• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Gever û Colemêrgê serdana goristanan kirin

Colemêrg / AW

6 HEZÎRAN 2025 - 10:03
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Li Colemêrg û Geverê serdana gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin ziyaretkirin û peyama mezinkirina têkoşîna wan hat dayîn.

Li Colemêrg û Geverê, bi boneya Cejna Qurbanê, bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Dayikên Aştiyê de gorên kesên ku di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin ziyaretkirin. Endamên partiyên siyasî û parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Parlak beşdarî serdana goristana Serê Solan a li Taxa Tekserê ya girêdayî navenda Colemêrgê bûn. Şandeya partiyê pêşî serdana gorên bêkesan û kesên ku di şer û pevçûnên di dîrokên cûda de jiyana xwe ji dest dane lê hatine veşartin kirin. Piştre, malbatên ku ji bo serdana goristanan hatibûn pêşwazîkirin û peyamên sersaxî û pîrozbahiyê hatin dayîn.

‘Em ê hêviyan wan bi aştiyê tacîdar bikin’

Parlamenter Vezîr Coşkun Parlak, li ser pêşketinên piştî “Banga Aştî û Civaka demokratîk” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û diyar kir ku ragihandina fesihkirina PKK’ê piştî banga Birêz Ocalan, ji aliyê tevahiya raya giştî ya cîhanê ve piştgiriyek mezin wergirt. Vezîr Parlak wiha got: “Gelê Kurd jî bi civîna li Rojava piştî kongreya PKK’ê yekîtiya xwe ya neteweyî nîşan da. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi saya kesên ku ji bo vê dozê canê xwe dan pêk hat. Em ê di vê pêvajoya dîrokî de berpirsiyariyê bigirin ser xwe û hêviyên hemû kesên ku me winda kirine bi aştî û azadiyê tacîdar bikin. Ez cejna hemû gelê Kurd û Rêberê wan pîroz dikim.”

Gever

Li navçeya Geverê jî goristanên li taxên Bajêrge (Akalın) û Ormanê hatin ziyaretkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznur Bartın û parlamenterê berê yê HDPê Sait Dede serdana goristana Bajêrge, Parlamenterê DEM Partiyê Onur Düşünmez jî serdana goristana taxa Ormanê kir. Li her du goristanan jî gorên kesên di şer û pevçûnên ku di têkoşîna azadiyê ya 50 salan a gelê Kurd de qewimîn de jiyana xwe ji dest dane yek bi yek hatin ziyaretkirin. Piştî serdanan, kesên ku hatibûn goristanê hatin pêşwazîkirin, cejnên wan hatin pîrozkirin û sersaxî ji wan re hat xwestin

Serdanên li her du bajaran jî bi rêzgirtinê û xwendina duayan bi dawî bûn.

Etîket: AFC ChampionshipColemêrgGeverVezîr Coşkun Parlak
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

6 COTMEH 2026
Qeyim li Colemêrgê tax bêav hişt: Kes guh nade gazincên welatiyan

Qeyim li Colemêrgê tax bêav hişt: Kes guh nade gazincên welatiyan

21 ÎLON 2026
Li Geverê nexweşxane heye lê bijîşk tune ne: Welatî banga çareseriyê dikin

Li Geverê nexweşxane heye lê bijîşk tune ne: Welatî banga çareseriyê dikin

19 ÎLON 2026
Bîranîna şehîdan ya li Colemêrgê bi serdanan didome

Bîranîna şehîdan ya li Colemêrgê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026
Li Colemêrgê bîranîna şehîdan dest pê kir

Li Colemêrgê bîranîna şehîdan dest pê kir

8 ÎLON 2026
Li Nehriyê çend mîrateyên giranbiha: Qesra Qayme, Qesra Kelat û Pira Bêgirdî

Li Nehriyê çend mîrateyên giranbiha: Qesra Qayme, Qesra Kelat û Pira Bêgirdî

8 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne