Ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê yên Amedê li eywana dawetê ya Geterler a navçeya Rezanê, di roja seyemîn a bîranînê de mewlûd hate dayîn.
Di Pêşengtiya Komeleya Yekîtî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Amedê de ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê ya Kurd ên di cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li eywana dawetê ya Geterler a li navçeya Rezan a Amedê bîranin tê lidarxistin. Di roja seyemîn a bîranînê de ji bo cangoriyan mewlûd hate dayîn. Malbaten cangoriyan, parlamenterên DEM Partiyê, endam û reveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên civakî û bi hezaran kes tev li bernameya bîranînê bûn. Li ser maseyan wêneyên cangoriyan û gul hatin danîn. Li eywanê pankartên “Şehîd Namirin” û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.
Di bîranînê de ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê bi tevlibûna hezaran welatiyan mewlûda Kurdî hate xwendin. Piştî xwendina mewlûdê teberikên mewlûdê hatin belavkirin. Bîranîn dê bi nîşandana sînevîziyonê axaftinan bi dawî bibe.













