• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li ser fermana Trump Tengava Hurmuzê îro tê girtin

Navenda Nûçeyan / AW

13 NÎSAN 2026 - 08:23
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê diyar kir ku ferma dorpêça deryayî ya li ser Îranê îro saet di 17:00an de dest pê dike.

Piştî têkçûna muzakereyên Îslamabadê, Serokê Amerîkayê Donald Trump qonaxeke nû û xetere ya şer da destpêkirin. Trump ragihand ku ew ê îro bi fermî dest bi ablukaya deryayî ya li dijî Îranê bikin û her wiha diyar kir ku ew operasyoneke leşkerî ya sînordar jî dinirxînin.

Ablukaya tam li ser Hurmuzê

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bi fermî ragihand ku li gorî biryara Trump, îro saet di 17:00an de dê li Tengava Hurmuz ablukayeke tam a deryayî dest pê bike. CENTCOMê diyar kir ku ev abluka dê li dijî hemû keştiyên ku diçin bendergehên Îranê an jî jê derdikevin were sepandin û tu cudahî naxin navbera welatan. Hat gotin ku keştiyên bazirganî yên welatên din ên herêmê nayên sekinandin.

Trump: Vegera wan ya ser maseyê ne xema min e

Donald Trump berî ku biçe baregeha Andrews, ji rojnamegeran re axivî û helwesteke pir tund nîşan da. Trump got: “Vegera wan ya ser maseya muzakereyê ne xema min e. Heke venegerin jî pirsgirêk nîne.” Trump dubare kir ku ew ê tu carî rê nedin Îran bibe xwedî çekên nukleerî û got: “Yên ku naxwazin Îran petrolê bifiroşe, her ku diçe zêde dibin.”

Trump ji NATOyê dilşikestiye

Trump careke din nerazîbûna xwe ya li hemberî NATOyê anî ziman û diyar kir ku ew pir dilşikestî ye. Trump wiha domand: “Em trîlyon dolaran didin NATOyê, lê dema pêdiviya me pê hebû ew li cem me
nebûn. Em ê vê rewşê bi awayekî pir cidî binirxînin.”

WSJ: Operasyoneke nû ya bombekirinê di rê de ye

Li gorî nûçeya rojnameya Wall Street Journal (WSJ), Trump piştî têkçûna muzakereyan, vebijêrka “operasyoneke leşkerî ya sînordar” daniye ser maseyê. Tê gotin ku armanca vê operasyonê ew e ku zexteke nû li ser rejîma Tehranê ava bikin da ku di tura nû ya muzakereyan de Amerîka destê xwe xurt bike.

IMF: Hurmuz dibe mîna Bab el-Mendeb

Dîrektora Giştî yê IMFê Kristalina Georgieva hişyarî da ku krîza li Tengava Hurmuz dikare bibe rastiyeke nû ya domdar. Georgîeva bal kişand ser Tengava Bab el-Mendeb ku piştî êrîşên Hûsiyan trafîka wê ya deryayî ji sedî 50 kêm bûye û heta niha nehatiye ser xwe. IMF hişyarî dide ku heke Hurmuz bi temamî were girtin, dê bihayê petrolê derkeve ser 120 dolarî û ev yek dê bibe karesateke aborî ya cîhanî.

Etîket: ablokaAmerîkaDYAÎranÎsraîlKendava Hurmuzê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Serokwezîrê Iraqê: Hêzên Hevpeymaniyê dawî li erka xwe anîn

Serokwezîrê Iraqê: Hêzên Hevpeymaniyê dawî li erka xwe anîn

30 ÎLON 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

27 ÎLON 2026
DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

26 ÎLON 2026
Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne