• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Çemçemal, Helepçe, Koye û Hewlêrê piştgiriya Rojava

Navenda Nûçeyan / AW

25 ÇILE 2026 - 16:09
Kategorî: ROJANE
A A
Li Başûrê Kurdistanê mamoste û xwendekar ji bo piştgiriyê bidin Rojava li gelek bajaran daketin qadan. Kampanya alîkariyê ya ji bo Rojava jî her roj zêde dibe.

Gelê li Başûrê Kurdistanê, ji bo piştgiriya bi Rojava re bi rojan e li qadan e. Gel bi çalakiyan û qampanyayên alîkariyê ji bo piştgiriyê bi gelê Rojava re bike, seferber bûye. Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê duh bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ji bo piştgiriya bi Rojava re wê îro li dibistanan di dersên destpêkê de qala berxwedana Rojava û mijara yekîtiya neteweyî ya Kurd bê kirin. Ji roja destpêkê ya berxwedana li Rojava û vir ve li zanîngehan çalakiyên girseyî têne lidarxistin. Li aliyê din, welatiyên dilxwaz, rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî kampanyayên xwe yên ji bo alîkariyê bênavber dewam dikin.

Li Çemçemal dîroka Kurdan hate vegotin

Li dibistanên bajarokê Çemçemal waneya yekem li ser piştgiriya Rojava, netewe û dîroka gelê Kurd veqetandin û mamosteyan bi xwendkaran re dîroka gelê Kurd, têkoşîn û berxwedana Rojavayê Kurdistanê nîqaşkirin.

Xwedekaran pêşengeh vekir

Li Dibistana Seretayî ya Sîrwan a Helebçeyê weke li dibistanên din di dersa destpêkê de mijara berxwedana Rojava hate nirxandin. Xwendekaran bi baldariyeke mezin li dersê guhdarî kirin. Mamosteyan
qala girîngiya berxwedanê kirin.

Pêşengeha şoreşê hate vekirin

Her wiha li Helebceyê pêşangehek bi navê ‘Kezî’ hat vekirin. Di tabloyan de keziyên şervanên jinên Kurd hatin xêzkirin û nîşandan. Jinan gotin: Keziyên li ser tabloyan şeref û rûmete ku dijminan xwestin bi wan me biêşînin. Lê me bi kampanyek herî mezin karî devê dijminan bêdeng bikîn.” Li Dibistana Ehmed Muxtar Caf ya li Helebceyê pêşangehek hunerî hat vekirin. Di pêşangehê de tabloyên ku li ser keziyên şervanên jinên Kurd û berxwedana şervanên Rojava nîşan didan, hatibûn xêzkirin.

Xwendekaran dijminên Kurdistanê naskirin

Li navçeya Koye ya Hewlêrê li Lîseya Gomeşîn Şêxan bi dirûşma “Rojava û Rojhilatê Kurdistanê yek welat” xwendekaran berxwedana Rojava silav kirin. Mamosteyan di çalakiyê de bal kişandin ser êrişên çeteyên dewleta Tirk, DAIŞ û HTŞê û girîngiya hişmendiya neteweyî ya xwendekaran destnîşan kirin.

Li Hewlêrê çalakiya xwendekaran

Hîndekar û xwendekarên Zanîngeha Polîteknîk a Hewlêrê ji bo piştgiriya bi Rojava re çalakî lidar xistin. Di çalakiyê de ji her kesî hate xwestin ku ji bo piştgiriya bi Rojava re bikevin nava liv û tevgerê.

Silêmanî û Germiyan alîkariyê kom dikin

Li Zanîngeha Silêmaniyeyê, ji bo alîkariya bi Rojava re kampanya alîkariyê ya ji bo 5 rojan hate destpêkirin. Li Îdareya Serbixwe ya Germiyanê bi navê “Germiyan bi hawara Rojava ve digihêje” kampanya alîkariyê hate destpêkirin. Serokê Zanîngeha Silêmaniyê ragihand ku ew îro ji bo Rojavayê Kurdistanê kampanyayek alîkariyê didin destpê kirin û wê 5 rojan dewam bike. Li Başûrê Kurdistanê piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê dewam dike, divê çarçoveyê de zanîngeha Silêmaniyê kampanyayek alîkariyê da destpê kirin.

Serokê Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Kosar Mihemed bi daxuyaniyek çapemeniyê despêkirina kampanyayê ragihand. Dr. Kosar wiha axivî: “Em îro kampanyaya alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê radigihînin û wê 5 rojan dewam bike. Wê li kampa nû û kevin ya zanîngehê, herwiha zanîngeha teknîkî ya Silêmaniyê, kampa zanîngeha Çarçira û Peymangeha Teknîkî ya Silêmaniyê alîkarî bên komkirin.” Serokê Zanîngeha Silêmaniyê bang li hemû welatî, mamosta, xwendevan û karmendan kir ku tevlî kampanyayê bibin da ku alîkariyek ji bo Rojava were dayîn.

 

 

Etîket: Başurê KurdistanêBerxwedana RojavaRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne