Dozên rojnameger Abdûrrahman Gok û Nedîm Orûç ku li Amed û Şirnexê dihatin lidarxistin, hatin taloqkirin.
Danişînên dozên rojnamger Abdûrrahman Gok û Nedîm Orûç li Amed û Şirnexê hatin lidarxistin û her du doz jî taloqî dîrokên pêşdetir hatin kirin.
12yemîn danişîna doza Rojnamevan Abdûrrahman Gok ku ji ber îfadeyên Umît Akbiyik tê darizandin li 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Rojnemevan Abdûrrahman Gok, parêzerê wî Resûl Tamûr û Mehmet Emîn Aktar, endamên DFGê û ÎHDê di danişînê de amade bûn.
Piştî tespîtkirina nasnameyê rojnemevan Abdûrrahman Gok daxwaza beraeta xwe kir. Parêzer Tamûr û Aktar jî xwestin ku kêmasiyên di dosyeyê de werin temamkirin.
Heyeta dadgehê doz taloqî 17ê Çileyê kir.
Doz hat taloqkirin
3yemîn danişîna doza rojnameger Nedîm Orûç li 1emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hat lidarxistin. Di danişînê de parêzerê Nedîm Orûç Huseyîn Sedat Sulger amade bû.
Piştî tespîtkirina nasnameyê parêzer Huseyîn Sedat Sulger di danişînê de xwest ku amûrên çapemeniyê yên muwekîlê wî werin dayîn. Heyeta dadgehê ev daxwaza parêzer red kir û ji bo kêmasiyên dosyeyê werin temamkirin doz taloqî 12yê Mijdarê kir.













