• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Rojava deh hezar ji bo misogerkirina mafan daketin qadan

Qamişlo / AW

10 SIBAT 2026 - 14:59
Kategorî: ROJANE
A A
Li bajarên herêma Cizîrê yên wekî Qamişlo, Dirbêsiyê, Dêrik, Girkê Legê û Amûdê bi deh hezaran kes daketin qadan û xwestin ku demildest mafên gelê Kurd di makezagonê de bên misogerkirin. Di meşan berxwedan hate silavkirin û banga mezinkirina têkoşînê hate kirin.

Li bajarên Rojavayê Kurdistanê yên wekî Qamişlo, Dêrik, Dirbêsiyê, Girkê Legê û Amûdê bi armanca piştgiriya berxwedanê û destnîşankirina mafên Kurdî di makezagona nû de meşa li darxistin. Bi deh hezaran kesên tev li meşê bûyî bi yek dengî biryardariya têkşoşînê qêriyan û daxuyandin ku heta maf di makezagonê de bi awayek fermî cih negirin dê ranewestin. Gel pankartên, “Yekbûna me hebûna me ye” vekir û sloganên dilsoziya wan bi HSD, YPG û YPJê re tîne ziman berz kirin.

Qamişlo

Li Qamişloyê bi deh hezaran şênî ji bo misogerkirina mafên xwe û parastina destkeftiyan daketin qadan. Şêniyên bajarên Qamişlo û Tirbespiyê, koçberên Efrîn, Şehba, Serêkaniyê û Girê Spî yên li Qamişloyê ji bo parastina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê tev li meşê bûn. Deh hezaran kesên li Çerxeriya Sonî ya Qamişlo gihiştin hev bi, druşmeya, “Yekbûna me hebûna me ye” dest bi meşê kirin.
Girseya pankarta, “Divê mafên me di destûrê de werin garantîkirin” vekir, sloganên, “YPJ vîna azadiya jinan e”, “Em ê vê rojê bikin roja pistgiriya Rojava” û “Zimanê me nasnameya me ye” berz kirin.

Meş li Qada Şehîdên Qamişloyê vegeriya mitîngê. Di mîtîngê de li ser navê Însiyatifa Gel a Bajarê Qamişloyê Ebdulkerîm Sarûxan axivî û sekna gelê Kurd, Ereb û xiristiyanên li Rojavayê Kurdistanê, Kurdên li Bakur, Başûr, Rojhilat û derveyî welat a ji bo parastina şoreşa Rojava silav kir. Her wiha kesayetên li cîhanê yên ku bi erka xwe ya exlaqî bûn bersiv jî bi boneya keda dayîn hatin silavkirin. Ebdulkerîm Sarûxan da zanîn ku ew di demeke hestiyar de ya ku divê di nav de mafê gelê Kurd bê misogerkirin de ne. Sarûxan derbirî ku pêwîste êdî mafên wan ên neteweyî di destûr û zagonan de were diyakirin.

‘Em bi gotinan nema tên xapandin’

Sarûxan destnîşan kir ku divê mafê gelê Kurd di destûra Sûriyeyê de jî bê misogerkirin û wiha anî ziman: “Em bi gotinan nema tên xapandin, bi gotinen misilmantî dixwazin me bixapînin, bila bizanin pîvanên islmama rast li Rojava tê dîtin.” Ebdulkerîm Sarûxan bang li Kongreya Amerîkayê kir ku bila bi erka xwe ya exlaqî û wijdanî rabin, gel di şoreşa xwe de nema gavan paşve datînin, baweriya me heye ku dê nîqaş bikin û bila daxwazên gel bibihîzin. Meş bi diruşma, “Bijî berxwedanan Rojava” bi dawî bû.

Girkê Legê

Şêniyên Girkê Legê û Rimêlanê jî tevî endamên saziyên sivîl ji Qada Şehîd Xebat ber sûka navendî ve meşek li darxist. Di meşê de alên Herêma Kurdistanê, YPG û YPJê hatin hildan û pankartên bi nivîsên “Divê mafên me di destûrê de werin mîsogerkirin” hate vekirin. Meş li sûka navnedî veguherî mîtîngê. Li ser navê Însiyatîfa Gel a Girkê Legê Fatima Lekto axivî û wiha got: “Ev meşa me peyama ’Îradeya gelan ji hemû hewldanên çewistandinê bihêzitr e’ û ‘Jin pêşengên berxwedanê ne’ ji cîhanê re ragihand.”

‘Yekîtî jêdera hêzê ye’

Fatima Lekto diyar kir ku divê mafên gelê Kurd di destûrê de werin parastin û anî ziman ku yekitiya gel jêdera hêzê ye. Lekto derbirî ku bi yekitiyê Kurd dikarin siberoja xwe ava bikin û divê dengê Kurdan di destûr û lihevkirinên siyasî de were mîsogerkirin. Fatima Lekto di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dê bi hemû cureyan berxwedanê bidomînin. Mîtîng bi berzkirina diruşmên “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.

Dêrik

Li Dêrikê jî bi heman armancê meşek girseyî hate lidaxistin. Bi hezaran kes ji Qada Azadiyê heta Kolana Kornîş meşiyan. Di meşê de alên Herêma Kurdistanê, YPJ û YPGê hatin hildan û pankarta, “Divê mafên me di destûrê de werin mîsogerkirin” hate vekirin. Li Kolana Kornîş li ser navê girseyê Endamê PYD’ê Mihemed Ebdurehîm axivî. Ebdurehîm diyar kir ku berxwdana Rojava û yekitiya gelê Kurd komployên li ser gelê Kurd pûç kirin. Mihemed Ebdurehîm anî ziman ku divê gelê Kurd li Rojava, Başûr, Bakur û Ewropayê serhildanê bidomînin ta ku mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de werin mîsogerkirin û destkeftiyên bi keda şehîdên Rojava hatin bidestxistin, werin parastin. Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedana Rojava bi dawî bû.

Amûdê

Li Amûdê jî bi heman armancê meşeke girseyî pêk hat. Meş ji qada Jina Azad dest pê kir. Di meşê de alên Kurdistana Federal, YPJ û YPJê hatin hildan û pankarta, “Divê mafên me di destûrê de werin parastin” hat vekirin. Meş li navenda bajar vegeriya mitîngê. Hevseroka Meclisa Bajarokê Topiz Mura Zoro axivî û got ku dîrok xwe dubare dike û li dijî Kurdan konsepta qirkirinê tê meşandin. Meha Zoro destnîşan kir ku di serî de yên jinan, divê mafên rewa yên Kurdan wern parastin. Her wiha îşaret pê kir ku yekitî û berxwedana gelê rêya bidestxistina mafan e. Meş bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Rojava bi dawî bû.

Etîket: AmûdêDêrikGirkê LegêHSDKurdistanQamişloRojavaYPGYPJ
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
Fermandariya Ewlekariya Hundirîn a Hesekê: Dê êrişkarên Qamişloyê bên cezakirin

Fermandariya Ewlekariya Hundirîn a Hesekê: Dê êrişkarên Qamişloyê bên cezakirin

12 TEBAX 2026
YPJê têkildarî entegrasyonê û danûstandinên bi Şamê re daxuyanî da

YPJê têkildarî entegrasyonê û danûstandinên bi Şamê re daxuyanî da

4 TEBAX 2026
Li Stenbolê ji bo Çaginli û Ozmaya şîn hat danîn

Li Stenbolê ji bo Çaginli û Ozmaya şîn hat danîn

2 TEBAX 2026
Bi girseyî serdana şîna endamê YPGê Xalid Cûdî kirin

Bi girseyî serdana şîna endamê YPGê Xalid Cûdî kirin

21 TÎRMEH 2026
Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

20 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne