Navenda Nûçeyan – Endamê Koma Aştî û Civaka Demokratîk Nedîm Seven ê ku di 11ê Tîrmeha 2025an de tev li merasîma şewitandina çekan bibû destnîşan kir ku ji bo pêvajo li pêş bikeve divê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were mîsogerkirin û heger dewleta Tirkiyeyê gav avêtibana wê wan niha li Amed û Enqereyê xebatên siyaseta demokratîk bikirina.
Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibata 2025an ji aliyê Tevgera Azadiya Kurdistanê ve gelek gavên dîrokî hatin avêtin. Yek ji van gavan jî merasîma şewitandina çekan a bi pêşengiya Hevseroka Konseya KCKê Besê Hozat û Endamê Komîteya Navendî ya PKKê Nedîm Seven (Behzat Çarçela) li Şikefta Casenayê bû. Bi ser merasîma şewitandina çekan re salek derbas bû û heya niha li hemberî van gavên dîrokî ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve gavên şênber nehatine avêtin. Endamê Koma Aştî û Civaka Demokratîk û endamê Tevgera Azadiya Kurdistanê Nedîm Seven (Behzat Çarçel) ku 11ê Tîrmeha 2025an tev li gava dîrokî ya şewitandina çekan bûbû, derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û her wiha li ser salvegera yekemîn a merasîma şewitandina çekan ji Ajansa Welat re axivî.
Nedîm Seven di axaftina xwe de bal kişand ser gavavêtina dereng a dewletê û got ku heger dewleta Tirkiyeyê gavên cidî avêtibûna niha wan îro dê li Amed, Dêrsim, Enqere û Stenbolê xebatên siyaseta demokratîk bi rê ve bibira.
Nedîm Seven di destpêka axaftina xwe de cangoriyên azadiya Kurdistanê bi bîr anîn û wiha got: “Di serî de pêşengê tekoşîna şoreşa Kurdistanê, her wiha rêvebiriya sosyalîzma demokratîk, nirxên esas yên mirovatiya pêşketî temsîl dike, kedeke mezin mezin vaye 53 sal in dide Rêber Apo silav dikin. Şehîdên şoreşa Kurdistanê, şehîdên demokrasiyê û şehîdên azadiyê bi bîr tînîn. Bi taybetî kesayeta şehîdên me yên mezin H. Fûad, H. Riza her wiha yên di vê pêvajoyê de demdirêj bi rola xwe rabû, pêşengî kir, di vê oxirê de şehîd ket hevalê Sirri Sureyya Onder, her wiha hosteyê mezin Kadîr Înanir ku di pêvajoya 2013-2015an de kedek mezin da û hemû cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê bi bîr tînin. Bejna xwe li ber hemû şehîdên aştî, demokrasi û azadiyê ditewînin.”
‘Di aliyê gav avêtinê de pêvajo yek alî dimeşe’
Nedîm Seven banga Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk bi bîr xist û axaftina xwe wiha berdewam kir: “ Pêvajoyeke pir girîng û stratejîk e. Ev pêvajo di 27ê Sibata 2025an bi banga Rêber Apo dest pê kir. Rêber Apo bangewaziya kir, tenê ne ji bo pêvajoya têkoşîna stratejîk ya çekdarî rawestîne kiriye. Esasê xwe ev pêvajo ji bo mirovatiyê, ji bo demokrasiyê, ji bo azadiyê, ji bo avakirina civakeke nû û demokratîk manîfestoyek weşand. Tevgera me jî ew manîfesto bi bangewaziyek dil û can erê kir. Destpêkê 1ê Adara 2025an agirbest îlan kir. Piştre PKKê kongreya xwe ya 12emîn pêk anî. Di çarçoveya kongreya PKKê ya 12emîn de stratejiya civaka aştî û ya neteweya demokratîk erê kir. Divê ev pêvajo wisa were xwendin. Niha her kes nîqaş dike, nîqaşa çareserkirina çekê ye. Dibêjin wê çawa çareser bibe. Rê û rêbazên vê yekê ji aliyê polîtîk, îdeolojîk, siyasî û rêxistinî ve Rêber Apo danîne. Bi ser pêvajoyê re salek û nîv derbas bû, lê belê ev pêvajo bi pêşengiya Rêber Apo, tevgera Apocî û gelê Kurdistanê yek alî nameşe. Helbet hinek gav hatine avêtin, em van gavan înkar nakin lê belê hem raya giştî, hem jî hêzên demokratîk, dost û sosyalîst jî divê vê baş bizanibin, gavên tên avêtin yek alî nabin.”
‘Divê zimanê nûnerên dewletê were guhertin’
Nedîm Seven diyar kir ku gelek alî her wiha nûnerên dewletê jî gelek tang nêzî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dibin û ev nirxandin kir: “Armanca Rêber Apo û banga Devlet Bahçelî guhertin û veguhertina netew dewletê ye. Lê belê gelek alî vê yekê baş nanirxînin û teng digirin dest. Vê yekê weke meseleya çek danînê, çek tunekirinê fam dikin. Di esasê xwe de her awayî tekoşîna azadî, civakî bi rê û rêbazên dîyalogê, dan û stendin û siyaseya demokratîk pirsgirêk çareserkirin e. Pirsgirêkên civakî ne, yên siyasî ne, yên hiqûqî ne, yên guhertin û veguherandinê ne. Ev yek ji azadiya jinê heya azadiya civakê hemûyê di nava xwe de digire. Ji ber vê yekê divê mirov teng nêzî meseleye nebe. Dewleta Tirk weke muxatap Rêber Apo digire dest, ji aliyê din ve ev pêvajo fîîlî qebûl kirin. Lê ji aliyê din ve watedayîna wan teng e û ‘terorîzm û dijî terorîzmê tekoşîn’ ev zihniyet nehatiye guhertin. Him di civîn û diyalogên tên kirin de, him ji daxuyaniyên ji çapemeniyê re tên dayîn divê watedayînek ya pêvajoyê hebe û divê ev hevok û gotin ji holê rabin. Mixabin salek derbas bû watedayîn an jî pênaseya vê yeke nehate kirin. Rast e cara yekemîn di asta meclîsê de komîsyonek hate avakirin. Ser sedê 70-80 meyleke ku erênî nêzî pêvajoyê bû derket holê lê watedayîna wan de kêmasî heye. Ew watedayîn çi ye, hêjî pirsgirêkê teng digirin dest. Beriya çend rojan jî Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş hêjî hevokên, ‘Tirkiyeya bêteror, herêma bêteror’ bikar dianîn. Lê divê watedayînek hebe. Pirsgirêkek sedan salan heye. Pirsgirêka gelê Kurdistanê ye, ya nasnameya gel e, ya çanda gel e, ya pênasekirina nasnameya dîrokî ya Kurd û Kurdistanê ye. Bi hevokên wisa bêwate çênabe. Divê ev ziman û ev nêzîkatî were guhertin.”
‘Di dîroka mirovahiyê de gaveke weke ya şewitandina çekan tune ye’
Nedîm Seven da zanîn ku gavên wan avêtine girêdana wan a bi Abdullah Ocalan re dide nîşandan û ev yek anî ziman: “Li gel van hemû tiştan Rêber Apo xwînsar nêzîk bû û bê vê cîdiyetê pêvajo bê bela gihand heya îro. Gelek guhertin çêbûn di Şoreşa Rojava de pirsgirêkên derketin holê, di Sûriyeyê de komployên wê pêvajoyê li pêş ketin, li rojhilatê Kurdistanê şerên diqewime, êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê, hemû li ber çavan e. Pirsgirêka Kurd qereqterê wê bûye pirsgirêkek gerdûnî. Ev pirsgirêk êdî ne tenê Kurdistanê an jî Rojhilata Navîn eleqeder dike. Dema mirov van hemûyan bide berçav muxatabê Rêber Apo, muxatabê Tevgera Apoyî û gelê Kurd, dewleta Tirkiyeyê gavên pir biçûk avêtin. Em dikarin bêjin Tevgera Apoyî gavên stratejîk, bê tirs û cidî avêtin lê yê muxatabê vê yeke dewleta Tirk weke kûsî dimeşe. Gavên xwe pir taloq dikin. Li gor berjewendiyên xwe yên pragmatîk nêzîk dibin. Gavên PKKê yên weke sekinandina şer, vaye salvegera wê ye, 11ê Tîrmeha 2025an di pêşengiya heval Besê de bi sih hevalan re çek şewitandin. Ev gav ji raya giştî re, bi nasnameyek vekirî, helwesteke dîrokî, gav avêtineke stratejîk, di dîroka mirovahiyê de tişteke wiha tuneye me çek çewitandin. Vê yekê biryardariya me, cîdiyetiya me, hestiyariya me û girêdana me da diyarkirin. Vaye îspateke û em hêja li ser wê xetê ne, li ser xeta Rêber Apo ya stratejîk in. Lê mixabin muxatabên Kurd û Kurdistaniyan, dewleta Tirk gavên pir lawaz diavêjin. Rast komîsyon hate avakirin, çûna cem Serokatiyê û muxatap girtin girîng e.”
