• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li PEyê ji bo Rojava banga destwerdana lezgîn hat kirin

21 ÇILE 2026 - 22:50
Kategorî: ROJANE
A A
Koma Dostaniya bi Kurdan re ya Parlementoya Ewropayê êrişên çeteyan ên li ser rojavayê Kurdistanê şermezar kirin û ji bo parastina sivîlan û bidawîkirina êrişan banga lezgîn li YE û civaka navneteweyî kir.

Koma Dostaniya bi Kurdan a Parlementoya Ewropayê li avahiya Parlementoya Ewropayê (PE)yê ya li Strasbourgê der barê geşedanên dawî yên li Rojava de civîneke çapemeniyê li dar xist. Civîna çapemeniyê ji aliyê ji Koordînatorên Koma Dostaniya bi Kurdan re û ji Koma Tifaqa Sosyalîst û Demokratên Pêşverû Andreas Schieder, endamê Koma Çep (GUE/NGL) Per Clausen û ji Koma Tifaqa Azad a Ewropayê/Keskan Leoluca Orlando ve hate organîzekirin.

Nûnerê DEM Partiyê yê Strasbourgê Faîk Yagizay, endamên Koma Tifaqa Sosyalîst û Demokratan a PEyê Evîn Încîr û Thijs Reute tev li civînê bûn.

Di civîna çapemeniyê de ewilî Faîk Yagizay axivî û têkildarî rewşa mirovî ya li Rojava nirxandin kir. Yagizay diyar kir ku rêveberiya nû ya ku piştî hilweşîna rejîma Esad derket, bêyî çavdêriya navneteweyî xeternaktir bûye û anî ziman ku bi taybet êrişên li ser Kurdan zêde bûne. Yagizay destnîşan kir ku Kobanê di bin êrişeke giran de ye, av û ceyran qut dibin û banga mudaxeleya lezgîn li hêzên navneteweyî û bi taybet DYAyê kir.

Yagizay wiha got: “Bi awayekî fermî ji duh ve agirbest hatiye ragihandin. Lê mixabin êrişên pir dijwar li ser Kobanê pêk tên. Kobanê di bin dorpêçê de ye. Av û ceyran tune ye. Herêmên din jî di bin êrişê de ne. Beriya 12 salan, Kobanê di bin dorpêça DAIŞê de bû. Rabûna li dijî vê hêsantir bû. Ji ber ku rêxistineke terorê bû. Wê demê her kesî piştgirî da me. Lê niha em ji aliyê dewletekê ve rastî êrişan tên. Em jê re dibêjin dewleta terorîst. Ji ber ku Colanî terorîst bû. Zîhniyeta wî qet nehat guhertin. Ji bo pêşîlêgirtina vê karesatê banga mudaxeleya lezgîn li hêzên navneteweyî dikin. Ewilî Tirkiyeyê rawestînin. Ji ber ku her tişt ji aliyê Tirkiyeyê ve tê organîzekirin. Rejîma Sûriyeyê rawestînin.”

Ji Koordînatorên Koma Dostaniya bi Kurdan Andreas Schieder jî diyar kir ku rewşa heyî pir krîtîk e û bilêv kir ku Parlamentoya Ewropayê ji bo Rojava yek ji platformên dîplomatîk ên herî girîng e. Schieder bal kişand ser pêwîstiya parastina sivîlan, pêşîgirtina li guhertinên demografîk û piştgiriya avahiya demokratîk a li Rojava û got, “Divê em gelê li herêmê ji tundiyê biparêzin. Divê em vê jî bikin nava pirsgirêka demografiyê ku li vir tê nirxandin. Em ê li dijî seneryoya çalakiyê û dagirkeriyên giran rabin.”

Ji Koma Tifaqa Azad a Ewropayê/Keskan Leoluca Orlando diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevgereke zêde ya leşkerî heye û got ku hêzên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê û komên çekdar ên bi piştgiriya Tirkiyeyê êrişên koordînekirî li hermên Rêveberiya Xweser dimeşînin.

Orlando wiha got: “Divê Yekîtiya Ewropayê li dijî van geşedanan bêdeng nemîne.”

Endama PEyê Evîn Încîr jî wiha bang li Yekîtiya Ewropayê kir: “Yekîtiya Ewropayê divê bi rêya hemû saziyên xwe bikeve tevgerê.”

Endamê Koma Çep (GUE/NGL) Per Clausen diyar kir ku êrişên li ser Rojava dewam dikin û agibesteke rast tune ye û got ku divê Yekîtiya Ewropayê heta ku êrîş bi dawî bibin hemû alîkariyên ji bo rêveberiya HTŞê rawestîne. Clausen bang li Neteweyên Yekbûyî jî kir ku ji bo çareseriyeke aştiyane û demokratîk ji nû ve bikeve tevger.

Herî dawî endamê PEyê Thijs Reute jî bal kişand ser rola Tirkiyeyê ya li ser herêmê û destnîşan kir ku ji bo rawestandina êrîşan divê zexta dîplomatîk li Enqreyê bê kirin. Reute diyar kir ku dereng jî be pêkan e ku Yekîtiya Ewropayê berpirsyariyê bigre.

Etîket: banglezgînPERojavaYE
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026
Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne