• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Wanê bi hezaran jin ji bo Rojîn Kabaîşê meşiya

Wan / AW

15 COTMEH 2025 - 21:14
Kategorî: JIN, ROJANE
A A
Platforma Jinan a Wanê, têkildarî geşedanên dawî yên di dosyeya Rojîn Kabaîşê de meşeke girseyî li dar xist û daxwaz kir ku delîl bi baldarî werin berhevkirin û di vê pêvajoyê de malbat û civak bi awayekî rast û di wextê xwe de werin agahdarkirin.

Platforma Jinan a Wanê, têkildarî geşedanên dawî yên di dosyeya Rojîn Kabaîşê de meşeke girseyî li dar xist. Girse li ber Wan AVMê kom bû û bi pankarta “Ji bo Rojinê edalet! Ji bêcezatîyê, bêdengiyê û pergala dewleta mêr re êdî bes e!” û dowîzên “em ji bo Rojînê edaletê dixwazin”, “derengmayîna edaletê, bêedaletî ye”, “em edaletê dixwazin” û gelek dowîzên din heta Qada Bajêr meşiyan. Girseyê, dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “mêr lêdixe, dewlet diparêze” û “rektor îstîfa” berz kirin û bertek nîşanî îhmalkariya rêveberiya zanîngehê da. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê Gulderen Varli, endamên platformê û gelek jin beşdarî meşê bûn.

‘Hêj jî telefona Rojînê nehatiye vekirin’

Girseyê li Qada Bajêr daxûyanî da û  li ser navê platforma jinan Meryema Arslan metna daxûyaniyê xwend. Meryema Arslanê, diyar kir ku ew ji bo ku bibin dengê Rojînê, ji bo dîtina sûcdaran û ji bo hemû jinan derdikevin kolanan û got: “Salek e di lêpirsîna mirina gumanbar a Rojîn Kabaîşê de ti pêşketin çênebûye û telefona Rojînê hîn jî nehatiye vekirin, daneyên wê yên dîjîtal nehatine lêkolînkirin. Çima li dijî rayedarên zanîngeh û wargehan ti tedbîrek nehatiye girtin? Ev pirs salek e bêbersiv dimînin.”

Daxwazên xwe rêz kirin

Meryema Arslanê diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ji bo Rojîn Kabaîşê û hemû mirinên jinan ên gumanbar bidomînin û daxwazên xwe wiha rêz kir: “Em lêpirsîneke zelal û bibandor dixwazin. Divê delîl bi baldarî werin berhevkirin û di vê pêvajoyê de winda nebin, divê hêzên ewlehiyê hemû berpirsiyariyên xwe bicîh bînin, divê di vê pêvajoyê de malbat û civak bi awayekî rast û di wextê xwe de werin agahdarkirin. Em daxwaz dikin ku dozên ‘mirinên gumanbar’ ne bi girtina wan, bi zelalkirina wan bi hemû rastiyan ve werin ronîkirin.

‘Bila bîranîna Rojînê agirê têkoşîna me be’

Meryema Arslanê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dizanin ku edalet ne tenê di dadgehê de ye, di dengê kolanan, hêza hevgirtinê û têkoşîna hevpar a jinên ku baweriya xwe bi hev tînin de jî heye. Em ê vê têkoşînê ji bo Rojînê, ji bo hemû jinên ku hatine kuştin, bêdengkirin û paşguhkirin bidomînin. Bila bîranîna Rojînê agirê têkoşîna me be.”

Piştî daxuyaniyê, jinan 5 deqeyan çalakiya rûniştinê li dar xist. Piştre Dengbej Meryem Tûncer stranek li ser têkoşîna Rojîn û malbata wê ya ji bo edaletê got û çalakî bi dawî bû.

 

Etîket: JinmesROJINWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Nobeda Jin, Edalet û Bîrê: Wekhevî, azadî û ewlehî hat xwestin

6 COTMEH 2026
Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

23 ÎLON 2026
Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

4 ÎLON 2026
Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne