Wezareta Tenduristiyê ya Îranê bîlançoya êrişên hewayî yên Amerîkayê yên rojên Çarşem û Pêncşemê eşkere kir û ragihand ku 14 kes hatine kuştin û 78 kes jî birîndar bûne.
Êrişên hewayî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li dijî Îranê berdewam dikin. Îran jî bersiva êrişan dide û carek din şer berfireh dibe. Serokê Daîreya Têkiliyên bi Gel re ya Wezaretê Huseyîn Kermanpûr li ser platforma medya dîjîtal ragihand ku du êrişên duh û îro de 14 kes mirin e û 78 kes jî birîndar bûne.











