• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Şirnexê çûna 87 gundên vala hîna jî qedexe ye!

Nedim Oruç / AW

2 HEZÎRAN 2026 - 09:12
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Di salên 1990î de li Şirnexê bi sedan gund ji aliyê dewletê ve hatin valakirin û heya niha ketine 87 gundan qedexe ye, destûra ji bo çûna gundan tê dayîn jî ji bo rojekê an jî demeke kurt e.

Li bakurê Kurdistanê ji salên 1980yî heya salên 2000î bi hezaran gund bi destê dewletê hatin şewitandin û valakirin. Gelek welatiyên ku gundên wan di navbera van salan de hatine valakirin bi demê re li warên xwe vegeriyan û cardin gundên xwe ava kirin. Her çiqas gelek gund cardin hatibin avakirin jî bi sedan gund hîna jî vala ne û heya îro destûr nehatiye dayîn ku welatî vegerin ser axa xwe. Dema destûr tê dayîn jî piranî ji bo nava rojê destûr tê dayîn û gelek caran jî dema daristan tên birîn ev destûr tê betalkirin. Her wiha gelek gund hene ku qet destûra ketina wan nayên dayîn.

Ev polîtîkaya dewletê ya salên 1990î herî zêde li ser bajarê Şirnexê hat birêvebirin û heya niha jî 87 gundên bi ser navenda Şirnexê û navçeyên wê vala ne û vegera gundiyan a ser axa xwe niha jî qedexe ye. Her çiqas ketina van gundan ji welatiyan re qedexe be jî dewlet ji bo derxistina petrol û komirê her wiha ji bo birîna daristanan dikeve van deveran. Ev gundên vala xwediyê dewlemendiyên binerd û sererd in ji ber vê yekê welatî tên astengkirin.

Li gundên vala yên Cûdî û Gabar ji ber teqandina dînamîtan av nemaye

Gundên vala bi taybetî li herêma Besta, derdora Çiyayê Cûdî û Çiyayê Gabarê ne. Li hundir û qontara Çiyayê Gabarê gundên bi navê Deşta Lala, Meydîn, Dêrşew, Qernê, Zivingo, Êrê, Spîvyan, Berê Mirê, Aşilmên, Miştaxe, Basret, Bînisra, Zêwêya Kevn, Hirariş, Birke, Biyave, Nihgê, Finik, Gundkê Remo, Berkever, Emorya, Cinêt, Gurdila, Memîroka, Geliyê Nihgê heya niha jî vala ne.

Li hundir û qontara Çiyayê Cûdî gundên weke, Divin, Cifane, Akêt, Gilindor, Spîndarok, Gundikê Remo, Nêvava, Bilga, Cilbiya, Silib, Girê Çolya, Babga, Sorbitmê, Germgê, Şemga, Dêrgê, Xinis, Hesedoka, Bêşêrê, Şilerût, Serê Dehlê, Şax û Hebler vala ne û gelek ji van gundan ji ber vekirina kanên komirê êdî bêçavkaniyên avê mane.

Li cihê gundên vala qaleqol hatine çêkirin

Li herêmên dikevin derdora navçeya Qilebanê jî gundên Hoze, Mêre, Axyan, Xwarê Şêro, Pîrane, Hîlal, Nêrweh, Hodane, Ziravkê, Kalgê, Mijîn, Şirîş, Bileh, Zêvya, Aloş, Şiyê, Bazyan, Tolik, Sinê, Gozê Kurkê hatine valakirin û li ser axa van gundan bi dehan qaleqol û qereqolên leşkerî hatine valakirin.

Li derdora gundên Besta yên hatine valakirin dar tên birîn

Yek ji herêmên ku herî zêde gund lê hatine valakirin jî Herêma Besta ye. Li Herêma Bestayê gundên bi navê Avyan, Kenî Ferşkê, Xirbê Bestê, Kenî Sîvgê, Behra Hincê, Çala, Sergê Mehemê Oso, Kela, Çemkê Tehlo, Bacît, Giregê, Romaran, Kûrta Xanê, Tûşimya, Cinîwer, Bişiyê Reş, Zirvî, Bolûzer, Dêryan hatine valakirin. Ev gund hemû dikevin nava Herêma Besta û cerdevanên herêmê hemû darên li van gundan dibirin û daristanan talan dikin.

‘Çûna gundan ji bo talanê serbest e lê ji bo me qedexe ye’

Welatiyên ku gundên wan hatine valakirin û hîna jî nikarin biçin ser axa xwe bertek nîşanî vê polîtîkaya dewletê dan. Welatiya bi navê Esmer Çikmaz ku ji gundê Dêrşewê yê li Çiyayê Gabarê ye diyar kir ku ew piştî 33 salan tenê carekê bi destûra rojekî çûye gundê xwe û wiha axivî: “Piştî 33 salan me rojekê destûr xwestiye û em çûne gundê xwe. Bê destûr em nikarin biçin gundê xwe. Kesên xwezaya me talan dikin ji wan re her tim çûn serbest e. Dema em çûne gund me dît ku bi dînamîtên petrolê gund nemaye. Hemû gundên me xerab kirine û daristanên hemû gundên me birîne. Mixabin îro em nikarin biçin ser axa xwe, em naxwazin zerarê bidin xwezaya me. Salên 1900î em bi zorî derxistin êdî em dikarin vegerin ser axa xwe.”

‘Em di xewnên xwe de jî gundê xwe dibînin’

Halîme Gulçe jî yek ji şêniyên Gundikê Remo yê li Çiyayê Cûdî ye. Helîme Gulçe dibêje li gel ku 34 sal ser valakirina gundê wan re derbas bûye jî ew hîna jî xewnên li gundê xwe dibîne û talana ser gundê xwe wiha vegot: “Gundê me hemû xerab kirine, ne av hiştine, ne kavilên gundê me hiştine. Dema em bi destûrê çûn gundê xwe me gundê xwe nas nekir. Em niha jî xevnên gundê xwe dibînin. Em dixwazin vegerin ser gundê xwe û ser axa xwe koça dawî bikin. Em jî dixwazin weke herkesî li ser axa xwe jiyan bikin.”

‘Bila rêya gundên me çêbikin em ê vegerin ser axa xwe’

Welatiyê bi navê Yûsûf Denîz ku ji gundê Bilga yê dikeve navbera Cûdî û Herêma Besta ye daxwaz kir ku destûr were dayîn her kes biçe ser gundê xwe û wiha axivî: “Ji roja gundê me hatiye valekirin çûna gundê me qedexe ye, dema di salên dawî de destûr tê dayîn jî bi destûra qereqolê em dikarin biçin. Em dixwazin rêya gundê me were çêkirin av û elektrîk were kişandin û em biçin ser gundê xwe. Em êdî naxwazin xwîn were rijandin. Li wan bajarên em koçî bûne tiştek ê me tuneye û hemû milkê me li gundan e. Kesên daristanên me dibirin dikarin rehetî biçin lê ji bo me qedexe ye. Em naxwazin tu kes biçe ser gundê me û zerarê bide xwezaya me.”

Etîket: Çiyayê CûdîÇiyayê Gabarêgundên Şirnexêgundên valaHerêma BestayêNedîm Orûçpolîtîkaya salên 90îşewitandina gundan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nedîm Seven: Eger ku dewletê rê vekiriba niha em li Amed û Enqereyê bûn

Nedîm Seven: Eger ku dewletê rê vekiriba niha em li Amed û Enqereyê bûn

11 TÎRMEH 2026
Li Bestayê birîna daran dest pê kir!

Li Bestayê birîna daran dest pê kir!

10 TÎRMEH 2026
Şahidê salên 90î: Em dixwazin di nav pargelek demokratîk û azad de bijîn

Şahidê salên 90î: Em dixwazin di nav pargelek demokratîk û azad de bijîn

27 HEZÎRAN 2026
Hevalê Çaran ê zindanê: Hewcehiya me bi ruhê Zindana Amedê heye

Hevalê Çaran ê zindanê: Hewcehiya me bi ruhê Zindana Amedê heye

17 GULAN 2026
Nûçegihanê me Nedîm Oruç ji girtîgehê derket

Nûçegihanê me Nedîm Oruç ji girtîgehê derket

24 NÎSAN 2026
Nûçegihanê me Nedîm Oruç du roj in di binçavan de ye

Nûçegihanê me Nedîm Oruç û 19 kesên girtî tehliye bûn

24 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne