• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Tuşbayê hevgirtina jinan: “Daristana Jinan” hate vekirin

Wan / AW

5 MIJDAR 2025 - 17:35
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Di çarçoveya projeya “Daristana Jinan” a ku bi pêşengiya Komîsyona Jinan a Şaredariya Tuşbayê û bi hevahengiya Gerînendetiya Polîtikayên Jinê hate bicîhkirin de, 500 şitlên dara berûyê bi keda jinan hatin çikandin.

Li çalakiya çandina daran a ku li tenişta Perava Gel a Ala Şîn hate pêkanîn; Hevşaredara Şaredariya Tuşbayê Xanim Akkoş, Hevberdevka Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Leyla Çelîk, Dayikên Aştiyê, nûnerên rêveberiya herêmî, endamên meclisê yên jin û xebatkarên şaredariyê beşdar bûn.

Di çalakiyê de têkiliya dîrokî ya ku jinê bi xwezayê, axê û jiyanê re daniye hate teqezkirin. Jinan, bi dirûşmeya “Jin jiyan e, jiyan di kokên dara berûuê ya hezar salî de ye” şitil çandin. Avdana yekem a şitlan jî ji hêla jinan ve hat pêkanîn.

‘Her şitla ku bi destê jinê tê çandin civakê baştir dike’

Hevşaredar Xanim Akkoşê diyar kir ku projeya ku wan pêk aniye ne tenê xebateke darçandinê ye û wiha pêde çû: “Ev proje, diyarkirina pêwendiyê a xurt a di navbera jinan û xwezayê de ye. Em bawer dikin ku her şitla ku bi destê jinê tê çandin, ne tenê xwezayê, civakê jî baş dike. Ev xebat ne cara yekem e û dê nebe cara dawîn jî.”

Em ê bajêr bi rengê jinan bixemilînin

Xanim Akkoşê destnîşan kir ku ew ji bo xurtkirina jinan û xwezayê hewldanek mezin didin û eiha pê de çû: “Em ê bi alîkariyeke xurt hewl û keda xwe berdewam bikin. Em ê bi têgihiştineke demokratîk, ekolojîk û azadixwaz a jinan bajêrên xwe bi rengê jinan bixemilînin. Em ê bi jinan re jiyaneke ekolojîk ava bikin. Baweriya me xurt e ku em ê bi jinan re bajêr ava bikin.”

‘Bila ev şitil bibin vesîleya aştî û aramiyê’

Dayikên Aştiyê yên ku beşdarî çalakiyê bûn jî spasiya hemû jinên ku ev keda dane kirin û gotin: Em hêvî dikin ku ev şitlên daran bibin vesîleya aştiyê. Mezinbûna her şitlekê, kokvedana aştiyê ye.”

‘Bila jin neyên qetilkirin xweza neyê talankirin’

Hevberfevka Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Leyla Çelîk ê jî bal kişand ser têkoşîna parastina xweza û jiyanê ya jinan û got: “Me jinan li vir şitlên dara berûyê çandin. Armanca me ew e ku jin neyên qetilkirin, xweza neyê talankirin. Destê jinê li vê derê ax û xweliyê ket, em ê domdariya jiyanê mezin bikin. Jin jiyan e; jiyan di kokên dara berûyê ya hezar salî de ye.”

Şaredariya Tuşbayê bi projeya xwe ya “Daristana Jinan” mebest dike ku cihekî biafirîne ku ked û hevgirtina jinan tê de bijî û kok vede. Ev proje hem dê jiyana ekolojîk xurt bike û hem jî wekî şop û mîrateyeke hevpar a jinên li bajêr ber bi pêşerojê ve bidomîne.

Etîket: DaristanJinTûşbaWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Nobeda Jin, Edalet û Bîrê: Wekhevî, azadî û ewlehî hat xwestin

6 COTMEH 2026
Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

23 ÎLON 2026
Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

4 ÎLON 2026
Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne