• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

Navenda Nûçeyan / AW

30 ADAR 2026 - 21:15
Kategorî: ROJANE
A A
Komîteya Lihevanînê û Rêveberiya Xweser a bajarê Kobanê du malbat piştî 14 salan ji pirsgirêkan li hev anîn. Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî axivî û wiha got: “Em bi hêvî ne hemû kes li hevdu werin û aramî li herêmê pêk were.”

Komîteya lihevanînê û Rêveberiya Xweser du malbatên ji gundê Cibnê û Aşmê ku ji 2012an de ji ber pirsgirêkan heta niha 5 kes hatibûn kuştin, li hev anîn.vKomîteya Lihevanînê û Rêveberiya Xweser a Kobanê ji bo lihevanîna her du malbatan li gundê Cibnê 6 kon vedan. Di kon de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, Cîgirê Wezîrê Parastinê yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Sîpan Hemo, hejmareke zêde ji gelên bajarê Kobanê, rûspî û şêxên ereb, nûnerên Rêveberiya Xweser, rêxistinên jinan ên bajarê Kobanê, partiyên siyasî û nûnerên malbata gundê Cibnê amade bûn.

Merasîma lihevanînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî axivî û wiha got: “Em hemû kesên amade silav dikin. Em vê silhê Ii her kesî pîroz dikin. Em bi hêvî ne hemû kes li hevdu werin û aramî li herêmê pêk were. Tevahî bûyerên ku çêbidin bi rêya silhê pêk bên û êdî bûyerên bi vî rengî pêk neyên. Yeketiya civakan di van deman de ji her tiştî girîngtir e. Armanca me ew e ku li derdora xwe yekitiyekê çêbikin ku li ser asta Sûriyeyê xebatekê bimeşînin.”

Sîpan Hemo jî diyar kir ku ji aştiyê xweştir tişt tune ye û got: “Di vê qonaxa niha de divê aramî û ewlehî pêk were û gelê me yekitiya xwe xurt bikin. Em vê silha pîroz li her du malbatan û li gelê xwe pîroz dikin. Îro em vê rojê bi were re jiyan dikin em gelekî kêfxweş in.”

Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Kobanê Fehan Hec Îsa jî anî ziman ku ew gav bi gav ber bi çareseriya ve diçin û anî ziman ku: “Em dikarin hemû pirsgirêkan çareser bikin û va ye ku em gihiştin vê astê ku me dikaribû pirsgirêka her du malbatan çareser bikin û wan li hev bînin. Ev in ên ku Kobanê temsîl dikin, em bi hêvî ne hemû malbat li hev werin ji bo ku gelê me di nava aramiyê de jiyan bikin.”

Rêveberê Meclîsa Lihevanînê ya Kobanê Siltan Hemîdî diyar kir ku gelê Kobanê bi berxwedana xwe mohra xwe li dîrokê xist û va ye careke din Kobanê mohra xwe li dîrokê dixe û got: “Weke tê zanîn ku jinê di dîrokê de rola edalet û aştî û wekheviyê dida meşandin û her tişt li derdora jinê bû. Lê careke din em wek jin dixwazin roleke sereke di nava civakê de bilîzin. Em dixwazin hemû pirsgirêkên navxweyî yên di nava civakê de çareser bibin û divê hemû gelê me destê xwe dirêjî aştî û çareseriyan bike.”

Bi navê Ol û Bawerî ya bajarê Kobanê Hec Mihemed Qaso destnîşan kir ku: “Em bi hêvî ne êdî tu pirsgirêkên malbatan dernekevin ji bo ku gel di nava aramiyê de bijîn.”

Bi navê malbata gundê Cibnê, Mehmûd Beşar û Şêx Bozan spasiya HSDê û Rêveberiya Xweser û hemû kesên amade kir û got ku ew vê lihevanînê diyarî cangoriyên azadiyê dikin û anî ziman ku ew aştî û wekehiyê dixwazin ne parçebûnê.

Di dawiyê de Mehmûd Beşar ku yê ji malbata gundê Cibnê wesîqa silhê xwend.

Wê sibê jî silha malbat gundê Aşmê li gundê Aşmê were lidarxistin.

Etîket: Kobanêli hev hatinmalbatMazlum Ebdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlum Ebdî, Nêçîrvan Barzanî û Şara îro tên gel hev

Mazlum Ebdî, Nêçîrvan Barzanî û Şara îro tên gel hev

3 TEBAX 2026
‘Dê mafên xwendekaran û kadroyên perwerdeyê bên mîsogerkirin’

‘Dê mafên xwendekaran û kadroyên perwerdeyê bên mîsogerkirin’

23 TÎRMEH 2026
Şoreşa Rojava li Kobanê hate pîrozkirin

Şoreşa Rojava li Kobanê hate pîrozkirin

19 TÎRMEH 2026
Werîşe Muradî: Jin, Jîyan, Azadî ravurnê manîfestoyê azadîye

Werîşe Muradî carek din hat cezakirin

15 TÎRMEH 2026
Şandeyeke Amerîkî serdana Kobanê kir

Şandeyeke Amerîkî serdana Kobanê kir

14 TÎRMEH 2026
Kampanyaya ‘Kobanê Nasname Ye’: Navê wê Kobanê ye, ne ‘Eyn el Ereb’ e

Kampanyaya ‘Kobanê Nasname Ye’: Navê wê Kobanê ye, ne ‘Eyn el Ereb’ e

13 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne