Goristana Şehîd Binevş a li çiyayê Gabarê ya Şirnexê rastî êrîşê hat. Di êrîşê de kêlên hin goristanan hatine şikandin û zerar gihiştiye goran.
Rojnamevan Abdurrahman Gok di bernameya xwe ya Motorewan de Goristana Şehîd Binevş (Goristana Basretê) a li çiyayê Gabarê ya Şirnexê dabû nîşandan û gelek malbatan jî bi saya wê dîmenê gorên zarokên xwe dîtibûn. Hat zanîn ku goristan rastî êrîşê hatiye û gelek kêlên gorên şehîdan hatine şikandin. Malbatên serdana goristanê kirine dîmen û wêneyên goristanê kişandine û zerara gihiştiye goristanê tomar kirine.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin êriş ji aliyê leşkerên Tirk ve hatiye kirin.














