• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Gimgimê li dijî projeyên JESê hişyarî

Mûş / AW

11 NÎSAN 2026 - 18:03
Kategorî: EKOLOJÎ, ROJANE
A A
Platforma Demokrasiyê ya Gimgimê, bi pêşengtiya Komeleya Ekolojiyê, li dijî projeyên Santralên Enerjiya Jeotermal (JES) panelek bi ser navê “Gimgim JESê naxwaze” li dar xist.

Platforma Demokrasiyê ya Gimgimê bi pêşengiya Komeleya Ekolojiyê bi ser navê “Gimgim JESê naxwaz e” panelek li dar xist. Di panelê de ku li eywaneke dawetê ya navçeyê hat lidarxistin, pankarta “Erdê me nayê firotin” hat vekirin. Endazyarê Metalurjiyê Cemalettîn Kuçuk, pisporê Jeolojiya Tibî Eşref Atabey û Parêzer Ahmet İnan wekî axaftvan beşdarî panelê bûn. Di bernameyê de bandorên neyînî yên santralan ên li ser jîngehê, tenduristiya zindiyan û binesaziya sosyo-ekonomîk a herêmê hatin nîqaşkirin.

‘Wekî şewitandina gundên salên 90î ye’

Di panelê de ewilî Parêzer Ahmet Înan bal kişand ser xetereya koçberkirinê û got: “Cih û warên ku hûn bi sedan sal in lê sewalkariyê dikin û debara xwe pê dikin, ji destê we digirin. Cudahiya vê yekê ji şewitandina gundan û koçberkirina salên 90î nîn e. Tenê niha vê yekê di bin navê hiqûq û sermayeyê de dikin. Dema em dibêjin ‘koçberkirin’, em mezin nakin, rastî ev e. Ev proje mîna vîrusê ne. Heke li Gimgimê çend projeyên jeotermalê pêk werin, ew ê bi vê tenê nemînin. Şîrket niha berxwedana gel dipîvin. Heke hûn niha dengê xwe dernexin, ev proje wê bigihêjin hezaran û gav bi gav gund û malên we desteser bikin.”

‘Em ê jiyana xwe neterikînin’

Dû re Cemalettin Kuçuk jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku pirsgirêk ne tenê jeotermal e û got: “Wekî her derê Tirkiyeyê, li vê erdnîgariyê jî serê we di belayê de ye. Lê gelo ev tê wê wateyê ku em ê dev ji vir berdin û herin? Na, em ê jiyana xwe neterikînin.”

“JES hêlînên mîkroban in’

Pisporê Jeolojiya Tibî Eşref Atabey jî bal kişand ser xetereyên tenduristiyê û angaştên “refahê” yên şîrketan derewand. Eşref Atabey ev yek anî ziman: “Ev gotinên di raporan de tenê rêbazên îknakirina gel in. Germav û tesîsên jeotermalê mîna ‘hêlînên mîkroban’ in. Welatiyên ku ji bo şîfayê diçin van deran, nexweş dikevin. Di hewzên girtî de tebeqeyên rûnê kom dibin û ew av rasterast gefê li tenduristiya mirovan dixwe.”

Panel bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.

Etîket: ekolojîGimgimjesPanel
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Li gorî nirxên Amedsporê pîrozbahiyê li dar bixin

Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Li gorî nirxên Amedsporê pîrozbahiyê li dar bixin

25 ÎLON 2026
Li Pasûrê nerazîbûna madenê: Em ê xwedî li jingehê derkevin

Li Pasûrê nerazîbûna madenê: Em ê xwedî li jingehê derkevin

9 ÎLON 2026
Li Gimgimê ji bo 3 şehîdan şîn hatin danîn

Li Gimgimê ji bo 3 şehîdan şîn hatin danîn

25 TEBAX 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Qereqola Makîtan herêm di bin dûkêla tekeran de hişt

Qereqola Makîtan herêm di bin dûkêla tekeran de hişt

12 TEBAX 2026
Li Îzmîrê bûn dengê Gimgim û Kanîreşê: Ji JESê re NA!

Li Îzmîrê bûn dengê Gimgim û Kanîreşê: Ji JESê re NA!

11 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne