• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
22 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 22yê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 22yê TEBAXA 2026an

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 22yê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 22yê TEBAXA 2026an

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Lûtkeya NATOyê: Li Tirkiyeyê qedexe, girtin û binçavkirin

Stenbol / AW

7 TÎRMEH 2026 - 11:39
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di 7 û 8ê Hezîranê de li Enqereyê Lûtkeya NATOyê tê lidarxistin. Hem beriya lûtkeyê hem jî di dema lûtke tê lidarxistin de, li her bajaran girtin, binçavkirin û qedexe pêk hat û ev hê jî didome.

Li Qasra Serokkomariyê ya navçeya Yenîmahalle ya Enqereyê Lûtkeya 36emîn a NATOyê tê lidarxistin. Lûtke dê îro destpê bike û di 8ê Tirmehê de bi dawî bibe. Serok û wezîrên 32 dewletên endamên NATOyê ne dê di lûtkeyê de amade bin. Lê ne tenê endamên NATOyê dewletê ne, endamên dewletên ne di NATOyê de ne jî tevli lûtkeyê dibin. Piştî lûtkeyê jî dîsa li Enqereyê di navbera serokên dewletan de hevdîtin pêk werin. Li Tirkiyeyê beriya Lûtkeya NATOyê qedexe, binçavkirin û girtin dest pê kir. Îro li tevahî bajarên Tirkyeyê qedexeyên NATOyê heye, bi milyonan welatî di nav OHALekî veşartî de dijîn. Kes nikare çalakiyek li dar bixe, polîs êrişî çalakvanan dike û bi îşkenceyê wan binçav dike.

Heta îro ji bo Lûtkeya NATOyê herî kêm 500 kes hatin binçavkirin û herî kêm 207 kes hatin girtin. Îro hê jî sedan kes di binçav de ne. Lê li dijî tevahî qedexe, girtin û binçavkirinan jî li dijî hêzên hegemonîk çalakiyên gelan didome.

Li Enqereyê her tişt qedexe ye

Walîtiya Karabûkê di 29ê Hezîranê de daxuyanî da û diyar kir ku li Karabûkê bi 10 rojan çalakî hatine qedexekirin. Qedexe dê heta 10ê Tîrmehê berdewam bike. Walîtiya Edenê jî 1ê Hezîranê daxuyanî da û ji bo 10 rojan li bajêr çalakiyan qedexe kir. Ji bo Lûtkeya NATOyê qedexeyên herî zede li Enqereyê pêk tê. Enqere ev zêdetirî 10 rojan wekî OHALêkî bênav dijî. Her tişt hatiye qedexekirin. Avahiyên ku rûyê avahiyê cadeyê dinêre bi nivîsên NATOyê hate qemilandin. Pêşiya avahiyên kevn hate girtin. Rêyên kevn tê nûkirin, kulîlk tên çandin, kolan her saet tên paqijkirin, avahî tên xemilandin. Bi van tiştan desthilatdar dixwaze rûyê xizaniyê li Enqereyê veşere. Ji 2yê Tîrmehê vir ve têketina tanker, mîkserên betona û wesayîtên mezin a bajarê Enqereyê qedexe ye. Wesayitên ku xwarin û derman veguhêzkarî dikin heta 9ê Tîrmehê nikarin bikevin Enqereyê. Di navbera 6 û 9ê Tîrmehê de motorên kûryeyê nikarin bikevin rêyên navênda bajêr. Walîtiya Enqereyê ji 28ê Hezîranê heta 10ê Tîrmehê di nava bajêr de tevahî çalakî, daxuyanî û meşan qedexe kir. Di navbera 6 û 12yê Tîrmehê de li Enqereyê ezmûn, sempozyum, panel, konser, merasîma mezûniyetê û tevahî pîrozbahî hatine qedexekirin.

Zext û qedexe 12yê Hezîranê dest pê kir

*Beriya Lûtkeya NATOyê girtin û binçavkirin di 12yê Hezîranê de dest pê kiribû. Li Balikesîr, Eskîşehîr, Karabuk, Kastamonû, Mêrdîn, Mûgla, Wan û Zongûldakê polîsan avêtibû ser gelek malan. Di encama serdegirtina malan de 14 ciwanên endamên Komeleyên Ciwanên Şoreşgerê (DGD) hatibû binçavkirin. Piştî 3 rojan mayîna di bin çavan de, 10 ciwan hatibûn girtin.

*Di 23yê Hezîranê de li Enqereyê operasyonek berfireh hate lidarxistin. Akademîsyen, ekolojîst, ciwan, xwendekar, parêzer û rojnameger jî di nav de 225 kes hatibû binçavkirin. Ji 225 kesan 178 kes hatibû girtin, ji bo 34 kesan biryara kontrola edlî hatibû danîn, 11 kes jî di bin çav de bûn, hatibûn berdan.

*Di 26ê Hezîranê de li Stenbolê ji 31 kesan ku hatibûn binçavkirin 19 kes hatin girtin. Di nava kesên ku hatibûn binçavkirin de mamoste, bijîşk û parêzer jî hebûn. Kesên ku hatin girtin bi hinceta ‘endamên rêxistinê ne’ û ‘îhtîmal heye ku çalakî bikin’ hatin girtin.

*Li Stenbolê di 29ê Hezîranê de ciwanan li dijî Lûtkeya NATOyê çalakî li dar xistin û 89 ciwan hatibûn binçavkirin. 89 ciwan piştî rojekî karûbarên îfadeyan hatin berdan.

*Di 1ê Tîrmehê de li Edeneyê gelek partiyên siyasî û rêxistinên ciwan xwestin çalakî li dar bixin. 9 kes bi hinceta ‘pankart daliqandine’ hatin binçavkirin.

*Li Hatayê jî di 4ê Hezîranê de polîsan avêt li ser gelek malan. Di sedema serdegirtina malan de 9 kes hatibûn binçavkirin.

*Li Enqereyê di 4ê Hezîranê de polîsan avêt li ser komeleyan û 7 kesan binçav kir.

*Di 5ê Hezîranê de li Stenbolê operasyonek din pêk hat. Seroka şaxa Komeleya Hiqûqnasên a Hemdemî (ÇHD) ya Stenbolê Ezgî Onalan jî di nav de 16 kes hatin binçavkirin.

*Di 5ê Hezîranê de li Îzmîrê 5 ciwanên endamên Tevgera Zanîngeha Azad dema ku xwestin biçin Enqereyê hatin binçavkirin.

Hê jî gelek kes di binçavan de ne

Wekî din 5ê Hezîranê opresyonek berfireh hate lidarxistin, polîsan 18 li bajaran avêr bi ser gelek malan de girt û gelek kes hate binçavkirin. Li Kocaeliyê 3 kes, li Edeneyê herî kêm 8 kes, li Îzmîrê gelek kes, li Antalyayê herî kêm 11 kes û li Rihayê gelek kes hatibûn binçavkirin. Dozgeriya Stenbolê heman rojê daxuyanî da û diyar kir ku li Stenbolê 53, Kocaeliyê 3 kes, Enqereyê 2 û Aksaray, Nîgde, Kiriklarelî, Agirî û Îzmîrê 5 kes bi giştî 39 kes hatiye binçavkirin. Lê li gorî daxuyaniyan di 5ê Hezîranê de zêdetirî 100 kes hatine binçavkirin.

Li Enqereyê heman rojê endamên TKP û HKPê xwestin li Kizilayê çalakî li dar bixin. Polîs êrîşî girseyê kiribû û zêdetirî sedan kesan binçav kiribû.

Ji 12yê Hezîranê vir ve herî kêm 500 kes hatine binçavkirin û herî kêm 207 kes hatine girtin. Hê jî bi sedan kes di binçavan de ne.

Etîket: binçavkirinlûtkeya NATOyêNATO
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şerê Rusya û Ukraynayê: Alozî rê li ber çareseriyê girtine

Şerê Rusya û Ukraynayê: Alozî rê li ber çareseriyê girtine

20 TEBAX 2026
Karkerên madenê cara 3yemîn hatin binçavkirin

Karkerên madenê cara 3yemîn hatin binçavkirin

13 TEBAX 2026
Hunermend Nuarîn hat binçavkirin

Hunermend Nuarîn hat binçavkirin

12 TEBAX 2026
Zêdetirî 80 karker careke din hatin binçavkirin

Zêdetirî 80 karker careke din hatin binçavkirin

11 TEBAX 2026
Trump piştî gefa Îranê bi dizî ji Enqereyê çûye!

Trump piştî gefa Îranê bi dizî ji Enqereyê çûye!

11 TEBAX 2026
Ji 7 kesên li Cizîrê hatibûn binçavkirin 2 jê hatin girtin

Li Amedê 3 ciwan hatin girtin

10 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne