• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Amedê serdema ‘Nanê Gel’ dest pê dike: Bufeyên nan tên sazkirin

Amed / AW

5 HEZÎRAN 2026 - 13:58
Kategorî: CIVAK
A A
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku welatî bikaribin bi bihayê guncav xwe bigihînin nan, dest bi sazkirina bufeyên “Nanê Gel” kir.

Xebatên avakirina bufeyên “Nanê Gel” a ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Karên Fenê ve li Taxa Bagcilar a navçeya Rezanê tê birêvebirin, ber bi dawiyê ve diçin. Dê li 43 cihên bajêr sazkirin û montaja bufeyên “Nanê Gel” dest pê kir. Tesîs bi makineyên otomatîk û teknolojiya herî dawî hat xemilandin û pîvanên hîjyenê di asta herî jor de hatin girtin.

Di rojê de dê 100 hezar nan were hilberandin

Kargeha “Nanê Gel” a ku li ser qadeke girtî ya 4 hezar û 500 metrekare hat avakirin, dema dest bi fealiyetê bike di gava yekem de dê di rojê de 40 hezar nan hilberîne. Tê armanckirin ku di pêvajoya pêş de ev kapasîte bigihîje 100 hezar nanî. Bi vê kapasîteya xwe ev tesîs dê bibe yek ji navendên giring ên hilberînê yên Amedê.

Nan dê bi bihayê guncav bigihîje ber destê welatiyan

Nanê ku di tesîsê de tê hilberandin, di serî de ji bo welatiyên ku dahata wan kêm e û ji bo hemû gelê Amedê bi bihayê herî guncav bê pêşkêşkirin. Belavkirina nanan dê li bufeyên “Nanê Gel” ku li çar aliyên bajêr tên sazkirin bê kirin.

Dê bibe fersenda kar ji bo 100 kesî

Bi destpêkirina xebata vê tesîsa modern re, dê ji bo nêzîkî 100 kesî derfeta îstîhdamê çêbibe. Tê payîn ku tevî personelên ku dê di bufeyên “Nanê Gel” de bixebitin re ev hejmar hîn bêtir bibe.

Li 43 cihên bajêr bufe tên danîn

Di vê çarçoveyê de li navçeyên Sûr, Bajarê Nû, Peyas û Rezanê li 43 xalên diyarkirî bufeyên “Nanê Gel” tên danîn.

Li cihên ku bufe lê bên danîn ev in:

Sûr: Deriyê Rihayê, Qada Şêx Seîd (Deriyê Çiyê), Balikçilarbaşi, Gundê Kabê, Palûkê û Tilelo

Bajarê Nû: TOKÎ Uçkûyû 1, Taxa Fabrîkayê, Sanayiya Organîze (Taxa Al), Taxa Çelîk Evler, 450 Evler, Toplû Konût Seyrantepe, Taxa Cumhuriyetê (Seyrantepe), derdora Kolana Hunerê, derdora Saziya Goşt û Masî ya li Taxa Şehîtlikê an jî Parka Kirmizi, kêleka Stada Kevin û Ben û Sen.

Peyas: 500 Evler, rawestgeha Çeşmeyê ya Gazîlerê, Mizgefta Bedîûzzaman a Dîclekentê, li hemberî Zarokîstanê, Taxa Hûzûrevlerî, rawestgeha dawî ya Hûzûrevleriyê, ketina Otogara Navçeyê, Peyas Yenîyol, xaçerêya piştî Wînstonê, Kolana Tekelê û Bazara Hanîmellerê.

Rezan: Oglakli 1, Oglakli 2, Oglakli 3, Oglakli 4, derdora Nînovayê, derdora Kûrûçeşmeyê, kêleka Lîseya Ataturk a Kevin (li hemberî Petrola Oryilê), kêleka îstasyona benzînê ya li pişt TMOyê, quncikê mizgeftê yê li pişt Goristana Alîpinarê Korxet, Baglar Dortyol-Nexweşxane, derdora Parka Sari, nîvê Kolana Sakaryayê (li pişt Lokantaya Ozlemê), quncikê jor ê Zindana Amedê, ser rêya ku ji DÎSKÎyê diçe Hala Nû, pişt Salona Dawetê ya Zana û derdora Kolana Aram Tîgran.

Etîket: Nanê GelSaredariya Bajare Mezin a AmedeSerokatiya Daîreya Karên Fenê ya Şaredariya Amedê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

1 COTMEH 2026
Ji Şaredariya Amedê kursên pirzimanî

Ji Şaredariya Amedê kursên pirzimanî

2 ÎLON 2026
Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

30 TEBAX 2026
Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

20 TEBAX 2026
Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna 5ê Hezîranê cihê bîranînê ava dike

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna 5ê Hezîranê cihê bîranînê ava dike

18 TEBAX 2026
Li Bîstanên Komunê yên jinan berhemên ewil hatin çinîn

Li Bîstanên Komunê yên jinan berhemên ewil hatin çinîn

13 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne