• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Tilizêrê qurbaniyên Komkujiya 14ê Tebaxê hatin bibîranîn

Navenda Nûçeyan / AW

14 TEBAX 2025 - 20:14
Kategorî: ROJANE
A A
Li nehiya Tilizêrê, qurbaniyên komkujiya teqîna 14ê Tebaxê bi pêşengiya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi merasîmekê hatin bîranîn. Di merasîmê de hate gotin ku piştî fermana derbasbûyî, Êzidî bi rêxistinbûna xwe karîne dest bi jiyaneke nû bikin, xwe biparêzin û bi rêve bibin.

Li Tilizêr, gundê Ezêr û Sîba Şêx Xidir ên Şengalê 18 sal berê  komkujî pêk hat û zêdetirî hezar kes jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi boneya salvegera komkujiya 14ê Tebaxê merasîmek li dar xist. Beriya merasîmê, welatiyên Êzidî ji hemû gund û navçeyên Şengalê, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê, li ber avahiya Meclisa Gel a Tilizêr kom bûn û heta cihê teqînê meşiyan.

Piştî meşê ji bo bîranîna ruhê şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Paşê, li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê, Hevserokê Meclisê Nayîf Şemo, axivî û got: “Desthilatdariya wê demê bû sedem ku em di vê rewşê re derbas bibin. Divê em rastiyê bibêjin, nexwe wê zarokên me ji me re bibêjin we îxanet li me kir. Wê demê ev dever di bin destê PDKê de bû. Ji ber xemsariya wan, ev cih ji bo mirovahiyê bû xaleke reş di dîrokê de. Bila tu kes wisa fam neke ku em PDKê reş dikin, lê ev rastiya wan e.”

Şemo destnîşan kir ku ku ji ber baweriya wan ya qedîm ferman li ser wan hatine kirin û wiha domand: “Em baweriya herî kevn ya li ser rûyê erdê ne. Dijmin dixwaze me ji kokê rake. Em çawa Êzidî hatine ser dinê, emê heta dawiyê li ser bîr û baweriya xwe bin. Çiqas hewldan hatin kirin, kesî nikarîbû me û Şengalê ji hev qut bike.” Şemo da xuyakirin ku berî her tiştî divê ew xwe nas bikin û bi navê Êzidîtiyê xwedî li doza xwe derkevin.

Li ser navê malbatên şehîdan Îmad Navxweş jî got ku heta niha mafê şehîdan nehatiye dayîn û aqûbeta gelek kesan ne diyare, daxwaz kir ku taybetî gora bi kom a li ber Quba Şêxmend ku bi dehan cenazeyên bê nav lê ne, were rakirin û ji wan re testa  DNAyê were çêkirin da ku malbatên wan karibin daxwaza mafên xwe bikin.

Endamê Malbenda Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ya Şengalê, di axaftina xwe de got ku bi tovê berxwedaniya ku li Şengalê hatiye çandin, êdî ew dikarin daxwazên xwe ji xwe bikin, ne ji kesekî din an jî hikûmetên din û got: “Bi saya keç û xortên me ku niha parastina Şengalê dikin, em dikarin bi azadî li ser axa xwe bin.”

Endamê Meclisa Parêzgeha Mûsilê Îdan Şêx Kalo jî axivî û got: “Di wê pêvajoyê de gefên mezin li ser me hebûn, ji aliyê siyasî zêdetir ji ber baweriya me bû, lê çi bibe bila bibe, em ê dest ji bîr û baweriya xwe bernedin.”

Merasîm bi gotina helbestên li ser şehîdan bi dawî bû.

Paşê, gel berê xwe da gundên Ezêr û Sîba Şêx Xidir û li cihê teqînan şehîd bibîr anîn.

Etîket: BîranînKomkujîSengalTilizêr
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

3 COTMEH 2026
‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

3 COTMEH 2026
Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

25 ÎLON 2026
Şandeya leşkerî ya Iraqê serdana Şengalê kir

Şandeya leşkerî ya Iraqê serdana Şengalê kir

22 ÎLON 2026
Li Amedê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

Li Amedê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

12 ÎLON 2026

Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne