Rejîma Îranê vê şeveqê bi zêdetirî 5 drone û mûşekan êrişî sînorê Hewlêr û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Silêmaniyê kir. Her wiha dengê teqînan li sînorê Helebceyê jî hate bihîstin.
Carek din êrişên du alî yên di navbera Amerîka û Îranê de dest pê kirin e û berdewam dikin. Li beramberî êrişên Amerîkayê, Îran êrişî ser welatên Kendavê û Herêma Kurdistanê dike.
Li gorî RojNewsê; vê sibehê, bi zêdetirî 5 drone û mûşekan êrişî sînorê Hewlêrê hate kirin, lê êriş ji aliyê sîstema parastina hewayê ve hate têkbirin. Heta niha ti ziyanek madî û canî nehatiye ragihandin.
Li gorî agahiyan, di saetên vê sibehê de dengê teqînan li sînorê parêzgeha Helebceyê hate bihîstin. Sedema wê bi fermî nehate eşkerekirin, lê tê gotin êriş bi droneyê pêk hatiye.
Her wiha vê şeveqê jî bi droneyan êrişî ser baregehên partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê yên li sînorê Rizguwêz a Silêmaniyê hate kirin û şewat derket. Hat ragihandin ku ji ser sînorê Helebceyê jî dengê teqînan hate bihîstin.
Lê derbarê ziyanên madî û canî de ti agahî nehatine belavkirin.













