• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
15 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Mazlûm Ebdî sersaxî da malbatên şehîdên Kobanê

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Mazlûm Ebdî sersaxî da malbatên şehîdên Kobanê

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Peyman Viyan: Piştî civîna NATOyê helwesta Tirkiyeyê li hemberî Îranê guherî

Navenda Nûçeyan / AW

16 TÎRMEH 2026 - 10:50
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevseroka PJAKê Peyman Viyan geşedanên dawî yên li Îranê nirxand û destnîşan kir ku piştî lûtkeya NATOyê ya li Enqereyê helwesta Tirkiyeyê ya derbarê Îranê de guherî û wiha got: “Tirkiye li gorî berjewendiyan tevdigere. Lê Tirkiye divê beriya her tiştî xwedî li pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin derkeve û li gorî vê divê gavan biavêje.”

Piştî şerê ku Îsraîl û DYAyê li dijî Îranê da destpêkirin, rejîmê polîtîkayên ewlehiyê tund kir û zextên li ser Kurdan û muxalîf ên li Îranê dijwartir kir. Bi taybet jî di demên dawî de dîsa êrişên li dijî Kurdan zêde bûne.

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Peyman Viyan derbarê rewşa geşedanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de pirsên nûçegihanên JinNewsê Derya Ren û Aysel Işik bersivand.

‘Şer hemû cîhanê eleqeder dike’

Peyman Viyan bal kişand ser şerê di navbera Îranê û Amerîkayê de didome û got: “Ev şerê navbera her sê dewletan û şerên li herêmê hemû cîhanê eleqeder dike. Rêber Apo şerên li herêmê wek 3yemîn Şerê Cîhanê pênase kiribû. Ev şer li cîhanê belav bûye. Şer navbera Îran, Israîl û DYAyê de didome.”

‘Ji bo Rojhilata Navîn planek nû di dewrê de deye’

Peyman Viyan da zanîn ku li hêzên serdest ji bo ku li Rojhilata Navîn ji bo projeyan bikin jiyanê Îran di hedefê de ye û rewşa li Îranê şer zelal dike û wiha got: “Ev şerên demdirêjin. Di şerê li dijî Hamasê de me dît ku şer demdirêje. Ji bo Rojhilata Navîn plan û projeyek nû dewrê de ye. Ev plan û proje jî ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîne di Zîrveya NATOyê tiştên li Rojhilata Navîn diqewimin, şerê Îranê û rewşa Rojhilata Navîn bûye rojev.”

‘Ji bo şerekî mezin amadekariyê dikin

Peyman Viyan anî ziman ku şerê di navbera rejîma Îranê û Amerîkayê de tu kes bi ser neketiye û ev yek anî ziman: “Her du hêz jî bi ser neketine. Di şer de yên dikevin zorê dibêjin me hêz girtiye. Ji ber vê jî her sê dewlet ji bo şerekî mezin amadekariyê dikin. Welatên din yên herêmê jî nav de ne. Hêzên NATOyê parçeyek vê ne. Enî ava kirine. Îran niha Boxaza Hurmuzê wek alava tehdîdê bikar tîne. Tengava Hurmizê hemû cîhanê eleqeder dike. Ji ber vê tiştên li Îranên diqewimin di rojeva hemû cîhanê de ye.”

‘Li Îranê pirsgirêkên navxweyî hene’

Peyman Viyan diyar kir ku li Îranê pirsgirêkên navxweyî diqewimin û wiha axivî: “Rejîma Îranê di vê pêvajoyê de amadeyeke ku di hinek rewşan de tawîzan bide. Îran bi rewşa xwe ya heyî nikare şer bimeşîne. Belkî heta demekê bimeşîne. Du rojan carekê dibe ku xwe serkeftî nîşan bide. Lê ev ji bo şerê nû û kûr amade kariye.”

‘Îran her cara qels dibe serî li tehdîdan dide’

Peyman Viyan êrişên Îranê yên li dijî herêmên PJAKê û ji dest dayîna 4 endamên YRKê bi bîr xist û rewşa heyî wiha nirxand: “Îran her cara ku qels dibe serî li tehdîdan dide. Îran pêvajoyên şer ji xwe re wek derfet dinirxîne. Îran din nokteyeke qels de ye. Ji ber gel li dijî rejîmê ye. Ji ber vê jî êrişê muxalîfan dike. Ji ber xwe ji bo pêvajoyek nû amade dike. Kî ne ev muxalîf? Jin in, ciwan in û Kurd in. Hêza alternatîf ya nav gelê Kurd kîjan e? PJAK e.”

‘Rejîm herî zêde êrişê jinan dike’

Peyman Viyan anî ziman ku rejîm herî zêde êrişî jinan û ciwanan dike û dervekirinan zêde kiriye. Peyman Viyan bi berdewamî wiha got: “Em wek PJAKê xeta xwe me domand. Me xeta xwe ya sêyemîn her tim parast. Dema rejîm ket pêvajoya muzakereyê êrîşê hêzên me û gel kir. Rejîma îranê bi salane di vê zîhniyetê de israr dike. Serhildana Jin Jiyan Azadî jî ji vir dest pê kir. Em wek PJAKê têkoşîna xwe di xeta jin jiyan azadî de dimeşînin. Rejîm ji şoreşa Jin Jiyan Azadî ditirse. Şoreşa gelên Îranê bi Jin jiyan azadî dest pê kir. Şoreşa Jin Jiyan azadî navenda wê Kurdistan e. Kurdistan xwedî zîhniyetek demokratîk e. Tirsa rejîmê jî ji ber vê ye. Kurd li Rojhilata Navîn aktorê esas in. Divê her kes vê wisa bizanibe.”

Îran di amadekariya şerê mezin de ye

Peyman Viyan bi lêv kir ku Îran di amadekariya şer de ye û wiha pê de çû: “Hem li hember hêzên hundir hem jî yên derve di amadekariyê de ye. Lê tirsa Îranê ya esas hêzên hundirin. Ji ber hêzên derve bi forma nû xwe ji şerê nû re amade dikin. Hêzên derve dizanin ku Îran ji hundir darbeya mezin nexwe wê emrê wan dirêj bibe. Ji ber vê Îran li dijî hêzên Kurd, tehdîdan dike. Bi vê dixwazin bitirsînin.”

‘Em wek PJAKê ji bo parastina gel têdikoşin’

Peyman Viyan destnîşan kir ku wek PJAKê 22 sal in ji bo parastina gel têdikoşin û ev nirxandin kir: “Em ji bo azadiya gelê xwe dikin. Gelê Kurd niha pêşeng e. Bala hemû hêzan li gelê Kurd e. Ji ber alternatîfa gelê Kurd heye. Em bi salane ji bo gelê xwe têdikoşin. Em ji bo parastina gelê xwe amdekariyan dikin. Li dijî hêza ku tehîdan dike em amadekariya şerê mezin dikin.”

Peyman Viyan axaftina xwe wiha berdewam kir: “Li Îranê siyaseta demokratîk esas bihata girtin wê ev pêvajo neqewimiya. Îran pirçandî, pirzimanî ye. Mozaîka gelan e. Ew mozaîk di siyaseta rejîma Îranê de fetisiye. Siyaseta demokratîk a Rêber Apo li Bakurê Kurdistanê daye destpêkirin ji bo her çar parçeyî derbasdare. Hêza çareseriya pirsgirêka hemû gelane. Em ji bo Rojhilat, Kurdistan û Îranê jî pergala demokratîk dixwazin. Em vê xeta têkoşînê esas digirin. Em ê di siyaseta demokratîk de israr bikin.”

‘Dixwazin li her çar parçeyî plana îmhayê bikin dewrê’

Peyman Viyan destnîşan kir ku di mijara yekîtiya neteweyî de xebatên wan stratejîk in û wiha got: “Ev ji bo hemû Kurdistanê ye. Niha ji bo Kurdan hinek plan û proje hene. Di van plan û projeyan de mafên Kurdan tune ne. Dixwazin îmha û înkarê ji nûve li her parçeyê Kurdistanê bikin dewrê. Ji ber vê divê yekitiya neteweyî di rojeva me de be û em bi rihê yekitiyê xwe biparêzin. Wek PJAK, helwesta me ya hevpar, di esasa xurtkirina hev de ye. Li dijî vî şerî mezin em dikarin bi rihê yekitiyê bikevin parastinê. Her parçe nav xwe de yekitiyê ava bike, ev yekitî wê li her çar parçe derbasdar be. Dixwazin bi siyaseta parçekirinê Kurdan tune bikin. Divê li dijî van hêzan em bibin xwedî helwestek radîkal. Hêvîdarim ku wê yekîtiya Kurdan hîn saxlemtir derkeve holê.”

‘Her kesî hêza PJAKê nas kir’

Peyman Viyan bal kişand ser hêz û qeweta PJAKê û ev yek anî ziman: “Her kesî hêza PJAKê nas kir. Em hatin astek hêzê ya xwedî plan û pratîk. Şerê der barê PJAKê de hat meşandin jî vala hat derxistin. Bala hemû hêzan li PJAKê ye. Mîsyonek PJAKê ya wisa heye. Em tu hêzeke ku Kurdan nabîne qebûl nakin. Ji bo PJAKê derî ve bûn. Em xwedî hêzeke têkoşînê ne.”

‘Tirkiye li gorî berjewendiyan tevdigere’

Peyman Viyan bal kişand ser rola Tirkiyeyê ya li herêmê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tirkiye jî li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Dixwaze li herêmê bibe xwedî rola sereke. Rewşa Îranê ji bo xwe wek xetereyek mezin dibîne. Ji ber vê Tirkiyeyê bi hemû derfetên xwe aliyê Îranê girt. Rewşa Îranê wê rewşa li Tirkiyeyê jî diyar bike. Ji bo Îranê li ser pêyan bimîne hewl da. Lê piştî hevdîtina NATOyê helwesta Tirkiyeyê guherî. Ji ber ku li gorî berjewendiyan tevdigere. Lê Tirkiye ji bo xwe xilas bike divê xwedî li pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin derkeve. Li gorî vê divê gavan biavêje. Divê gelê Kurd jî li dijî vê siyasetê hişyar be.”

Etîket: Hevseroka PJAKê Peyman ViyanNATORojhilatê Kurdistanêşerê Amerîka û Îranê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DYAyê li Grava Larkê xist Îranê bersiv da

DYAyê li Grava Larkê xist Îranê bersiv da

31 TEBAX 2026
Şerê Rusya û Ukraynayê: Alozî rê li ber çareseriyê girtine

Şerê Rusya û Ukraynayê: Alozî rê li ber çareseriyê girtine

20 TEBAX 2026
Rejîma Îranê bi mûşekan êrîşî baregeha Komele kir

Rejîma Îranê bi mûşekan êrîşî baregeha Komele kir

11 TEBAX 2026
Li Bokanê du Kurd ji ber amûrên Starlinkê bi cezayê girtîgehê hatin cezakirin

Li Bokanê du Kurd ji ber amûrên Starlinkê bi cezayê girtîgehê hatin cezakirin

11 TEBAX 2026
Trump piştî gefa Îranê bi dizî ji Enqereyê çûye!

Trump piştî gefa Îranê bi dizî ji Enqereyê çûye!

11 TEBAX 2026
Rejîma Îranê êrîşî baregehên partiyên Rojhilat kir

Rejîma Îranê êrîşî baregehên partiyên Rojhilat kir

8 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên tevgera azadiyê bi girseyî têne bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kobanê çalakiya gel: 9 mirî, 17 birîndar hene

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi dawî bû: Em ê doza aştî û azadiyê bidomînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zana Farqînî: Hedefgirtina tabelayên bi Kurdî ne helwesteke mirovî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Duran Kalkan: Komînalîte cewhera azadiya mirovahiyê ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne