• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li navçeyên Dîlokê serdanên gel: Em dixwazin vê pêvajoyê temam bikin

Dîlok / AW

5 TÎRMEH 2026 - 18:47
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şandeya DBPê ya ku li navçeyên Îslahiye û Keferdîzê bi karkerên çandiniyê û welatiyan re hat cem hev, diyar kir ku ji sala 1993yan vir ve bi awayekî fermî 8 pêvajo qewimîn lê çareser ne bûn û wiha gotin: “Bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re em êdî dixwazin vê pêvajoyê temam bikin.”

Civînên gel ên ku DBP bi dirûşma “Em aştiyê bi gelan re ava dikin” li dar dixe, li Dîlokê berdewam dikin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskin Bayindir jî beşdarî civînên gel ên li Dîlokê bû. Şandeya DBPê di çarçoveya bernameyê de ewilî karkerên çandiniyê yên li herêma gundewarî ya navçeya Keferdîzê ziyaret kir. Şandeya ku bi karkerên çandiniyê yên ji bajarên cuda yên Kurdistanê hatine re hat cem hev, derbarê Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê de agahî dan. Şandeyê guh da daxwazên karkeran û qala xêra ku pêvajoya aştiyê dê bide aboriya welat kir.

‘Ev pêvajo naşibe pêvajoyên din’

Piştî civîna karkeran, şande derbasî Taxa Zêtinliya Zêr a gundewar a navçeya Îslahiyeyê bû. Keskîn Bayindir ê di civîna gel de axivî û got: “Demeke dirêj e em van civînên gel didomînin. Em bi gelên xwe re qala aştiyê dikin. Bi taybetî em qala Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ev sal û nîvek e berdewam dike, dikin. Ev pêvajo naşibe pêvajoyên din. Ji bo çareseriya pirsgrêka Kurd ji sala 1993yan vir ve bi awayekî fermî 8 pêvajo bi dewletê re qewimîn, lê tu carî çareseriyek çênebû. Bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re em êdî dixwazin vê pêvajoyê temam bikin.”

‘Dewlet li hemberî pêvajoya dîrokî gav navêje’

Keskîn Bayindir di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku mînaka vê pêvajoyê li cîhanê tune ye û wiha pê de çû: “Dema em li kalîteya gavên di çarçoveya pêvajoyê de hatine avêtin dinêrin, di cîhanê de tu mînakek vê tune ye. Ji Îspanyayê bigire heta Îngilîstanê, ji Hindistanê heta Amerîkaya Latîn, gelek gelên li cîhanê pirsgrêkên xwe çareser kirin. Em jî dixwazin pirsgrêka Kurd bi diyalogê çareser bikin. Her kesî dît ku pirsgrêka Kurd êdî bi çek, şer, înkar û asîmîlasyonê çareser nabe û nayê çareserkirin. Ji bo vê yekê merasîma şewitandina çekan pir girîng bû. Nîşandana niyeta baş bû. Ev yek ji tevahiya cîhanê re hat ragihandin. Her kesî ev yek pir baş pêşwazî kir û piştgirî da. Heta niha bersiveke ku li gorî van gavên dîrokî be, nehatiye dayîn.”

Piştî axaftina Keskîn Bayindir welatiyan pirsên xwe kirin û anîn ziman ku ew ji siyaseta xapandinê ya dewletê westiyane. Welatiyan destnîşan kir ku divê gavên ji bo aştiyê tên avêtin bêbersiv nemînin û piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoyê diyar kirin.

‘Em namzetên birêvebirina Tirkiyeyê ne’

Keskîn Bayindir bersiv da welatiyên ku gotin hinek derdor derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de têgihîştina “Dê bi AKPê re tifaqa were kirin” ava dikin û wiha got: “Yên ku vê dibêjin bila li raboriya me binerin. Armanca me birêvebirina Tirkiyeyê ye, ne ku em bibin girtiyên kesî. Em ê her dem bi siyaseta xwe ve bibin bixwe.”

Şande, piştî civînê ji bo hevdîtina gel derbasî navenda Dîlokê bû.

Etîket: civînDîlokgelHevserokê Giştî yê DBPê Keskîn BayindirKarker
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
‘Tişta ku wezaret û Holdînga Yildizê li me dikin bê wijdanî ye”

‘Tişta ku wezaret û Holdînga Yildizê li me dikin bê wijdanî ye”

20 TEBAX 2026
Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026
Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

18 TEBAX 2026
Li Amedê rêzeçalakiyên ‘Pêngava Rabin’ berdewam dike

Li Amedê rêzeçalakiyên ‘Pêngava Rabin’ berdewam dike

17 TEBAX 2026
Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

16 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne