• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Colemêrgê ev nezî 2 meh in ava vexwarinê şêlû diherike

Daristan Pala / AW

30 NÎSAN 2026 - 08:19
Kategorî: MANŞET, TENDURISTÎ
A A
Colemêrg – Li Colemêrga bi av û kaniyên xwe ve tê naskirin ev nêzî du mehan in pirsgirêka ava paqij tê jiyîn. Welatiyên ji ber ava şêlû û qirêj neçar dimînin ava vexwarinê bi pereyan bistînin diyar kirin ku ev rewş tenduristiya wan dixe xeteriyê.

Li Colemêrga ji ber berfa zêde dibare çem û kanî pir in, her der şîn e. Lê mixabin di nav vê dewlemendiyê de welatiyên Colemêrgê nikarin ji avên şebekeyê ava paqij vexwin. Bi destxistina avê paqij mafeke bingehîn e û rêveberiyên xwecihî bi dabînkirina ava paqij re erkdar in. Herwiha vexwarina ava şêlû û qirêj be, ev ji bo tenduristiya welatiyan bi xwe re xeteriyan tîne. Dîsa ji ber ava qirêj welatî neçar dimînin ku ava hazir bistînin.

‘Hikûmet, partiyên siyasî û rûspiyan bêxwedî hiştin’

Welatî Hebîp Memetoglû diyar kir ku Colemêrg bi salan e bêxwedî hatiye hiştin û wiha got “Çem, av û kaniyên Colemêrgê ewqas zêde ne ku têra bajarekî wekî Stenbolê dikin. Lê mixabin, îro em ji bo avê diçin kaniyên li derve, diçin ser çem û sulavên zozanan da ku avê ji bo xwe bînin navenda bajêr. Colemêrg ji aliyê hikûmetê, partiyên siyasî û rûspiyan ve bêxwedî hatiye hiştin. Ava ku niha diherike, şêlû ye û ji ber ku ji dol û zozanan bi rengekî qirêj diherike, tenduristiya gel dixe xeteriyê. Heke wisa berdewam bike, di nava deh rojan de dê gel tev nexweş bikeve. Çareserkirina vê pirsgirêkê ne bi mesrefên mezin,lê bi xwedîderketin û xebatê pêkan e.”

‘Avên Colemêrgê kêm bûne û yên heyî jî qirêj in’

Welatî Sadullah Besî bal kişand ser pirsgirêkên rêveberiyê û zehmetiyên bidestxistina ava paqij û wiha ev tişt gotin: “Avên Colemêrgê kêm bûne û yên heyî jî qirêj in. Şaredarî di destê qeyûm de ye û ew jî xelkê Colemêrgê nas nake. Em nizanin ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê serî li ku derê bidin û daxwazê bikin. Avên qirêj ên ji herêmên çolter diherikin tevlî ava vexwarinê dibin û kaniyên bajêr qirêj dikin. Em neçar dimînin ku ava vexwarinê bi pereyan ji derve bikirin.”

Li Colemêrga warê kaniyan e av nîn e

Huseyîn Apaydin jî dîyar li gel hebûna ewqas çavkaniyên avê, pirsgirêka avê paqij nakokiyeke mezin e û got: “Av hema bêje qet nayê. Gava tê jî pirsgirêkên wê zêde ne. Colemêrg bi kaniyên xwe yên vexwarinê dewlemend e û îsal jî ji ber barîna berf û baranê av pir zêde ye. Lê belê, ez nizanim çima ev av nagihije Colemêrgê. Em nikarin ava li malê vexwin, ji ber ku her tim şêlû û herî ye. Ji ber vê yekê em her tim ava xwe ji derve dikirin.”

Etîket: Ava qirêj û şêlûavê kirînbêxwedîColemêrgtenduristî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

6 COTMEH 2026
Qeyim li Colemêrgê tax bêav hişt: Kes guh nade gazincên welatiyan

Qeyim li Colemêrgê tax bêav hişt: Kes guh nade gazincên welatiyan

21 ÎLON 2026
Bîranîna şehîdan ya li Colemêrgê bi serdanan didome

Bîranîna şehîdan ya li Colemêrgê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026
Li Colemêrgê bîranîna şehîdan dest pê kir

Li Colemêrgê bîranîna şehîdan dest pê kir

8 ÎLON 2026
Li Nehriyê çend mîrateyên giranbiha: Qesra Qayme, Qesra Kelat û Pira Bêgirdî

Li Nehriyê çend mîrateyên giranbiha: Qesra Qayme, Qesra Kelat û Pira Bêgirdî

8 ÎLON 2026
Keskîn Bayindir: Ocalan navê Kurdan di qanûnan de bi cih kir

Keskîn Bayindir: Ocalan navê Kurdan di qanûnan de bi cih kir

3 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne