• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Sûriyê şikandina înkara 64 salan: ji bo Kurdên bêqeyd navendên qeydê vedibin

Navenda Nûçeyan / AW

21 SIBAT 2026 - 14:27
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Wezareta Hundirîn a Sûriyeyê ji bo Kurdên li Sûriyê ji qeydan hatine derxistin Biryarnameyak bi Hejmara 144/M weşand û li pênc parêzgehan navendên qeydê vekirin. Serlêdan dê 30 rojan berdewam bike û piştî 63 salan Kurd dê cardin bikaribin mafên xwe yên sivîl paşve bigirin.

Hikûmeta Demkî ya Sûriyê di çarçoveya Peymana 29ê Çile de Biryarnameyek bi Hejmara 144/M a têkildarî paşde dayîna mafên sivîl ên Kurdên di sala 1962yan de ji qeqdan hatine derxistin, weşand. Li gorî Biryarnameyê dê li parêzgehên Şam, Hesekê, Dêrezor, Helep û Reqayê pênc navendên serlêdanê bêne vekirin. Ev navend dê 30 rojan vekirî bimînin û serlêdanan qebûl bikin. Hemû Kurdên ji qeydan hatine derxistin dikarin serî li van navenda bidin û begeleyên ku tên xwestin radestî navendan bikin.

‘Înkara 64 salan dê bi dawî bibe’

Ji bo qebûlkirina serlêdanan jî belgeyên wekî têkildarî îkametên demkî, bêyî li demê bê nêrîn belgeyên ji hêla keyayan ve hatine dayîn, peydên dibistan û wêneyên ku ji sala 1962yan heta niha hebûna wan li Sûriyê nîşan dide, tên xwestin. Navendên peydan dê di demek kin de serlêdanan binirxînin û biryarê bidin. Li dijî serlêdanên nehatine qebûlkirin jî welatî dikarin serî li riyên dadgehê bidin. Bi vî awayî Kurdên bi armanca Erebkirina Rojavayê Kurdistanê 64 sal berî di bin navê, “maktûmeen/kesên bêqed” ji mafên mirovîn bêpar hatine hiştin dê bi dawî bibe.

Çi bibû?

Rejîma Baasê ji bo demografiya Rojavayê Kurdistanê biguherîne û bajarên Kurdan erebîze bike, di Cotmeha 1962yan de zagonek derxist. Ev zagon tenê li herêma Hesekê hate cî bi cî kirin. Nasnameyên bi deh hezaran Kurdan hatin betalkirin û hemû mafên wan hatin betalkirin. Bi vî awayî mal, milk û tapoyên Kurdan ji destê wan hatine girtin û li Ereban hatin belavkirin.

Kurd dê bikaribin doza axa xwe bikin

Piştî peyd hatin qebûlkirin Kurd dê bikaribin doza mafên xwe yên di sala 1962an hatine qaspkirin, paşve bigirin. Ji ber ku di Biryarnameya 13emîn û Peymana 29ê Çile de tê destnîşan kirin ku ziyanên ji ber bêqeyd hiştinê derketine holê dê bên îade kirin. Wekî encamek girîng a Şoreşa Rojava bi pêkanîna vê rewşê dê hewildanên guherandina demografîk a 64 sal berî niha û înkara nijadperestiya Baasê jî ji holê bê rakirin.

 

 

 

 

 

Etîket: Kurdistanpeydên KurdanRojavayê KurdistanêŞoreşa RojavaSûriye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Îsraîl bandora xwe li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike

Îsraîl bandora xwe li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike

12 ÎLON 2026
Doç. Dr. Yilmaz: Polîtîkaya Amerîkayê ya derbarê Kurdan de tune ye

Doç. Dr. Yilmaz: Polîtîkaya Amerîkayê ya derbarê Kurdan de tune ye

8 ÎLON 2026
Rejîma Îranê lez da biryarên darvekirinê

Rejîma Îranê lez da biryarên darvekirinê

31 TEBAX 2026
Li Şemrex û Dêrikê serdana bîranînan

Li Şemrex û Dêrikê serdana bîranînan

31 TEBAX 2026
Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne