• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Brukselê civîna lêkolînkirina rewşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan / AW

25 ÇILE 2026 - 15:27
Kategorî: ROJANE
A A
Duh nûnerên partî û rêxistinên siyasî, çalakvan û kesayetên Rojhilat li Navenda KNKê ya li Brukselê Civîna Lêkolîna Rewşa Niha ya Îran û Rojhilatê Kurdistanê lidar xistin.

Di 24ê Çileya 2026an de nûnerên partî û rêxistinên siyasî, çalakvan û kesayetên Rojhilat li Navenda Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya li paytexta Belçîka Brukselê Civîna Lêkolîna Rewşa Niha ya Îran û Rojhilatê Kurdistanê lidar xistin. Encanmeya civînê bi daxuyaniyekê hate ragihandin.

Daxuyaniya têkildarî civînê:

“Em wek nûnerên partî û rêxistinên siyasî, hejmarek çalakvan û kesayetên Rojhilatê Kurdistanê û her wiha Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ku di vê civînê de amade bûn, xemgîniya mezin û hêrsa xwe li dijî zêdebûna tundiyê li Îran û Kurdistanê radigihînin.”

Daxuyanî ji bo bo tundiya Îranê jî dibêje:

“Di çend hefteyên borî de, rejîma Îranê bi kuştina berfireh, girtina girseyî, militarîzekirina herêman û bi qutkirina sistematîk a rêyên têkiliyê bi derveya welêt, zordariya xwe li hemû welatiyên Îranê zêde kir. Herêmên cuda yên Kurdistanê û Îranê bûne hedefa tundiya dewletê.”

Ji bo yekîtiyê jî daxuyaniyê wiha got:
“Di van demên biryardar de, yekîtiya Kurdî pêdiviyeke pêwist û neçariye. Belavbûna navxweyî û têkçûna rêzê hêza bersivdayîna gelê Kurd li dijî krîzên mezin bi giranî lawaz kiriye. Em wek beşdarên vê civînê, ji hemû partî û rêxistinên Kurdistanê, bi taybetî yên li Rojhilata Kurdistanê, daxwaz dikin ku berî bûyerên biryardar, berpirsiyariya komelî bikin ser bingehê hemû çalakiyên xwe.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Rojava jî hat nirxandin û mijar wiha anî ziman:
“Di heman demê û wek Rojhilatê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê jî bi xetereyekê mezin re rû bi rû ye. Ligel rêzgirtin û nirxdayîna hevgirtina giştî ya gelên hemû parçeyên Kurdistanê, beşdarên civînê li ser xetereya hebûna tecrûbeya Rojava hişyarî didin. Bê guman, hilweşandina tecrûbeya serkeftî ya Rojava dê ji bo netewa Kurd karesateke mezin be û di heman demê de têkçûnek ji bo berpirsiyariya cîhanî. Lê di dawiyê de, ya ku li Rojava tê xuyakirin, ji bo Rojhilat jî ders û têgihiştinên stratejîk ên giran dihewîne.”

Li gorî van rastiyan van pêşniyarên pratîk pêşkêş dikin:

* Hewldanên ciddî û bi lez ji bo pêşxistina hevkariyê di nav partiyên Rojhilat de, heta asta yekgirtinê û çêkirina hêzeke parastinê ya hevpar,

* Çêkirina mekanîzmayeke lezgîn a hevrêziyê di nav aktorên siyasî yên Navenda Diyalogê de ji bo sazûmanîkirina vê navendê,

* Çêkirina şaxên “Navenda Dîyalogê” li derveyî Herêma Kurdistanê, bi taybetî li Ewropayê,

* Xurtkirina torên medyayê yên Kurdî û bi taybetî hewldana ji bo damezrandina medyayeke giştî û berfireh a nepartî,

* Hewldanên lezgîn ji bo lidar xistina konferansekê li ser Rojhilatê Kurdistanê, bi beşdariya hemû hêzên siyasî, rêxistinên civakî û çalakvanan,

* Hewldana ji bo çêkirina platformeke siyasî ya fireh bi navê “Navenda Biryardanê” yan jî navek din a wisa, ji bo girtina berpirsiyariya biryardanê li ser hemû mijarên bingehîn ên siyasî û dîplomatîk ên Rojhilat,

* Hewldana ji bo rêxistinkirina aksiyoneke gel a hevpar li Ewropayê bi bangdana Navenda Diyalogê û bi beşdariya Kurdên hemû parçeyên Kurdistanê ji bo piştgirîkirin û berbiçavkirina îradeya siyasî ya gelê Rojhilat,

* Çêkirina bingeheke daîmî ji bo diyaloga berdewam di nav partiyan, ronakbîran û civaka sivîl de li hemû parçeyên Kurdistanê,

* Hewldana ji bo înîsiyatîfeke cîhanî ya hevrêz ji bo çalakî û dîplomasiya li ser pirsgirêka Kurdî

* Rêxistinkirina piştgirî û hevgirtinên cîhanî li ser Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê.

Netewa Kurd li ber deriyê guherînekê dîrokî de ye. Tenê yekîtî, diyalog û çalakiya hevbeş rêyên rizgarbûnê, parastina rûmetê û pêkanîna pêşerojeke adil in.”

Etîket: KNKRojhilatê Kurdistanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KNK: Yekkirina hêzên pêşmergeyan bibe bingeha geşkirina yekrêziya Kurdan

KNK: Yekkirina hêzên pêşmergeyan bibe bingeha geşkirina yekrêziya Kurdan

22 ÎLON 2026
Li Rojhilatê Kurdistanê 14 kes hatin binçavkirin

Li Rojhilatê Kurdistanê 14 kes hatin binçavkirin

18 ÎLON 2026
KNK: Divê hesab ji berpirsên sûc û binpêkirinên li Rojava were pirsîn

KNK: Divê hesab ji berpirsên sûc û binpêkirinên li Rojava were pirsîn

13 ÎLON 2026
DYAyê li Grava Larkê xist Îranê bersiv da

DYAyê li Grava Larkê xist Îranê bersiv da

31 TEBAX 2026
KNKê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

KNKê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

30 TEBAX 2026
Rejîma Îranê bi mûşekan êrîşî baregeha Komele kir

Rejîma Îranê bi mûşekan êrîşî baregeha Komele kir

11 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne