• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Pirsûsê forûma jinan hat lidarxistin: Em ê Rojava biparêzin

Riha / AW

18 ÇILE 2025 - 15:04
Kategorî: JIN, MANŞET
A A

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû di forûma ku li Rihayê bi dirûşmeya “Em şoreşa jinên Rojava silav dikin” de axivî û diyar kir ku divê Şoreşa Jinan a Rojava bê parastin û got: “Mîmarê vê şoreşê birêz Ocalan e.”

Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de li avahiya Rêxistina DEM Partî ya Pirsûsa Rihayê bi dirûşma “Em şoreşa jinên Rojava silav dikin” forumek hat lidarxistin. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, parlamenter Newroz Uysal Aslan, Ceylan Akça Cupolo, Zeynep Oduncu, Dîlan Kunt Ayan, aktîvîstên TJA’yê, Hevşaredarên DEM Partiyê yên Amed û Rihayê, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Riha û Amedê, Meclisa Dayikên Aştiyê yên Riha, Amed û Dîlokê, Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê yên bajêr û navçeyan, Şanoya Bajar a Amedê, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê, Komeleya Çand, Huner û Wêjeya Jinê (KASED) û gelek jin tevlî bûn. Li salona ku forum lê hat lidarxistin pankarta “Em şoreşa jinên Rojava diparêzin” hate daliqandin, beriya bername dest pê bike jinan govend gerandin û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.

Piştî deqîqeyeke rêzgirtinê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aişeoglû axivî û bal kişand ser girîngiya forûmê. Piştre fîlmê “Gundê Jinan Jinwar” hat nîşandan.

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû diyar kir ku bi êrişên li ser Rojava şoreşa jinê hedef hat girtin û got: “Serokkomar di pêvajoya Kobanê de got ‘Koban ket û wê bikeve’. Lê belê Kobanê neket û nakeve. Divê were zanîn ku şoreşa jinê ya Rojava bi çi bedelê hat dayîn, gelên Rojava bi keda xwe bûne yek. Mîmarê vê şoreşê birêz Ocalan bi xwe ye. Birêz Ocalan di paradîgmaya ku pêşkêş kir de vê yekê nîşan dide ku pirsgirêka jinê çawa bê çareserkirin.”

‘Şoreşa Rojava temînata jinan e’

Halîde Turkoglû bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha axivî: “Tirkiye ji aloziya Sûriyeyê sûdê werdigire û êrişî Rojava dike. Kurd çawa di sala 2014’an de Rojava parast û îro jî wê parastina Rojava bikin. Êrişên li dijî Rojava êrişa li dijî hêviya aştiyê ye. Şoreşa jinan ya li Rojava nîşan dide ku her cure cudahî dê bi hev re dikarin bijîn. Peymana Civakî ya ku bi tecrubeyên jinan hatiye afirandin temînata jinê ye.”

‘Divê Rojava were parastin’

Halîde Turkoglû wiha dawî li axaftina xwe anî: “Şoreşa jinê ji bo me modeleke ku hemû cudahî bi hev re bijîn. Heta ku ev sîstem bijî, em ê ji vir û pê ve jî parastina wê bikin. Em ê hewl bidin modela xwe biparêzin. Li dijî netew-dewletan wê her yek ji me nîşan bide ku çima divê Rojava were parastin.”

Forûm bi pirs û bersivan berdewam kir.

Etîket: DEM PartîRojavaŞoreşa RojavaTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

TJA: Ji kar avêtina Îkra Avci ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

TJA: Ji kar avêtina Îkra Avci ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

20 TEBAX 2026
Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

18 TEBAX 2026
Otomatik taslak

Berîvan Meryem Uzkaş bi girseyî hat bîranîn

16 TEBAX 2026
Otomatik taslak

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026
Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

DEM Partî: Di kongreya 6ê Îlonê de dê starta ji nû ve avakirinê bê dayîn

13 TEBAX 2026
Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

13 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne