Enqere – Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin di hevdîtinên pêşniyar qanûna ji bo Kizilayê de bal kişand ser cudekariya Heyva Sor a Tirkiyeyê li dijî Kurdî û ji Heyva Sor a Tirkiyeyê (Kizilay) pirsî: “Hûn ê kesên winda bêyî cudakariyê bikin bigerin an na? Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê bi salan e zarokên xwe digerin.”
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin di hevdîtinên pêşniyar qanûna ji bo Heyva Sor a Tirkiyeyê (Kizilay) de li Desteya Giştî ya Meclisê axivî. Berîtan Guneş Altin bi lêv kir ku Kizilay veguheriye saziyeke bazirganiyê û ji nasnameya xwe ya alîkariya dûr ketiye.
Berîtan Guneş Altin bi bîr xist ku Kizilayê di dema erdheja 6ê Sibata 2023yan de kon firotibûn û wiha got: “Mexdûrên erdhejê ku li dijî vê yekê derketin jî rastî pêvajoya edliyê hatin. Kizilay alikariyan li gor berjewendiyên siyasî bikar tîne. Hûn naxwazin xîzaniyê bi dawî bikin lê dixwazin xîzaniyê bi rê ve bibin. Hûn dixwazin li ser xîzaniyê ranteke bi dest bixin. Em jî li dijî xîzaniyê têdikoşin.”
Berîtan Guneş Altin bal kişand ser cihekariya li dijî Kurdî û ev tişt vegot: “Yên di dema şer de li Sûriyeyê dihatin Tirkiyeyê ji bo wan xizmetên Erebî dihat dayîn lê ji bo penaberên Kurd xizmeta Kurdî nedihat dayîn. Saziyeke alîkariya mirovî dike rêgeza wê ya pêşîn cihekariyê neke lê helwesta Kizilayê ya bi vî rengî pirsgirêkeke mezin e.”
Berîtan Guneş Altin destnîşan kir ku divê kesên di dema şer de jiyana xwe ji dest danê ji bo wan lêgerîneke bê kirin û wiha axivî: “Hûn ê bêyî cudakariyê bikin kesên winda bigerin an na? Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê bi salan e zarokên xwe digerin. Li Kilyosê yên ku bi awayekî bêkes hatine veşartin divê radestî malbatên wan bên kirin.”