‘Li miqabilê aştiyê di civîna NATOyê de hêza şer tê nîqaşkirin’
Nedîm Seven sekna dewletê ya li hemberî pêvajoyê û her wiha civîna NATOyê ya li Tirkiyeyê hate lidarxistin jî nirxand û wiha got: “Serokatiya me sekna xwe ji bo aştiyê diyar kiriye. Bi vê yekê hatiye îspatkirin ku Serokatî siyaseta demokratîk û azadiyê temsîl dike. Kî terorîst e ew diyar bû, kî dan û stendina wî ya mirovatî û aştiyane heye ew jî diyar bû. Serokatî ev îspat kir. Lê miqabilê me hêja şer tê nîqaşkirin, di civîna NATOyê de bi berfirehî her kes hewl dide çekên xwe zêde bike. Her kes aliyê nukluerî, kîmyewî çekan zêde dike. Beriya du rojan civîna NATOyê pêk hat û hêja jî biryarên wê têne nîqaşkirin. Ev hemû ji bo nêzîkbûnên siyasetên dagirker, hegomonîk pêşxistina wan e. Li vir îspat bû ku him stratejik nêzîkbûnên Rêber Apo, him Tevgera Apocî ku di hemû gavan de li gorî xeta Rêber Apo dimeşe, weke Koma Aştî û Civaka Demokratîk me bi çekşewitandinê niyeta xwe diyar kir ku em amade ne ji bo siyaseta demokratîk gav biavêjin lê mixabin ev sal hemû vale derbas bû. Di hemû milan de siyaseyên cuda cuda têne meşandin, sibe wê çi bibe ne diyar e. Lê belê em weke Tevgera Apocî bi biryarên Serokatiya xwe ve girêdayî ne. Hêj jî em li wê noqteyê ne. Me dixwest em ji wê noqteyê pêşdetir bin. Ne meşa kûsî, meşeke zêdetir radîkal û bi cesaret niha me karîba li Amedê, Li Dêrsimê, li Enqere û li Stenbol siyaset bikira. Niha hewce nedikirin em di van çiyan de bangewaziyan bikin. Hewce nedikir ev qas dirêj kiriban û ev nêzîkatî cihê rexneyê ne.”
‘Divê dewlet dev ji berjewendiyên xwe berde û tişta hewce bike’
Nedîm Seven gotinên Devlet Bahçelî yên ji bo statuya Abdullah Ocalan bi bîr xist û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Bila raya giştî û raya gelê Kurdistanê jî vê yekê baş bizanibe ku ev vê pêvajoyê, ponijandina wê, rêvebirina wê xebata wê bi tercubeyên 53 salan gav divêjin. Divê di vî alî de xwûnsar, cesaret bi însiyatîf girêdayî Rêber Apo bitekoşin. Hinek rewşebîr, fîlozîf, akademisyen şev û roj derdikevin ser televîzyonan nexşeyan dertêxin û nirxandinan dikin, di eslê xwe de ev hemû zîhniyeteke qirêj û bi plan e. Dema Rêber Apo bangewaziya 27ê Sibatê kirî hemû cîhanê ev yek eciband. Ne tenê dewleta Tirk yên ku modernîteya kapîtalîst temsîl dikin pêvajo rast dîtin. Dost û dijminan ev pêvajo qebûl kir. Dema dor hate gav avêtinê her kes berjewendiyên xwe dinêre. Tişta hêsan çi bû? Banga Serokatiya çêbû, divê gav bihatan avêtin. Dan û stendin çêbibin û gavên pratîkî werin avêtin. Ji bo provakasyon çênebin û cihê baweriyê çê bike. Him baweriyê bide gelê Kurdistanê him jî baweriyê bide gelê Tirkiyeyê. Diviyabû ji bo van yekan gavên şênber biavêtina. Gavên şênber jî ev bûn; Statuya Rêber Apo ya azadî, ewlehî û tenduristiyê lazim e mîsoger bûba. Yek biryara kongreya PKKê ya 12emîn heye. Ev jî ew e ku Rêber Apo sermuzakerevan e. Bi vê biryarê hat gotin ku Rêber Apo temsîla me hemûyan dike û çi dibêje ew ji bo me derbasdar e. Rêber di şertên tecrîdê yên 27 salan de dê çawa pêvajoyê bimeşîne. Lazim me şertên Rêber Apo yên ewlehî, tenduristî û siyasetkirinê hatiban sererastkirin. Em ji bo van dibêjin yasayên azadiyê. Yasayên azadiyê ji Rêber Apo dest pê dike. Devlet Bahçelî got divê statuya Rêber Apo were diyarkirin, di gotinê de heye lê di pratîkê de tune ye.”
‘Heya azadiya fizîkî ya Rêber Apo çênebe pêvajo li pêş nakeve’
Nedîm Seven li ser azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan jî rawestiya û destnîşan kir ku heya azadiya Ocalan pêk neyê pêvajo li pêş nakeve û wiha axivî: “Pêvajoyên cîhanê hene weke ya Nelson Mandella, em nabêjin bila modela weke ya Efrîkaya Başûr rast e rast were bicihkirin lê weke mînak dikarin rêbaza hefsa malê bikar bînin. Dibêjin bila ev ‘Modela Tirkiyeyê’ ye be û di nava me de be. Divê pêvajo ji raya giştî re bibe mal, em nikarin naxweyî bihêlin ji ber ku îro di cîhanê de çi diqewime deqeya xwe de her kes pê agahdar dibe. Pêvajo jî divê ji raya giştî re bibe mal. Tişta herî ewil hatiba kirin şertên Rêber Apo yên dan û stendinê bihata cih. Diviya Rêber Apo bikara hevalên xwe bibîbe, akademîsyenan bibîne, bikara xwe bigihanda çapemeniyê û bi rêya çapameniyê xwe bigihanda hemû raya giştî û Tirkiyeyê ye. Diviya bi dehan rojnemevan, akademîsyen û heyetên cîhanê çûbûna cem Serokatiyê. Wê demê da gelek gavên pêşketîtir çêbûban. Diviya hevîdtin zêdetir bûna. Her 45 rojan carekî, du mehan carekî pêvajo dê çawa pêş bikeve. Ev pirsgirêkek sedan salan e û bandora xwe li ser hemû Rojhilata Navîn heye. Îro 47 roj e hevdîtin bi Serokatiyê re nayê kirin. Bi vî rengî siyaseta demokratîk nabe. Divê Serokatî 24 saetan azad be û bikaribe bi her kesî re têkilî dane. Ev yek heya niha nehatiye kirin. Heya ev neyê kirin pêvajo pêş nakeve.”
‘Ji 25ê Gulanê heya niha tu nêrînek Rêber Apo negehiştiye me’
Nedîm Seven derbarê qanûna çarçoveyê de jî destnîşan kir ku qanûn yek alî çênabin û wiha got: “Vaye 45 roj e televîzyonên Tirk dibêjin çarçove qanûn dê derbikevin, her wiha dibêjin beriya meclîs were girtinê ev qanûn ê derbikevin. Ev hema di nava xwe de diaxivin. Bi xwe xwe diaxivin, ji kê re diaxivin? Qey muxatabê wan ne em in, heya niha tiştek nehatiye gel me. Ji 25ê Gulanê heya niha tu nêrînek ya Rêber Apo negehiştiye me. Ji 25ê Gulanê heya niha em nizanin kî çûye gel Serokatiyê. Daholê jî zurneyê jî ji xwe re lêdixin û piştre dibêjin em ê pêvajoyê pêş bêxin. Yek alî pêvajo pêş nakeve, lazim e ev dîlana bi hev re were girtin. Heger dîlan bibe dîlanek demokratîk û aştiyane lazim e tu bi muxatabê xwe re 24 saetan dan û stendinê bikî. Ev yek ewil bi Rêber Apo re dibe, paşê bi Tevgera Apoyî û hêzên demokratîk re dibe. Vaye çend caran kesên xelata Nobelê girtine bangewazî kirin. Mirov qedrê rewşenbîriyê digire, dewleta Tirk vî qedrî jî nagire. Siyanet di vê dewletê de tuneye. Rêbaza ku îro dewlet bikartîne rê li ber provakasyonan vedike. Dema menfaeta wan hebe hevdîtinan dikin, dema nebe nakin. Ev şêwaz ji provakasyonan re vekiriye û wê zerarê bide pêvajoyê. Em him nûnerên dewletê him ji yên vê derheqê de xwe perpirsyar dibînin şiyar dikin. Heger gavan şênbertir, vekirî û zelaltir neavêjin xeteriyên gelek mezin hene. Ev pêvajo yek bi dilnizmiyê, dudo bêyî ku niyet were xwendin divê bi bawerî û siyaset derbas be. Di netîceyê de 46-47 salan her du aliyan şerek kiriye. Yek gelê Kurdistanê temsîl dike, yek jî aliyê dewleta Tirk e. Divê bi siyaseteke rast were meşandin, divê ne ji bo berjewendiyên hilbijartinan, ne ji bo berjewendiyên demkî, ji bo hinek polîtîkayên aborî ev pêvajo divê neyê qurbankirin. Pirsgirêkek stratejîk heye, ev pirsgirêk kangiren e, pirsgirêka azadiya gelê Kurdistanê ye. Destûra bingehîn ya dewleta Tirkan de hatiye înkarkirin. Divê di destûra bingehîn de guhertin pêk werin. Divê nasnameya gelê Kurdistanê xwe di destûra bingehîn de îfade bike û ev yek were qebûlkirin. Niha di nava xwe de çarçove qanûn nîqaş dikin. Navê van qanûnan çi be bila ew be lê divê bi muxataban re tu çareser bikî. Niha dibêjin beriya meclis were girtin dê çêbibe, lazim e em bizanin çi têde heye. Tişteke em nezanin em ê çawa binirxînin. Em ê çawa vê yekê qebûl bikin. Li çiyayên Kurdistanê bi hezaran hêz heye. Bi hezaran kesên ji vê yekê mexbûr bûyî hene. Li welat û derveyî welat bi dehezaran kesên bandora xwe ji vê pirsgirêkê girtî hebe. Tu van hemûyan nexî nava qanûnê dê çawa çaserî pêk were.”
‘Vaye saleke destê me li hewa maye’
Nedîm Seven diyar kir ku destê aştiyê yê gerîlayên ku çek şewitandine vaye saleke li hewa maye û axaftina xwe wiha domand: “Li ser esasê banga Serokatiyê bi heyecan û coşeke mezin bi 30 hevalan re gavekî ber bi siyaseta demokratîk çûn. Me çek şewitandin lê belê destê me li hewa ma. Bi vê sekna gav neavêtinê dibêjin me careke din herin çekên xwe hildin. Vaye saleke em li bendê de siyaseta demokratîk di destûra bingehîn de an jî çarçove qanûnê de bibe biryar. Ji vê gavê zêdetir tiştek tuneye, tu dibêjî ez xwe ji çekê xelas dikim. Min dawî li şerê çekdarî yê stratejîk anî. Em xwe ji zîhniyeta tundiyê dûr dixim. Me çiqas kuştin li hev kiribe jî em destê dan û stendinê, destê xwîşk û biratiyê dirêj dikin. Lê tu wî destî li hewa dihêlî. Dema rêya çareseriya siyaseta demokratîk venebe çiyayên Kurdistanê dê ji dehezaran veguhere mîlyonan.”
‘Divê dewlet gavavêtinê bi derengî nexîne’
Nedîm Seven dereng gav avêtina dewleta Tirkiyeyê rexne kir û ev tişt gotin: “Divê dewlet vê derheqê de dereng nemîne. Divê dewlet cidî be, helbet mafê me jî yê xweparastinê heye, em ne berxên li ber kêrê ne. Heger cidî bûna li hember helwesta Serokatiyê gere heya niha li Enqere nûnerên dewletê bi Serokatiyê re li ser maseyî rûniştibûna. Yan jî Serokatî li Amedê rûniştîbû û bi nûnerên dewletê re dan û stendin dikirin.Em bi nirxên avaker yên şehîdên şoreşa Kurdistanê ve hatine ponijandin. Kes bila wisa nefikire 53 salan dehezaran şehîdên me, hezaran nirxên hatine avakirin, nirxên ziman û çand û huner û civak, pêşengiya azadiya jin modela cîhanê hemûyê, nirxên detewa demokratîk yên hatine pêşxistin em dev jê berdin. Ev yek xeyal e ku em dev ji van berdin. Raya gelê Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê divê wisa bifikire; Ev mirov cidî ne, di siyaseta demokratîk de bi biryar in, felsefeya azadî û demokrasiyê, rêyên sosyalîzmê mutleqa wê xeta enternasyonalîzmê mîsoger bike. Lê belê em ê van hemûyan bê tundî pêk bînin. Ji bo ku bê tundî em gavan biavêjin lazim e muxatabê me jî dev ji van polîtîqayên xwe berde. Heger dev jê bernedin tercubeyên me hebe. Me çawa 53 salan tekoşîn daye em dikarin 53 salên din ji tekoşîna xwe bidin.”
‘Em têkoşîna Dayikên Aştiyê pîroz dikin’
Nedîm Seven diyar kir ku ew naxwazin êdî nalîna dayikan bibihîzin û wiha pêde çû: “Em êdî naxwazin nalîna dayhikan û zarokan bibihîzin. Heger dewlet jî vê yekê nexwaze bila guhdarî Dayikên Aştiyê bike. Em têkoşîna Dayikên Aştiyê ya ji bo vê pêvajoyê pîroz dikin. Bi dehan zarokên wan şehîd ketine lê dibêjin, ‘Erdogan, Bahçelî werin çaseriyê’ dema vê yekê dibêjin bangê ji dewleta Tirkiye dikin ku gavê biavêjin. Heger hûn neavêjin zarokên me mecbûr in xwe biparêzin.”
‘Bila siyaseta demokratîk bênavber ji bo înşayê bixebite’
Nedîm Seven da zanîn ku ew weke rêxistin xwe li gorî Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk vediguherînin û axaftina xwe wiha bi dawî: “Di vê salê de li gorî Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk me xwe perwerde kir. Li gorî zîhniyeta demokrasiyê guhertin û veguhertin me di xwe de pêk anî. Hemû qadro û xebatkarên xwe ve li ser esasê Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk me perwerde kiriye. Em xwe amade dikin. Lê belê dema rê nebe, kes nayê û nakeve zindanan. Di demên borî de gelek komên hevalên me ji bo pêşiya aştiyê vekin hatin lê hemû xistin zindanan. Di vê serdemê de kes bila nemîne bendê ku em wisa bikin. Li gor xwe hinek qanûnan derbêxin û bibêjin werin ev yek nabe çaresi, nabe nîv çareserî jî. Ji bo siyaseta demokratîk çareserkirina pirsgirêka 100 salan lazim e û ji nû ve damezirandina komara Tirkiyeyê lazim e. Ev gavên pêşde ne. Em nabêjin bila ji nişka ve komar temamî xwe biguhere.Wek helwest heta dawiyê bi xeta Rêber Apo ve girêdayî ne. Rêber Apo ji bo me cihê nîqaşê nîne. Gotinên wî ji bo me derbasdar in. Hemû qedro û milîtan bi vê hestê, bi vê helwestê, bi vê jiyanê ve xwe perwerde dikin. Em bawer in di vê derheqê de wê gavên cidîtir biavêjin. Em dewleta Tirk, nûnerên Tirk û AKPê vedixwînin cidiyetê. Bila pragmatîk û li gor berjewendiyên xwe nêzîk pêvajoyê nebin. Divê pêvajoyê stratejîk binirxînin, ger wisa binirxînin wê gavên baştir werin avêtin. Na berovajî vê yekê bifikirin ji xwe tercûbeyên me yên berê hebe. Ew tercûbeyên me yên dîrokî têra me hene ku em ê çawa siyaset bikin û em ê çawa xwe biparêzin. Bila dilê gelê Kurdistanê, dost û hevalên me jî rehet be. Bila siyaseta demokratîk jî bi awayek cidî tekoşîna xwe ya avakirina inşaya civakî bê navber bimeşîne.”













