• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li dijî êrişên zayendî meş: Faîl û kujeran neparêzin bila zarok bên parastin

Amed / AW

8 GULAN 2026 - 16:20
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li dijî êrişa zayendî li navçeya Pîranê meşek hate lidarxistin û daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Heke zarokek bi salan bi awayekî sîstematîk rastî êrişa zayendî were, li wir ne tenê faîlek heye; li wir saziyên ku wezîfeya xwe nakin û mekanîzmayên parastinê yên ku naxebitin hene.”

Li dibistaneke navîn a navçeya Pîrana Amedê derketibû holê ku Bekir Akbaba yê ku wekî xebatkarê paqijiyê li dibistanê dixebitî, li dijî xwendekarek 13 salî bi qasî du salan êrişa zayendî pêk aniye. Ev nûçe ji aliyê ajansa me ve bi raya giştî re hatibû parvekirin. Zaroka ku bi êrişa zayendî re rû bi rû mabû, di 25ê Nîsanê de rewş ji mamosteyê xwe re got û li ser vê yekê faîl Bekir Akbaba di 26ê Nîsanê de hate binçavkirin û girtin. Malbata zaroka 13 salî di 30yê Nîsanê de ji bo şopandina dozê serî li Baroya Amedê dabû. Piştî ku ev bûyer derket holê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li navçeya Pîranê li dijî êrişên zaynedî meşeke girseyî hate lidarxistin.

Meş bi dirûşma “Em bi hev re bi hêz in, em ê dengê xwe bilind bikin” pêk hat. Parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de gelek kes beşdarî meşê bûn. Girseya ku li navçeya DEM Partiyê kom bû heta Qada Çeşme ya navçeyê meşiya. Girseyê di meşê de pankartên “Bêdengiya li dijî îstîsmarê wîjdana civakê reş dike” , “Jinên ciwan dê hesabê bipirsin” û “Em bêdeng nabin, natirsin û îteat nakin” û dowîzên “Kuştina jinan polîtîk e” û “Ma pîya hêzdar ê” hilgirt û dirûşmên “Jin jiyan azadî” , “Ne mêran zarokan biparêzin” berz kir. Girseya ku gihişt Qada Çeşmeyê li vir daxuyanî da.

Endama Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Merve Oztûtûş daxuyanî xwend.

‘Mekanîzmayên parastinê yên ku naxebitin hene’

Merve Oztûtûş bal kişand ser polîtîkayên bêcezahiştinê û wiha got: “Heke zarokek bi salan bi awayekî sîstematîk bi êrişa zayendî re rû bi rû bimîne, li wir ne tenê faîlek heye; li wir saziyên ku wezîfeya xwe nakin û mekanîzmayên parastinê yên ku naxebitin hene. Her der ji bo zarokan veguheriye cihê sûcî. Divê saziyên peywendîdar dozên îstîsmarê bêyî lebe belê bi awayekî şeffaf lêkolîn bikin.”

‘Li Tirkiyeyê dibistan bûne cihê sûc, tacîz û îstîsmarê’

Dû re Hevberdevka Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Berîtan Guneş Altin jî axivî û bal kişand ser rewşa êrişên zayendî yên li Tirkiyeyê diqewimin û got: “Îro li her derê zarok tên îstîsmarkirin. Li Tirkiyeyê her roj dibistan dibin cihê sûc, tacîz û îstîsmarê. Em tu sûcên li dijî zarokan qebûl nakin. Mekanîzmayên pêwendîdar wezîfeya xwe nakin. Me ev yek di mînakên pitika bi navê Sila û Narîn Gûran de jî dît. Ser sûcên li dijî zarokan tê girtin. Divê cezayên herî giran werin dayîn ku car din sûcên wiha neyên kirin. Birêz Abdullah Ocalan jî ji ber vê yekê li ser sûcên li dijî zarok û civakê disekine.”

‘Li cihê ku divê herî ewle bin zarok tên îstîsmarkirin’

Pişt re Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî destnîşan kir ku bi van bûyeran bingeha ewlehiya civakê tê hedefgirtin û wiha got: “Ewlehiya civakê di bin hedefê de ye. Li cihên ku divê herî bi ewle bin, zarok tên îstîsmarkirin. Ev rewş encama rizîbûna civakî ye.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: Berîtan Guneş Altinêrişa zayendînavçeya PîranêPlatforma Saziyên DemokratîkSerhat Eren
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Li ber Wezaretê bang kirin: Rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe

6 COTMEH 2026
Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

6 COTMEH 2026
Platforma Saziyên Demokratîk: Darvekirinên li dijî gelê Kurd demildest rawestînin

‘Divê em li dijî şerê taybet bi rêxistinî tevbigerin’

1 COTMEH 2026

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026
Wanî: Keştiya Serokatî bi bawer e û li benda gel e

Konfenransa Ziman: Divê zarok ji zimanê xwe dûr nekeve

28 HEZÎRAN 2026
Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî: Divê bajarên azad bên avakirin

‘Em ê destkeftiyan bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadiyê biparêzin’

8 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne