• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Brukselê li dijî sûcên şer dadgeha gel ava dikin

Navenda Nûçeyan /AW

16 ÇILE 2025 - 11:17
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêxistinên navneteweyî ULB, MAF-DAD, ELDH, IADL, KNK û Enstîtuya Kurd a Brûkselê, dê li dijî sûcên şer ê ku li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatiye, li Brûkselê dadgeha gel ava bikin.

Li Sûriyeyê piştî hilweşandina rejîma Baasê ya 61 salî, nediyariya li herêmê dewam dike. Di pêvajoya ku hêzên herêmî û navneteweyî li ser Sûriyeya nû nîqaş dikirin de, Dewleta Tirk û komên girêdayî wê dest bi êrîşa herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Dewleta Tirk, bi rêya çeteyan Til Rifat û Minbic dagir kir. Li herêmên dagirkirî, şer û sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin. Mirovên sivîl tên revandin, destavêtin û komkujî tên kirin.

Bi Şoreşa Rojava re êrîşên Dewleta Tirk a bi rêya DAIŞ û komên bi çek destpê kirin û didome. Di encama berxwedana hêzên YPJ/YPG’ê de çeteyên DAIŞê têk çûn. Lê Dewleta Tirk bi çeteyên SMOyê yên ji bermahiyên DAIŞê hatine avakirin re van êrîşan didomîne. Bi tevlêbûna van koman Girê Spî, Serêkaniyê û Efrîn dagir kirin. Ev herêm bi walîtiyên Kîlîs û Rihayê ve hatin girêdan. Tevî ku ev sûcên dewleta Tirk kiriye bi belge û delîl in jî saziyên navneteweyî yên pêwendîdar vê rastiyê jinedîtî ve hatin û ti ceza nedan Dewleta Tirk.

Dadgeha gel ava dikin

Li paytexta Belçîka Brûkselê di 5-6’ê Sibatê de, Tirkiye ji ber sûcên kiriye wê li Dadgeha Gel a Rojava li L’Unîversîtê libre de Bruxelles (Zanîngeha Azad a Brukselê – ULB) bê darizandin. Rûniştina dozê wê li Salona Dersê ya Aula QA ya li Kampusa Etterbeek a zanîngehê pêk were. Ji bo rûniştinê parêzer, rojnamevan û aktîvîstên mafên mirovan ên ku bi sûcên navneteweyî re mijûl dibin, hatin vexwendin. Pêşengiya vê organîzasyonê Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, parêzerên ku sûcên dewleta Tirk dişopînin, Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan û her wiha rêxistinên mafên mirovan dikin.

Dadgeh ji aliyê ULB, MAF-DAD (Association for Democracy and İnternational Law) ELDH (European Association of Lawyers for Democracy and World Human Rights), IADL (International Association of Democratic Lawyers), Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Enstîtuya Kurd a Brûkselê ve tê destekkirin.

‘Aramiya li herêmê dikin hedef’

Di nameya vexwendinê de hat destnîşankirin ku gelê Kurd, Ereb, Êzidî û Xiristiyan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, bi rêgezên demokratîk li ser esasê wekheviya zayendî, cihêrengiya çandî û edaleta civakî bi hev re dijîn. Di nameyê de hate diyarkirin ku ev modela li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet piştî sala 2018’an bû hedefa êrîşên leşkerî yên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê Artêşa Millî ya Sûriyeyê û hate gotin ku van êrîşan atmosfera aştî û aramiyê ji holê rakiriye.

Sûcên li herêmê hatin kirin

Di nameya vexwendinê de sûcên ku dê dadgeh lêkolîn bike wiha hatin rêzkirin:

-Bi zanabûn sivîl qetilkirin
– Rojnamevan û siyasetmedar sûîqastê hedef girtin.
– Hedefgirtina binesazî û avahiyên ku ji aliyê sivîlan ve ji bo mayîndekirina jiyana xwe tên bikaranîn. (Dibistan, nexweşxane, elektrîk, gaz, petrol û stasyonên avê. Stasyona Avê ya Elûkê ku avê dide 1 mîlyon mirovên li Hesekê, bû hedefa êrîşên dewleta Tirk).
– Bikaranîna çekên qedexekirî (di êrîşên dagirkereiyê de fosfora spî hate bikaranîn).
– Êşkence û mûameleyên nemirovan e.
– Ji ber nasnameya çandî, etnîkî û olî sivîl revandin û mûameleyên xirab kirin.
– Li dijî Kurdan bi awayekî sîstematîk zext û dîke kirin.
– Bi darê zorê koçberkirin ( Li Efrîn, Serêkaniyê û herêmên din sivîl dane koçberkirin).
– Li dijî jinan bi awayekî sîstematîk zext, kuştin û destavêtin.
– Ji bo têkbirina pêkhateya civakî hedefgirtina pêşengên jin û parêzvanên mafên jinan.
– Wêrankirina cihên pîroz û mîrateyên çandî yên Êzidiyan.
Nameya vexwendinê ji aliyê Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Ewropayê Medya Abdah, ji MAF-DAD’ê Heîke Geisweîd û ji ELDH’ê Ceren Ûysal ve hat îmzekirin.

Bernameya dadgehê

Roja 1’emîn: 5ê Sibata 2025an
09:00- 09:30: Qeydkirin û rûniştina pêşî
09:30- 09:45: Danasîna endamên dadgehê
09:45- 10:15: Axaftina vekirinê ya dozgeriyê
10:15- 12:30: Rûniştina yekemîn a dozê
Saet 13:30-15:00: Rûniştina 2yemîn a dozê
15:15- 17:50: Rûniştina 3yemîn a dozê
Roja 2’yemîn: 6ê Sibata 2025an
09:00- 09:30: Amadekirina roja 2yemîn
Saet 09:30- 10:30: Rûniştina 4emîn (têkildarî sûcên hatine kirin)
10:50- 12:30: Rûniştina 5emîn a dozê
Saet 13:30-15:00: Rûniştina 6emîn a dozê
15:00- 15:30: Axaftina girtinê ya dozgeriyê
15:30- 16:00: Di çarçoveya hiqûqa Tirkiyeyê de hesabpirsîn û analîza hiqûqî
16:00- 17:30: Mûzekereyên dadgehê
17:30- 18:00: Encamên destpêkê

Etîket: BelçikaBruksel.DadgehDAIŞdewleta TirkEfrîn Girê SpîMSOşersûc
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
Pezeşkiyan îdîa kir ku wan êrişî herêmên cîran nekirine

Pezeşkiyan: Qedandina şer girêdayî DYAyê ye

25 ÎLON 2026
Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

18 ÎLON 2026
Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Amerîka û Îsraîlê tu temînat nedane Kurdan

Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Amerîka û Îsraîlê tu temînat nedane Kurdan

12 ÎLON 2026
‘Hacer û hevalên xwe nehişt DAIŞ bikeve Kobanê’

‘Hacer û hevalên xwe nehişt DAIŞ bikeve Kobanê’

1 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne