• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Stenbolê mitînga 1ê Gulanê: Têkoşîna me ji bo civakeke demokratîk e

Stenbol / AW

1 GULAN 2025 - 15:26
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Mitînga 1ê Gulanê bi tevlibûneke girseyî li navçeya Kadikoyê pêk hat. Li ser navê Hezên Ked û Demokrasiyê aktîvîsta TJAyê Ayşe Aksoy metna daxuyaniyê xwend û diyar kir ku têkoşîna wan ji bo civakeke demokratîk e.

Bi pêşengiya Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cameweriyê (KESK), Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB), bi minesebeta 1ê Gulanê Roja Kedkar û Karkerên Cihanê bi dirûşmeya, “Ji bo ked, edalet, azadî û demokrasiye em ê bi ser bikevin” li Qada Rihtim a navçeya Kadıkoyê ya Stenbolê mitîngek hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari, serok û rêveberên partiyên siyasî, rêxistinên civakî û gelek kes bi pankart û flamayên xwe tev li, mitîngê bûn.

Partiyên siyasî, sendîka û rêxistinên civakî beriya mitîngê li semta Sogutluçeşme ya navçeya Kadikoyê kom bûn. Girseya bi kortejan tev li mitîngê bûn, beriya meşê li vir govend gerandin û stran gotin. Piştre jî girse bi pankart û bi kortejan meşiyan qada mitîngê. Girseyê di meşê de bê navber dirûşmeyên, “Bijî Yek Gulan”, “Bijî Serok Apo” herikîn qadê. Mitîngê ji bo bîranîna cangoriyên 1ê Gulanê hemû cangoriyên têkoşîna azadî û şoreşê bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê nûnerên sendîkayan, partiyên siyasî girseyê silav kirin.

Piştre jî daxuyaniya hevpar sendîkayên mitîng li dar dixînin hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku jiyaneke wekhev û azad pêkan e û ev yek jî bi têkoşîna hevpar a karkeran pêk tê.

Peyama Demîrtaş hat xwendin

Piştre jî peyama Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ku ji Girtîgeha Edîrneyê şandibû hat xwendin û peyama Şeredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ku şandibû hat xwendin.

Piştre jî xwendekar, jin, karker û kesên teqawîd bûn e li ser dikê axivîn û têkoşîn û daxwazên xwe anîn ziman.

‘Têkoşîna me ji bo civakeke demokratîk e’

Metna daxuyaniyê ya Hezên Kêd û Demokrasiyê ya Kurdî ji aliyê aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Aksoy ve hat xwendin. Ayşe Aksoy bi lêv kir ku têkoşîna wekheviya karker û hemû azadîxwazan berdewam dike û got ku aştî û civakeke demokratîk tenê bi têkoşîna hevpar a çîna karkeran û hemû bindestan pêkan e. Ayşe Aksoy wiha dirêjî da axaftina xwe: “Polîtîkayên şer, dijminatiya bi neteweperestiyê gurrkirî û rejîmên zext û zordarîyê ku îradeya gelan tune dihesibînin, li dijî van hemûyan, em jiyaneke bi hev re, azad, wekhev û li ser xwişk û biratiyê avabûyî diparêzin. Têkoşîna me ji bo civakeke demokratîk e ku tê de hemû kes bikarin bi nasname, bawerî û çanda xwe bi awayekî azad bijîn, tê de şer û mêtingerî nebe; berevajiyê vê, hevgirtin û edalet lê serwer be. Em weke kesên ku li vê meydanê hatine cem hev dizanin ku hêza me ya rêxistinkirî temînata aştî û demokrasiyê ye; em pişta xwe didin vê hêza xwe û em bang li hemû gelan dikin ku werin û em bi hev re vê siberoja hevpar ava bikin.”

Piştî axaftinan Koma Munzur li ser dikê stran gotin û mitîng bi stran, gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: 1ê GulaneMitînga 1ê GulanêStenbol
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

16 TEBAX 2026
Ciwanan li Stenbolê 15ê Tebaxê pîroz kir

Ciwanan li Stenbolê 15ê Tebaxê pîroz kir

16 TEBAX 2026
Cenazaya Çîçekî yo ke Japonya de bi hawayêko guman cuya xo ra bibi, ard Tirkîya

Malbatê cenazeyê Murat Çîçek anî Stenbolê

17 TÎRMEH 2026
Ciwanan li dijî tiryakê hevdîtina gel li dar xist

Ciwanan li dijî tiryakê hevdîtina gel li dar xist

16 TÎRMEH 2026
Bîranên berxwedêrên 14ê Tîrmehê: Em şopdarên rêya wan in

Bîranên berxwedêrên 14ê Tîrmehê: Em şopdarên rêya wan in

14 TÎRMEH 2026
Li Stenbolê panela Komkujiya Geliyê Zîlan hat lidarxistin

Li Stenbolê panela Komkujiya Geliyê Zîlan hat lidarxistin

11 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne