Amed – Hevşaredara Erxeniyê Bîrsen Azak Bayar û xebatkara Midûriyeta Polîtîkayên Jinan û Malbatê ya Şaredariyê derûnnas Sîbel Luzum da zanîn ku wan bostanê ku li navçeyê ava kiriye ne tenê ji bo hilberînê ye, bostan di heman demê de ji bo piştevaniya civakî û xurtkirina aboriya jinan e.
Li navçeya Erxeniyê ya Amedê bi pêşengtiya Şaredariya Erxeniyê û hewldana jinan “Bostana Bajêr ya Komuna Jinan” hatibû sazkirin. Şaredariya Erxeniyê xebata bostanê mîna lingekî girîng ê polîtîkaya xwe ya “Şaredariya Komunal û Ekolojîk” bi kar tîne. Ev bostan di çarçoveya avakirina modeleke aboriyê ya alternatîf û bêyî ku kes bibin navbeynkar rasterast diçin bazarê hatiye destpêkirin.
Li Bostanê berhemên wekî firingî, îsot, dolmik (kundir), bacanê reş, xiyar û rihanê bi rêbazên xwezayî hatine çandin. Di xebatên ku li bostan hatibûn destpêkirin de, berhevkirina berhemên ewil hate kirin û berhemên organîk rasterast gihiştin ser sifreyên welatiyan.
Şaredarî bi vê xebatê armanc dike ku bi rêya van bostanan ne tenê aboriyê di heman demê de zarokan û civakê bi ax û hilberîna xwezayî re di nav peywendiyekê de bihêle. Tora hilberînê ya ku bi Bostana Jinan dest pê dike, paşê bi rêya “Bazara Keda Jinan” digihîje asteke bazirganî û piştevaniyê.
Hevşaredara Erxeniyê Bîrsen Azak Bayar û xebatkara Midûriyeta Polîtîkayên Jinan û Malbatê ya Şaredariyê derûnnas Sîbel Luzum berhem û xebatên jinan ên li vir nirxandin û bal kişandin ser giringiya keda jinan, rêxistinkirina aboriyê û piştevaniya civakî.
‘Ev bostan berhem û keda jinan e’
Bîrsen Azak Bayar di destpêka axaftina xwe de kêfxweşiya xwe ya ji bo avakirina vê bostanî anî ziman û wiha got: “Li vir bostanê bajarê me heye. Keda jinan, keda axê û keda destan rastiya avakirina vî bostanî ye. Şaredariya me bi dirûşma ‘Şaredarî Komun e, Komun ji Şaredarî ye’ dest bi kar. Ev avahiya ku hat çêkirin jî berhem û keda jinan e. Jinên kedkar ên li hemû taxan hatin cemhev û bi keda xwe ev xebat meşandin. Fêkî, îsot, balican, firingî û xiyarên ku ji bo tirşiyê tên bikaranîn hemû bi keda jinan hatin çandin.”
‘Aboriya jinan û piştgiriya civakî’
Bîrsen Azak Bayar bal kişand ser zehmetiyên ku jin di jiyana rojane de pê re rû bi rû dimînin û xebatên şaredariyê yên ji bo piştgiriya jinan wiha rêz kirin: “Pênc hevalên me yên jin di vê xebatê de cih digirin. Di rewşa aborî û zehmetiyên jiyanê de me xwest ku em piştgiriya wan bikin. Şaredariya me ji ber derfetên kêm nikare hemû jinan bi cih bike, lê bi vê gavê me xwest em piştgiriyê bidin keda wan. Jin da ku li ser lingên xwe bisekinin û jiyana xwe ava bikin, ev gaveke destpêkê ye. Dahata ku ji vê bostanê tê bidestxistin, hemû dê ji hevalên me yên jin re bimîne.”
‘Xebateke berhemdar e’
Derûnnas Sîbel Luzum jî bal kişand ser aliyê piştevaniyê û xurtkirina jinan û wiha axivî: “Ev bostan di nav bajêr de cihê xebata jinan e. Xebateke berhemdar e ji çandiniyê heta avdanê, ji çinandinê heta firotina berheman jin bi hev re plan dikin û dimeşînin. Bi firotina van berheman re ji bo jinan dahatek tê afirandin. Jin di vê pêvajoyê de hem di hilberînê de rol digirin hem jî keda xwe bi dest dixin.”
‘Hem qada hilberîneê ye û hem jî azadiya aboriyê ye’
Sîbel Luzum destnîşan kir ku armanca projeyê ne tenê hilberîna sebze û fêkiyan e û ev yek anî ziman: “Em dixwazin di vê qadê de jin bibin yek, piştevaniya hev bikin, tecrubeyên xwe parve bikin û bi hev re xurt bibin. Em vê xebatê ne wekî projeyeke kurt dibînin; armanca me ew e ku di paşerojê de zêdetir jin di vê hilberînê de cih bigirin. Her wiha Şaredariya Erxeniyê Bazara Keda Jinan jî vekir ku jin karibin berhemên xwe pêşkêş bikin û bifiroşin. Em bawer dikin ku vegara li axê dê hem hilberînê hem jî serxwebûna aborî bi xwe re bîne. Ev bostan di heman demê de ji bo jinan cihê piştevanî û azadiya aboriyê ye.”

















