• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
27 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nûçegihanê Ajansa Berûyê 2 roj in di binçavan de ye

    Nûçegihanê Ajansa Berûyê 2 roj in di binçavan de ye

    Îranê bi dronê êrîşî Koye kir

    Îranê bi dronê êrîşî Koye kir

    Neviyê Şêx Seîd, Hasan Basrî Firat li sirgûnê koça dawî kir

    Neviyê Şêx Seîd, Hasan Basrî Firat li sirgûnê koça dawî kir

    Nûçegihanê Ajansa Berûyê 2 roj in di binçavan de ye

    Li Wanê şewat: 2 xebatkar hatin rizgarkirin

    Kuştina welatparêz Mûsa Tan li benda ronîkirinê ye

    Kujerê Mûsa Tan hate girtin

    Heyeta ÎHDê serdana çar girtîgehan kir: Tecrîd û binpêkirinên cidî hene

    Heyeta ÎHDê serdana çar girtîgehan kir: Tecrîd û binpêkirinên cidî hene

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nûçegihanê Ajansa Berûyê 2 roj in di binçavan de ye

    Nûçegihanê Ajansa Berûyê 2 roj in di binçavan de ye

    Îranê bi dronê êrîşî Koye kir

    Îranê bi dronê êrîşî Koye kir

    Neviyê Şêx Seîd, Hasan Basrî Firat li sirgûnê koça dawî kir

    Neviyê Şêx Seîd, Hasan Basrî Firat li sirgûnê koça dawî kir

    Nûçegihanê Ajansa Berûyê 2 roj in di binçavan de ye

    Li Wanê şewat: 2 xebatkar hatin rizgarkirin

    Kuştina welatparêz Mûsa Tan li benda ronîkirinê ye

    Kujerê Mûsa Tan hate girtin

    Heyeta ÎHDê serdana çar girtîgehan kir: Tecrîd û binpêkirinên cidî hene

    Heyeta ÎHDê serdana çar girtîgehan kir: Tecrîd û binpêkirinên cidî hene

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kurê Şêx Seîd, di bin îşkenceyê de parastina kurdbûnê kiriye!

Navenda Nûçeyan

6 TÎRMEH 2026 - 10:58
Kategorî: FORUM, MANŞET
A A
Di belgeyên darizandina kurê Şêx Seîd, Şêx Selahedîn de ku cara yekemîn bi rêya Rojnameya Azadiya Welat tên weşadin, tê dîtin ku Şêx Selahedîn di bin îşkenceya dewleta tirk de parastina kurdbûnê kiriye.

Piştî darvekirina Şêx Seîd kurê wî Şêx Selahedîn derbasî Rewandiza rojhilatê Kurdistanê dibe. Ji wir jî derbasî başûrê Kurdistanê dibe û li wir bi kesayetên di nav Xoybûnê de cih digirin re têkilî datîne. Dewleta tirk ji van têkiliyên ku di pêvajoya serhildana Agiriyê de bi pêş dikevin ditirse, ji ber vê yekê li dijî kesayetên wek Şêx Selahedîn dest bi operasyonan dike. Şêx Selahedîn li derdora Erziromê bi hevalên xwe re tê girtin. Tê zanîn ku Şêx Selahedîn 12 salan di girtîgeha dewleta tirk de dîl tê girtin.

Derbarê darizandin û îfadeyên Şêx Selehadîn her çiqas hin agahî di rojnameya Cumhuriyetê de hatibin parvekirin jî, agahiyên heyî heta niha ji aliyê dewletê ve hatibûn veşartin.

Akademîsyen û nivîskar Dr. Îsmet Konak hin belgeyên ku nepeniya wan di 10ê tîrmeha 2025an de hatin rakirin de ji rojnameya Azadiya Welat re şandin. Ev belgeyên fermî yên darizandina Şêx Selahedîn cara yekemîn bi rêya rojnameya Azadiya Welat hatin weşandin.

Ev belgeyên ku bi rêya Dr. Îsmet Konak rojnameyê karibû xwe bigihînine, careke din rûyê herî tarî û qirêj ê ‘Dadgehên Enqereyê’ ku li dijî kurdan wekî amûreke qirkirina hiqûqî û polîtîk dihatin bikaranîn, radixin ber çavan.

Li gorî belgeya ku di 22yê tîrmeha 1930î de ji aliyê misteşarê serokwezîriyê ve hatiye îmzekirin, rûniştinên Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê yên derbarê Şêx Selahedîn û hevalên wî bi awayekî veşartî hatine kirin.

Di belgeyên heyî de diyar dibe ku di navbera serfermandariya artêşê û wezareta dadê de veguhastina agahiyan pir zêde pêk hatiye. Ev dane jî nîşan didin ku darizandin ne darizandineke hiqûqî ye bi hincetên leşkerî û polîtîk hatiye birêvebirin.

Di destpêka dadgehê de dadger di nasandina Şêx Selahedîn dibêje ‘Salahattin bini Şih Sait’. Ev danasîn her çiqas wek nasandineke jirêzê xuya bike jî ev rewş di rastiyê de tirsa dewletê ya ji nasnameya malbatê û mîrateya serhildana 1925an e.

Pergala ku herikîna dadgehê rasterast radestî serfermandariya arteşê kiriye, xwestiye bi vê rêyê tirsê bixe dilê civaka kurd û tola berxwedana neteweyî hilîne. Van belgeyên ku pirsên dadger û îfadeyên Şêx Selahedîn tê de cih digirin, ji bo ronîkirina wê demê belgeyên girîng in. Şêx Selahedîn di lêpirsîna dadgehê de ji bo îşkenceya ku lê hatiye kirin wiha dibêje: “Di bin çavan de piyên min hatin kelebçekirin û min di hucreyên sar de hiştin. Polîsan bi vê îşkenceyê tiştên ku wan digot xwestin bi min bidin qebûlkirin.” Şêx Selahedîn bi vê sekna xwe rê li ber arşîvkirina îşkenceya ku lê hatiye kirin vekiriye.

Di encama van belgeyên ku dertên holê de diyar dibe Şêx Selahedîn li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta tirk hewl dide ku kurd li ser nasnameya xwe bi pêş bikevin. Dema dadger pirsa çima we xwestiye komeleya kurdan vebikin û çima we mohr li ser navê xwe derxistiye Şêx Selahedîn bê tirs parastina kurdbûna xwe dike. Tevî îşkenceya ku lê hatiye kirin jî dibêje ji ber em kurd in me xwestiye komeleya me hebe û em karibin çand û zimanê xwe bi pêş ve bibin.

Yek ji mijarên girîng jî ew e li mohra hatiye amadekirin azade hatiye nivîsîn. Şêx Selahedînê ku bavê wî ji ber daxwaza Kurdistana azad hat bidarvekirin di mehkemeyê de parastina kurd û kurdbûnê dike. Lê ji bo heman aqûbet neyê serî wî dibêje ‘bi vê mohrê armanca me ne Kurdistaneke serbixwe ye Kurdistaneke serbest e’. Di dadgehê de her çiqas ev îfade hatibe dayîn jî dema mirov li têkiliyên ku piştî darvekirina Şêx Seîd bi pêş ketine dinihêre dibîne ku hewldan ji bo azadiya Kurdistaneke serbixwe hatine dayîn.

Di nav têkoşîna wî ya şexsî de têkiliyên wî yên organîk bi Xoybûnê re tune bin jî di belgeyên heyî de tê dîtin ku di dema li Başûr bûye bi kesayetên di nav Xoybûnê de cih digirin re têkiliyên wî xurt bûne. Her wiha tê zanîn ku birayê wî Şêx Elî Riza di nav Xoybûnê de cih girtiye. Dîsa Şêx Selahedîn di îfadeyên xwe yên heyî de dide zanîn ku wî piştî darvekirina bavê xwe Şêx Seîd li dibistana leşkerî perwerde dîtiye û ji ber nexweşîna xwe neçar maye ku dev ji perwerdeya leşkerî berde.

Dr. Îsmet Konak li ser belgeyên aîdê darizandina Şêx Selahedîn û armanca hewldanên wan ên heyî bal kişand ser vê xalê: “Ji destpêka belgeyan heta dawî dema mirov li pirs û bersivên ku hatine dayîn dinihêre dibîne ku derbarê dîn ti tiştek nîne. Ev rewş jî derdixe holê ku ne hewldana Şêx Seîd ne jî hewldana zarokên wî ne şerîet e. Jixwe di polîtîkaya dewletê ya wê demê de jî tê dîtin ku li ser serhildana Şêx Seîd li derveyî Tirkiyeyê û hundirê Tirkiyeyê polîtîkayên cuda hatine meşandin. Tirkiye ji bo piştgiriya Moskovayê werbigire dibêje serhildana ji aliyê Îngilîstan û Fransayê ve tê fînansekirin, li Ewropayê jî dibêje ev serhildan şerîetparêz e. Axir di belgeyan de jî dertê holê ku armanc ne şerîet e.”

Di heman îdafeyan de dibêje ku Talat Bey (rayedarê hikûmetê) ‘ji min re gotiye dê ji bo malbata we ef bê û hûn ê bikaribin vegerin’. Dema mirov li van îfadeyan dinêre dibîne ku malbata Şêx Seîd piştî darvekirina wî ji nêz ve hatine şopandin. Jixwe dema behsa tevgerên Şêx Selahedîn ên li Başûr û Bakur tê kirin, tê dîtin ku hikûmeta demê ji potansiyela serhildaneke nû çiqas ditirse. Dîsa dema mirov li xebatên Şêx Selahedîn û têkiliyên wî yên bi kesayetên wek Yûsif Hemo Koyûncû, Maqsûd Axa, Cemîl Beg, Dr. Şukru Beg û Arîf Şewkî û hin têkiliyên wî yên li Amed û Erziromê daniye dinêre dibîne ku hewldana rêxistinbûneke xurt heye.

Dewleta tirk ku ji serketina serhildana Şêx Seîd ditirsiya û ji ber vê yekê neçar kir ku serhildan pêşwext pêk bê û têk biçe bi tirseke mezin hewl daye pêşî li têkiliyên ku di nav kurdan de bi pêş dikevin, bigire. Ji ber vê tirsa xwe ye ku hewldanên malbata Şêx Seîd şopandine û ji bo bertek di nav gel de bi pêş nekevin darizandina wan jî bi awayekî veşartî pêk aniye. Di encama doza ku li Erziromê berdewam kiriye de Şêx Selahedîn û hevalên xwe bi cezayê girtîgehê re rû bi rû mane. Di destpêkê de dadgeh 15 sal cezayê giran dide Şêx Selahedîn lê di dewamê de dibêje dema ku ‘sûc’ pêk hatiye (avakirina Cemiyeta Kurdistana Şîmal) temenê wî di bin 21ê de bûye ji ber vê yekê cezayê wî daxistine 12 sal û 6 mehan. Piştî birîna ceza wî û hevalên wî (birayê wî Şêx Ehmed jî di nav de) şandine girtîgehê.

Yek ji kesayetê ku bi Şêx Selahedîn re tê girtin Sadî Axa ye. Akademîsyen û nivîskar Dr. Îsmet Konak derbarê Sadî Axa ku tê darvekirin, ev tişt aniye ziman: “Sadî Axa ji ber hevkariya xwe ya bi Şêx Selahedîn û potansiyela xwe ya piştgiriya serhildana Agiriyê tê cezakirin. Piştî 12 salan li girtîgehê dimîne ku cezayê wî li ber qedandinê ye Îsmet Înonu wî li girtîgehê dibîne. Îsmet Înonu ku Sadî Axa bi cil û bergên kurdî dibîne dixwaze ku ew cilên kurdî derbixe. Lê Sadî Axa li dij daxwaza Înonu derdikeve. Înonu ji der dora xwe re dibêje ev kî ye, yên li der dora wî, wî didin nasîn. Îsmet Înonu hem ji ber cil û bergan û hem jî ji ber nasnameya wî dibêje ‘bi dar ve bikin vî kuçikî’ li ser vê daxwaza Înonu Sadî Axa di sala 1942yan de tê bidarvekirin.”

Dewleta tirk jixwe piştî darvekirina Şêx Seîd malbata wî ji nêz ve şopandiye lê yek ji hinceta ku Şêx Selahedîn hatiye girtin banga Xoybûnê ye ku ji gelê Colemêrgê re kiriye. Ev belge jî yek ji wan belgeyan e ku nepeniya wan nû hatiye rakirin.

Di destpêka banga Xoybûnê de tê gotin ku kurd û tirk di nav şer de ne û di vî şerî de nastûrî jî piştgiriyê didin kurdan. Ev dane ji bo zelalkirina têkiliyên gelan ên bi hev re û polîtîkaya kurdan a di tifaqan de, belgeyeke balkêş e.

Di heman belgeyan de gelê kurd li dijî hevkariya bi dewleta tirk re bi van gotinan tê hişyarkirin: “Aqûbeta wan kesan ku di serhildana Şêx Seîd de ji hikûmetê re dilsoz man bînin bîra xwe, bêguman we ji rûdanan îbret girtiye.” Ev hişyarî diyar dike ku Xoybûn hewl dide hişmendiya kurdbûnê di nav gel de bi pêş bixe û rê li ber hevkariyên cuda bigire.

Banga Xoybûnê ya tevlîbûna şer û nederxistina astengiyên li dijî çalakiyên ku dê pêk bên, dide nîşandan ku hewl tê dayîn şer bi piştgiriya gundan/gundiyan pêk bê. Jixwe di dawiya bangê de tê xwestin ku ev bang li her kesî were belavkirin.

Yek ji xalên herî stratejîk ên leşkerî ku di belgeya bangê de cih digire jî ew e ku tê xwestin xetên telgraf û telefonê ji holê werin rakirin. Ev rêbaz ji bo birîna ragihandina navbera navend û qadê û lawazkirina operasyonên leşkerî yên dewletê hatiye bikaranîn.

Di aliyê stratejiyê de ku şer dê çawa bimeşe, bi gotina pêşiyan a ‘gur ji roja bimij hez dike’ hatiye diyarkirin.

Etîket: doza kurdŞêx SeîdŞêx Selahedîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Neviyê Şêx Seîd, Hasan Basrî Firat li sirgûnê koça dawî kir

Neviyê Şêx Seîd, Hasan Basrî Firat li sirgûnê koça dawî kir

27 TÎRMEH 2026
Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

29 HEZÎRAN 2026
‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

29 HEZÎRAN 2026
KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

29 HEZÎRAN 2026
Komeleya Şêx Seîd: Mîrateya wan bûye bingeha têkoşîna azadiya gelê me

Komeleya Şêx Seîd: Mîrateya wan bûye bingeha têkoşîna azadiya gelê me

29 HEZÎRAN 2026
Li Qada Şêx Seîd nobeta ji bo Rojava didome

Li Qada Şêx Seîd nobeta ji bo Rojava didome

27 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Kujerê Nîzamettîn Kalkan li Almanyayê hat binçavkirin

    Kujerê Nîzamettîn Kalkan li Almanyayê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tayîp Temel: Heke qanûn di Tebaxê de derkeve divê di Îlonê de jî têkeve pratîkê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li navenda Şirnexê agir bi daristanê ket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rotînda: Şehadeta Hozan Serhad windahiyeke pir zû û mezin bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji nivîskarên Kurd bang: Tecrîdê bi dawî bikin, deriyên diyalogê vekin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bîra Stranan’ ji weşanxaneya Meymanê derçû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nexşa nasname, xweîfadekirin û tenduristiyê ya jinan: Deq

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevdîtinên gel ên Rihayê: Ji gundan heya taxan siberoja xwe ava dikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji DEM Partiyê daxuyanî: Êriş ne li dijî Tesîsa Şaredariya Amedê pêk hatiye HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Erxeniyê Bostanê Komuna Jinan: Ji bo xurtkirina aboriya jinan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (685)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne