Amed – Endamê Sendîkaya Meclîsên Teqawidan a Amedê Mehmet Emîn Bel derheqê pirsgirêkên debarê yên teqawidan û astengiyên ku pê re rû bi rû dimînin de wiha got: “Heta ev pergal neyê guhertin, ne rewşa teqawîtan, ne jî ya kesên bi keda xwe dixebitin baş dibe.”
Li Tirkiyeyê di encama kûrbûna krîza aborî, bilindbûna enflasyonê; çîna ku herî zede bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimîne teqawît in. Li gorî daneyên saziyên fermî bixwe jî mûçeyên teqawîtan ku piranî di navbera 20-21 hezar lîreyan de maye, di bin sînorê birçîbûnê de ye. Di salên borî de dema ku welatiyek teqawît dibû, dikaribû pêdiviyên xwe bistîne; lê îro teqawît tenê ji bo xwarina rojane tevî temenê xwe yê mezin jî neçar dimînin ku di karên giran de bixebitin. Li gel tengasiya aborî, sîstema tenduristiyê jî ber bi taybetbûnê ve diçe; dermanên biha û astengiyên sîstema randevuyê barê teqawîtan hîn girantir dike. Li hemberî vê krîza kûr, xebat û hewldanên teqawîtan ên ji bo rêxistinbûna sendîkayî bi salan e bi astengiyên hiqûqî û dozên girtinê re rûbirû dimînin. Tevî van astengiyan jî sendîka û meclîsên teqawîtan, li dijî polîtîkayên mûçeyên kêm û astengiyan hewl didin zemînekî hevpar ê berxwedanê ava bikin. Rêxistinên teqawîtan bi hêza civakî ya belavbûyî tînin cem hev û destnîşan dikin ku guhertina vê pergalê tenê bi yekîtiya deng û hêza wan pêkan e.
Endamê Sendîkaya Meclîsên Teqawidan (EMS) a Amedê Mehmet Emîn Bel li ser krîza piralî, pirsgirêkên debarê û pêvajoya rêxistinbûna teqawîtên herêmê ji ajansa me re axivî.
‘Rewşa teqawîtan pir xedar e’
Mehmet Emîn Bel anî ziman ku çareseriya pirsgirêkên ku ew pê re rû bi rû dimînin rehet e û wiha got: “TUÎK jî ji xwe li gorî pergala wan e. Niha mûçeyê feqîriyê û yê birçîbûnê hene. Ji sedî 80yê kal û pîran, biniya 20-21 hezar pere distînin. Ji xwe ev mûçe têra tu kesî nake, têra yek kesî jî nake. Rewşa teqawîtan pir xedar e. Em teqawît li dijî vê desthilatdariyê bi hev re bixebitin. Em ji bo ku mafê xwe bi dest bixin, xebatên xwe dimeşînin. Yek divê vê sîstemê, vê pergalê nas bike. Ji bo xwe bizanibe teqawîtî çi ye. Berê dema ku tu teqawît dibûyî, ji bo xwe bi pereyê xwe dikarî xaniyekê an jî erebeyekê bikirî lê niha têra tiştekî nake.”
‘Divê ev pergal bê guhertin’
Mehmet Emîn Bel bal kişand ser zehmetiyên ku karkerên teqawid pê re rû bi rû dimînin û wiha domand: “Teqawidên ku hê jî dixebitin pirr in. Neçarin ku bixebitin. Divê di nav zarokên xwe de, di mala xwe de rûnin lê heger nexebite nikare debara mala xwe bike. Mûçeyê dewlet dide jî têr nake. Sîstema randevûyê û birîna pişka tevkariyê ya ji bo muayene û dermanan, xizmetên tenduristiyê ber bi sektora taybet ve birine û ev rewş teqawîtan neçar dike ku ji bo tedawiya xwe pereyên zêde bidin. Sîstema heyî ku li ser talan û zordestiyê ava bûye, bi navê bacê pereyan ji berîka teqawît û kedkaran dibire û wekî mûafiyeta bacê pêşkêşî holdîng û dewlemendan dike. Lê belê heke dahat bi edaletî li gorî keda gel bihata parvekirin, dê rewşa aborî ya teqawît û kedkaran pir baş bibûya. Ev pergal heta neyê guhertin, ne rewşa teqawîtan rast dibe, ne jî ya kesên bi keda xwe dixebitin rast dibe. Divê ev pergal bê guhertin.”
‘Heke hêza me hebe dê gotina me jî derbasdar bibe’
Mehmet Emîn Bel diyar kir ku ew wek endamên sendîkayê di navbera xwe de mesrefên sendîkayê di navbera xwe de çareser dikin û wiha pê de çû: “Li Amedê nêzîkî 400 hezar teqawîtên mîna me hene; em li rewşa wan dinêrin, ew her yek li kuçeyekê û li cîhekî ne. Heke em deng û hêza xwe bikin yek, wê dengê me hîn zêde derkeve; lê wekî hûn jî dibînin, niha em tenê çar-pênc kes li van deran amade ne. Hêza me hebe, wê gotina me jî derbas bibe. Hêza me tune be, bi vî awayî, gotina me jî derbas nabe.”
‘Aştî ji her şerî çêtir e’
Mehmet Emîn Bel bal kişand li ser pêvajoya heyî û ev yek got: “Aştî ji her şerî çêtir e, lê belê em bi çavê xwe nebînin ku aştî pêk hatiye em bawer nakin. Dema ku bawerî hebe û ew jî bixwazin, di rojekê de wê aştiyê pêk bînin. Divê aştî pêk were, em dixwazin ku her kes, mafê xwe bi dest bixe. Karker, teqawid û hemû xebatkar bigihîjin mafên xwe.”












