3 ÎLON 2026
Di şewata li Êlihê de parêzer Gulsum Tunç jî jiyana xwe ji dest da

Di şewata li Êlihê de parêzer Gulsum Tunç jî jiyana xwe ji dest da

31 TEBAX 2026
‘Ji bo rêvebirina pêvajoyê divê statuya Birêz Ocalan bê misogerkirin’

‘Ji bo rêvebirina pêvajoyê divê statuya Birêz Ocalan bê misogerkirin’

15 TEBAX 2026
‘Gava herî girîng azadiya sermûzekerevan Abdullah Ocalan e’

‘Gava herî girîng azadiya sermûzekerevan Abdullah Ocalan e’

12 TEBAX 2026
‘Gavavêtina herî krîtîk û girîng azadiya birêz Ocalan e’

‘Gavavêtina herî krîtîk û girîng azadiya birêz Ocalan e’

9 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne