• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li dijî qetilkirina jinan meşiyan

Şirnex / AW 

1 TÎRMEH 2025 - 19:34
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
TJA, DBP, DEM Partî, Dayikên Aştiyê û saziyên sivîl ên Şirnexê li dijî qetilkirina jinan li navçeya Cizîrê meşiyan û bertek nîşanî qetilkirina jinan dan.

Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Dayikên Astiyê, Baroya Şirnexê, Malbata Sabahat Atabey a di van demên dawî de hat qetilkirin, saziyên sivîl ên Şirnexê û gelek kes li dijî qetilkirina jinan li Kolana Hunerê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê meşiyan. Girse li Kolana Hunerê kom bû û li wir heta Medresa Sor meşiya. Di meşê de pankarta “Kuştina jinan polîtîk e”, wêneyên jinên ku di demên dawî de li Şirnexê hatibûn qetilkirin û dovîzên “Jinên hatine qetilkirin raperîna me ne”, “Em ne di şînê de ne em di serhildanê de ne hatin hildan”. Girseyê bênavber dirûşmeyên, “Jin jiyan azadî”, “Destên dirêjî jinê dibin bila bişkên” û “Kuştina jinan polîtîk e” berz kirin.

Meş li ber deriyê Medreseya Sor bi dawî bû. Xwişka Sebahat Atabey, Emîne Gokçek di çalakiyê de axivî. Emîne Gokçekê bertek nîşanî qetilkirina jinan da û got: “Jin jiyan in. Divê jin neyên kuştin. Em kuştina jinan şermezar dikin.”

‘Li dijî qetilkirina jinan bi hers in’

Pişt re jî metna daxuyaniyê ji aliyê endama TJAyê Nafiye Geçgel ve hat xwendin. Nafiye Geçgelê anî ziman ku ew li dijî qetilkirina jinan bi hêrs in û wiha got: “Em dibînîn ku her roj li Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê jin rastî polîtîkayên tunehesibandinê û tundiyê tên. Di encama van polîtîkayên hişmendiya desthilatdariya mêran de her roj li devereke cuda, bi hincetên cuda geh ji aliyê hêzên ewlehiyê ve, geh ji aliyê mêran ve  jin tên kuştin.  Di 22yê hezîranê de li Silopiyayê Gulîzar Yildiz ji aliyê hişmendiya mêran ve hate qetilkirin. Kujerê Gulîzarê bi gotina; ‘Heger derdor mudaxaleyî min nekira min ê serê wê jî jêbikira’ destnîşan dike ka hovitî û tundiya li hember jinê çiqas bi awayekî dijwar tê meşandin. Di 26ê hezîranê de jî Sebahat Atabey li Edeneyê ji aliyê zihnîyeta mêran ve hate qetilkirin. Kuştina jinan bi vî awayî her roj bi şêwazeke sistematik berdewam dike. ”

‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’

Nafiye Geçgelê destnîşan kir ku polîtikayên bêcezahiştinê rê li pêşiya qetilkirina jinan vedike û xwest peymana Stenbolê bikeve meriyetê û tundiya li dijî jinan bê cezakirin. Nafiye Geçgelê bi lêv kir ku ew ê li dijî kuştina jinan têkoşîna xwe mezin bikin û ev tişt gotin: “Em ê keda jinê, hebûna jinê, reng û dengê jinê bi her awayî tevî hemû tundî û polîtîkayên qirkirinê, li her qadê û di hemû platform, sazî û dezgehan de biparêzin û geş bikin. Ji bo ku Sebahat bijîn em li vê qadê ne. Ji bo Gulîzar, Fîrdews, dayika Teybet bijî em li vê qadê ne. Ji bo kujerên jinan bê ceza nemînin em li vê qadê ne,. Ji bo parastina ked û nirxên jinê yên di nava civakê de bê dîtin em li qadê ne. Em careke din kujerê Sebahat Atabey û pergala li pişt vê hişmendiyê disekine bi tundî şermezar dikin, mehkûm dikin û rûreş dikin.”

Komîsyona Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê parêzer Emîne Ozdemîr û hevberdevka DÎSK Genel Îşê Siyajin Buruntekîn jî axivîn û bertek nîşanî qetilkirina jinan dan.

Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: CizîrJinmesqetilkirin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Nobeda Jin, Edalet û Bîrê: Wekhevî, azadî û ewlehî hat xwestin

6 COTMEH 2026
Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

23 ÎLON 2026
Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

31 TEBAX 2026
Li Amedê dê di 1ê Îlonê de meş bê lidarxistin

Li Amedê dê di 1ê Îlonê de meş bê lidarxistin

28 TEBAX 2026
Roja 2yemîn a bîranîna Cizîrê bi tevilbûna hezaran bi dawî bû

Roja 2yemîn a bîranîna Cizîrê bi tevilbûna hezaran bi dawî bû

27 TEBAX 2026
Gelê Nisêbînê bi meşê derbasî cihê bîranînê bû

Gelê Nisêbînê bi meşê derbasî cihê bîranînê bû

27 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne