• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Wanê ji bo qurbaniyên Roboskî meş hat lidarxistin

Wan / AW

28 KANÛN 2024 - 16:12
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Sazî û dezgehên li Wanê ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya Roboskiyê meşek li dar xistin û hat xwestin ku komkujî were ronîkirin.

 

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê bi boneya salvegera Komkujiya Roboskiyê li Kolana Hunerê ya Wanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Komkujiya Roboskiyê ji bîr neke û nede ji bîr kirin” hat vekirin û dirûşmên “Şehîd namirin” û “Wê desthilata AKPê hesap bide gel” hatin berzkirin. Nûnerên saziyan û pêkhateyên platformê tev li daxuyaniyê bûn.

‘Desthilatên despot mehkûmî têkçûnê ye’

Li ser navê platformê Serokê Odeya Endezyarên Zîraatê Engîn Işik metna daxuyaniyê xwend û got: “Di salên derbasbûyî de gelek caran hatiye îspatkirin ku siyasetên çewisandin û tundiyê yên ku êşên nayên vegotin li welatê me diafirînin, nikarin ti pirsgirêkên bingehîn ên welatê me çareser bikin. Li gel vê jî israra di polîtîkayên bêçareseriyê de nîşan dide ku AKP tenê li parastina desthilatdariya xwe difikire, ne çareserkirina pirsgirêkên welat. Lê dîrok şahid e ku yên ji bo desthilatdariya xwe bidomînin zext û zorê li gel dikin, zû yan dereng mehkûmî têkçûnê ne.”

Ji bo Roboskî û Rojava derketin qadan

Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî li Qada Kent ya Wanê têkildarî salvegera Komkujiya Roboskî û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek dan. Pêşiya daxuyaniyê parlementerên DEM Partiyê Mahmût Dîndar û Mehmet Kamaç û girseya bi wan re heta cihê daxuyaniyê meşiyan. Parlementeran ji bo ronîkirina Komkujiya Roboskiyê bang kirin û welatî vexwendin daxuyaniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Rojava em in, em ji bo Rojava dimeşin” hat vekirin û dirûşmên “bijî berxwedana Rojava” û “bijî berxwedana Îmraliyê” hatin berzkirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, Parlementer Mahmût Dîndar û Mehmet Kamaç, hevserokên DBP û DEM Partiyê, nûnerên saziyên sivîl, Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJAyê, Meclîsa Ciwanan û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.

‘Ji bo Roboskî dubare nebe, divê Rojava bê parastin’

Pêşiya ku metna daxuyaniyê bê xwendin, parlementeran çîroka çend zarokên ku di Komkujiya Roboskiyê de hatine qetilkirin, xwendin û navên 34 kesên hatin qetilkirin, qîr kirin. Piştre rêveberê DBPê Emîn Kûtaz metna daxuyaniyê xwend û diyar kir ku erdnîgariya Kurdistanê ji berê heta niha her tim bûye erdnîgariya êşên bêdawî, komkujî û kuştinên kiryar nediyar. Emîn Kûtaz da zanîn ku ev rastî îro li axa Rojava diqewime û wiha dawî kir: “Îro jî bi vê ferasetê hewl dide daxwazên gelên Rojava yên ‘aştî û azadiyê’ bi komkujiyan dike hedef. Di vê çarçoveyê de ji bo êrîşên Roboskî dubare nebin parastina Rojava erkeke civakî ye.”

‘Bêtehemuliya li hemberî Roboskî didome’

Emîn Kûtaz anî ziman ku desthilat bi polîtîkayên ewlekariyê nikare pirsgirêka Kurd çareser bike. Emîn Kûtaz, destnîşan kir ku divê desthilat dest ji vê nêzîkatiyê berde û wiha got: “Lê belê em dibînin ku tevî 13 sal derbas bûne jî bêtehamuliya hêzên siyasî ya li hemberî Roboskî didome. Girtina Roboskî-Der û hilweşandina Bîrdariya Roboskiyê ya ji aliyê qeyûmên dagirker ve ev bêtehamulî bi awayekî herî berbiçav derdikeve holê. Divê neyê ji bîr kirin ku bingeha vê bêtehamuliya li ser dijminatiya li Kurdan, daxwaziya têkbirina bîra civakê ye. Ne pêkan e ku kiryarên dijmirovahî bên paşguhkirin, jibîrkirin an veşartin. Di ser Komkujiya Roboskî re çi qas dem derbas bibe jî, heta ku berpirsyarên vê qetlîamê neyên darizandin û cezakirin, aştiyeke civakî ya mayînde û biedalet pêk nayê. Di vî warî de em careke din destnîşan dikin ku divê rastiya Komkujiya Roboskî ya ku di bîra me de şopeke kûr hişt, bê eşkerekirin û hesab ji berpirsiyaran bê pirsîn.”

Herî dawî parlementerê DEM Partiyê Mahmût Dîndar jî axivî û banga çareseriya Meseleya Kurd kir. Mahmût Dîndar, bi bîr xist ku Roboskî û hemû komkujiyên li Kurdistanê qewimîn encama Meseleya Kurd e û got ku muxatabê çareserî jî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan e.

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: RoboskîRojavaWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne