• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Li Tirkiyeyê qanûnek ku pêşî li bidestxistina çekan bigire tune ye’

Omer Demîr / AW

16 NÎSAN 2026 - 08:50
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 2yemîn a Stenbolê Hanîfî Bayindir derbarê êrişên li ser dibistanên de diyar kir ku temaşekirina film û rêzefîlmên mafyatîk, medyaya civakî ya bêbinî û bêsînor, lîstikên dîjîtal ên şer, pevçûn dibin sedemên tundiyê û got: “Li Tirkiyê tu qanûnek ku pêşî li bidestxistina çekan bigire tune ye. Hêviya zarokan ji xwendinê nemaye û ji dibistanan dûr dikevin.”

Di 14ê Nîsanê de li navçeya Siwêregê ya Rihayê kesek êrişî Lîseya Pîşeyî û Teknîkî ya Anadoluyê ya Ahmet Koyuncu kiribû. Di encama êrîşê de 10 xwendekar, 4 mamoste, 1 karkerê kantînê û polîsek birîndar bûbûn.

15ê Nîsanê jî li Dibistana Navîn a Ayser Çalik a li Mereşê kesek bi êrişî dibistanê kir. Di êrişê de 9 mamoste û xwendekar hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn. Li dijî êrişan bertek û çalakiyên sazî û sendikayên mamosteyan berbelav dibin.

Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 2yemîn a Stenbolê Hanîfî Bayindir derbarê êrişan de ji ajansa me re axivî.

‘Pirsgirêkên civakî û aborî nehatine çareserkirin lewma encamên trajîk rû didin’

Hanîfî Bayindir diyar kir ku ev êriş ne pirsgirêka şexsî ye, pirsgirêka civakî, aborî û derûniyê ye û wiha got: “Ji ber ku pirsgirêkên civakî û aborî nehatine çareserkirin, lewma encamên wisa trajîk rû didin. Baweriya hikûmetê bi pergaleke perwerdehiya laîk û zanistî tune ye. Ji ber vê bêbaweriyê her dem hewl dide ku naveroka vê pergala perwerdehiyê vala bike, ji ber vê jî li welêt bi hezaran dibistanên olî ango îmam hatîban vekiriye û ciwanan qanalîzeyî van dibistanan dike.”

‘Li Tirkiyê tu qanûnek ku pêşî li bidestxistina çekan bigire tune ye’

Hanîfî Bayindir destnîşan kir ku her ku diçe zarok ji dibistanan dûr dikevin û ev yek anî ziman: “Li Tirkiyê tu qanûnek ku pêşî li bidestxistina çekan bigire tune ye. Ji ber vê yekê bidestxistina çekan tiştekî hêsan e, gelemperî zarok ji ber ku malbatên wan xizan in. Bi sedema vê yekê jî hêviya zarokan ji xwendinê nemayê û ji dibistanan dûr dikevin. Temaşekirina film û rêzefîlmên mafyatîk, medyaya civakî ya bêbinî û bêsînor, lîstikên dîjîtal ên şer, pevçûn û tundî dibin sedemên xerakirina derûniyê û tundiyê.”

‘Divê mafê mamosteyan ê qanûnî were xurtkirin’

Hanîfî Bayindir anî ziman ku divê demildest bergiriyên ewlehiyê bên girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştre jî divê axaftin û nêzîkatiya wezaret û rayedarên dewletê derbarê mamosteyan de bi awayekî pozîtîf bê guherîn. Divê mafê mamosteyan ê qanûnî were xurtkirin. Wezîrê perwerdehiyê û kesên eleqedar divê bi biryardarî piştevaniya mamosteyan bikin.”

Etîket: DibistanEgîtîm Senêrişên li dijî d ibistananSiwêreg
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
ZIMANGER: Pêwîste ku zimanê Kurdî di makezagonê de cih bigire

Lokman Babat: Divê siyaset zimanê Kurdî bike zimanê siyaseta xwe ya rojane

18 ÎLON 2026
‘Divê gelê Kurd weke herkesî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne’

‘Divê gelê Kurd weke herkesî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne’

16 ÎLON 2026
Ji Wanê bang kirin: Mafê zimanê dayikê mafekî mirovî ye

Ji Wanê bang kirin: Mafê zimanê dayikê mafekî mirovî ye

14 ÎLON 2026
Serdema nû ya perwerdehiyê: Divê Kurdî fermî bibe

Serdema nû ya perwerdehiyê: Divê Kurdî fermî bibe

11 ÎLON 2026
Nobeta edaletê ya karmendên ji kar hatine derxistin didome

Nobeta edaletê ya karmendên ji kar hatine derxistin didome

26 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne