• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Gimgimê bi deh hezaran kes peyam da: Em dev ji axa xwe bernadin

Mûş / AW

24 NÎSAN 2026 - 14:44
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar ku di mitînga li dijî talana xwezayê de hate lidarxistin de axivî û got, “Vira wargeha berxwedanê ye, em nahêlin Gimgimê ji destê me bigirin. Em dê xwezaya xwe li dijî talanê biparêzin.”

Li navçeya Gimgima Mûşê, li dijî zêdebûna talana ekolojîk û projeyên Santralên Enerjiya Jeotermal (JES), bi dirûşmeya “Em xwedî li xwezaya xwe, ava xwe û axa xwe derdikevin” mîtîngek hat lidarxistin. Beriya mîtîngê bi tevlîbûna hezaran kesan meş pêk hat. Girseya gel bi pankart û dowîzan ji xaçerêya VEDAŞê heta ber avahiya şaredariyê meşiya. Di meşê de bênavber diruşmeyên “Bijî berxwedana Gimgimê”, “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.

Gel li dijî talanê meşiya

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel, parlamenterên DEM Partî û CHPê, nûnerên saziyên sivîl û gelek parêzvanên xwezayê beşdarî meşê bûn. Bi hezaran kesên ji bo parastina xweza û li dijî talanê meşiyan bi yek dengî soza parastinê û berxwedanê dan.

Peyama ji girtîgehê: Em serbikevin jîngeh ser dikeve

Di mîtîngê de nameya ku berxwedêra Akbelenê Esra Işik ji Girtîgeha Jinan a Şakranê şandibû hate xwendin. Işik di nameya xwe de silavên xwe ji berxwedêran re şandin û ev peyam şandin: “Dîtina yekbûna her kesî ji bo ax û gundên me, bi her tiştî re dibe. Em ê li dijî hemû xerabiyan û neheqiyan têkoşîna xwe geş bikin. Akbelen tê wateya jîngehê. Heke em qezenc bikin, wê jîngeh qezenc bike.”

‘Em nahêlin xwezaya me ji me bistînin’

Piştre Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî. Uçar bang kir ku li dijî talana xwezayê têkoşîn bê mezinkirin û wiha dewam kir: “Hûn xwedî li Gimgimê derdikevin, her bijîn. Dixwazin welatê me bêmirov bihêlin û me jî bêjîngeh. Em dizanin ku ev der warê berxwedan û têkoşînê ye. Em bi we re ne. Ev projeya JESê wê cihê me û xwezaya me ji me bigire. Şîrketa ji Amerîkayê hatiye dibêje ’em ê xwezaya we bigirin’. Gelo em ê bidin? Na. Gimgim a me ye.”

‘Sermaye wê paşve gav bavêje’

Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik jî anî ziman ku bi berxwedana gel wê sermaye mecbûrî paşve gav bavêje û got, “Yekitiya me hêviyê dide me. Silav ji bo hemû kesên ku li ber xwe didin. Em ê bi ser bikevin.” Parlamentera EMEPê ya Dîlokê Sevda Karaca jî bal kişand ser berxwedana li dijî şîrketan û Gimgim wekî sembola vê têkoşînê nirxand.

‘Parastina xweza parastina civakê ye’

Parlamenterên DEM Partiyê Sumeyye Boz û Ayten Kordu jî bal kişandin ser girîngiya parastina ekolojiyê û destnîşan kirin ku parastina xwezayê parastina jiyana azad û civaka demokratîk e. Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Kezban Konukcu jî diyar kir ku teslîmkirina axa wan ji bo şîrketa Amerîkî IGNISê, nîşan dide bê ka desthilat çiqas ‘xwecihî û neteweyî’ ye.

‘Em ê pergala talanker hilweşînin’

Aktivîsta TJAyê Sebahat Tuncel jî destnîşan kir ku zihniyeta baviksalar û dewletê êrişî ser ziman, nasname û xwezaya wan dike û wiha axivî: “Em ê ava xwe û xwezaya xwe biparêzin. Em ê jiyaneke nû ava bikin û vê pergala talanker hilweşînin.”

Mîtîng, piştî axaftinan bi gerandina govendê û berzkirina diruşmeya “Bijî berxwedana Gimgimê” bi dawî bû.

Etîket: Çigdem kiliçgun UçarGimgimSirri SakikXweza
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Pasûrê nerazîbûna madenê: Em ê xwedî li jingehê derkevin

Li Pasûrê nerazîbûna madenê: Em ê xwedî li jingehê derkevin

9 ÎLON 2026
Li Gimgimê ji bo 3 şehîdan şîn hatin danîn

Li Gimgimê ji bo 3 şehîdan şîn hatin danîn

25 TEBAX 2026
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêwîst e rêya ku Rêber Ocalan vekiriye bibe rêya me hemûyan

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêwîst e rêya ku Rêber Ocalan vekiriye bibe rêya me hemûyan

23 TEBAX 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Li Îzmîrê bûn dengê Gimgim û Kanîreşê: Ji JESê re NA!

Li Îzmîrê bûn dengê Gimgim û Kanîreşê: Ji JESê re NA!

11 TEBAX 2026
Festîvala Depê bi dîwana dengbêjan dest pê kir

Festîvala Depê bi dîwana dengbêjan dest pê kir

31 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne