• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Aydinê ji bo şervanê YPGê Şerzan Sason şîn hat danîn

Aydin / AW

29 ADAR 2026 - 20:36
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Ji bo şervanê YPGê Şerzan Sason li navçeya Soke ya Aydinê şîn hat danîn û mewlûd hat xwendin. Di merasîmê de peyama “Em deyndarê şehîdên xwe ne” hat dayîn.

MEBYA-DERa Egeyê û DEM Partî ya Aydinê, ji bo şervanê YPGê Şerzan Sason (Îsmet Atalay) ku di 18ê çileya 2026an li Eyn Îsayê jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Sokeyê ya Aydinê şîn hat danîn û mewlûd hat xwendin. Li cihê şînê pankartên ku wêneyên Şerzan Sason li ser bûn hatin daliqandin.

Tevî Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmut Dîndar; Dayikên Aştiyê, DEM Partiyê yên bajar û navçeyên Îzmîr û Aydinê, Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine ya Egeyê (MEBYA-DER EGE), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER), Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avesta, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî beşdarî şînê bûn. Bername bi xwendina mewlûdê dest pê kir. Piştre bi deqîqeyek rêzgirtinê berdewam kir û dirûşmeyên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

‘Ji bo hemû malên Kurdan spartî bin li ber xwe da’

Di serî de xwişka Şerzan Sason, Naîme Atli axivî û diyar kir ku şehîd şehîdê hemû gelê Kurd e û got: “Berî 11 salan ji mala me derket û ji bo hemû malên Kurdan spartî li ber xwe da. Serê her kesî sax be, serê hemû gelê Kurd sax be.”

‘Edî azadî û serkeftin her demê bêtir nêzî me ye’

Piştre Dayika Aştiyê Feyruze Kurt sarsaxî ji malbatê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd re xwest û got: “Mazlûm Dogan 3 darikên kibrîtê vêxistin. Mahsûm Korkmaz fîşeka ewil teqand û îro îradeyeke me ya ku gihîştiye mîlyonan heye. Êdî azadî û serkeftin ji her demê bêtir nêzî me ye.”

‘Ne komploya 15ê Sibatê bi ser ket, ne jî ya li ser Rojava’

Hevserokê MEBYA-DERê yê Egeyê Mikaîl Atan jî anî ziman ku Şerzan Sason ne şehîdê ewil e lê ew bawer dike ku dê bibe yê dawî û got: “Em hemû ji cihên cuda yên Kurdistanê ber bi vir ve hatin sirgûnkirin; xwestin me li her derê belav bikin û bihelînin. Lê me ev yek şikand û di her şert û mercî de yekîtiya xwe ava kir. Îro em hîn jî ji bo xwedîderketina li şehîdên Kurdistanê li vir, li Aydinê tên cem hev. Tu kesî texmîn nedikir ku ev tevgera ku bi rê ketîye, dê bi vî rengî li Kurdistanê reh berde. Di demeke nêz de bi komployeke mîna ya 15ê Sibatê, êrîşeke navneteweyî birin ser Rojava. Lê hemû dinyayê careke din dît ku ne komploya 15ê Sibatê bi ser ket, ne jî ya li ser Rojava. Divê neyê jibîrkirin ku ya ku hişt em ji van komployan rizgar bibin, bedelên ku şehîdên me dane bi xwe ne.”

‘Divê em li pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk xwedî derkevin’

Hevserokê DEM Partiyê ya Aydinê Husnu Taş jî diyar kir ku ew di şexsê Şerzan Sason de li ber hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî xwe ditewîne û got: “Serê me hemûyan û serê Rêber Apo sax be. Dost û dijmin her kes bila baş bizane ku hema bêje hemû Kurdan ji bo ziman, çand, hebûn û doza xwe bedelên mezin dane û her tim amade ne bedelan bidin. Li her bihosta axa Kurdistanê xwîna birayên me û zarokên me heye. Ev têkoşîn bi hêsanî nehat van rojan û bi hêsanî jî nagihe encamê. Divê em vê baş bizanibin û ji bo têkoşînê bêtir bixebitin. Xwediyê vê partîyê em in; divê em vê baş bizanibin û mil bidin milê hev. Di vê çarçoveyê de divê em xwedî li pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derkevin.”

‘Heger Serokatî nebûya îro kurd tunebûn’

Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Mahmut Dîndar diyar kir ku 2000 kîlometre dûrî Kurdistanê xwedîderketina gel a li nirxên xwe pir bi qîmet e û destnîşan kir ku Kurd deyndarê şehîdên xwe ne û hêvî dike ku ev pêvajoya hatiye destpêkirin dê aştiyê bîne Tirkiye û Kurdistanê û got: “Aştî û azadî herî zêde heqê me ye. Çimkî ji bo aştî û azadiyê, zarokên me di bin şert û mercên giran de li çiyayên Kurdistanê têkoşiyan. Ev pêvajoya ku hatiye destpêkirin bi keda zarokên me hat bi dest xistin. Em ê bi ser bikevin û em bi ser dikevin jî. Em hêvî dikin ku di demeke nêz de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî azad bibe û em ê bi hev re wî pêşwazî bikin. Gav bi gav em ber bi xeyalên şehîdên xwe ve diçin. Divê em vê pêvajoya ku Serokatiyê daye destpêkirin baş fêm bikin. Ji bo qirêjkirina pêvajoyê gelek polîtîka tên meşandin, divê em van fêm bikin û li gorî wê helwestekê nîşan bidin. Em dizanin ku ya em gihandine van rojên aştiyê rêxistinbûyîna me û Serokatî ye. Heger Serokatî nebûya, îro Kurd tunebûn.”

 

Etîket: AydinmewlûdŞerzan sasonşînYPG
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Cenazeyê xwarziyê Abdullah Ocalan hat veşartin

Cenazeyê xwarziyê Abdullah Ocalan hat veşartin

19 TEBAX 2026
Otomatik taslak

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026
YPJê têkildarî entegrasyonê û danûstandinên bi Şamê re daxuyanî da

YPJê têkildarî entegrasyonê û danûstandinên bi Şamê re daxuyanî da

4 TEBAX 2026
Li Stenbolê ji bo Çaginli û Ozmaya şîn hat danîn

Li Stenbolê ji bo Çaginli û Ozmaya şîn hat danîn

2 TEBAX 2026
Ege dişewite: Şewatên daristanan didomin

Ege dişewite: Şewatên daristanan didomin

1 TEBAX 2026

Li Misircê 12 cangorî bi girseyî hatin bibîranîn

1 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne