• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Kovara xêzeroman a ‘Bajar’ dest bi weşanê dike

Ugur Dînler /AW

11 ADAR 2026 - 10:16
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Amed – Kovara wêne-roman a Bajar îro dest bi weşanê dike. Edîtorê kovarê Dogan Guzel da zanîn ku dê ev kovar ziman û xêzê bîne ba hev wiha got: “Daxwaza me ew e ku xwendina Kurdî û hunera xêzê di nav Kurdan de winda nebe.”

Kovara “Bajar” a ku dê di banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê were çapkirin, pirzimanî û xêzê di nava xwe de dihewîne. Kovar dê hêjmara xwe ya yekemîn bi ceribandina zaravayên Kurmancî û Soranî yên Kurdî dest bi weşanê bike. Heke hejmara Soranî rastî eleqeyeke mezin were dê çapkirina bi Soranî berdewam bike. Kovar dê mehê carekê wek dîjîtal were çapkirin.

Edîtorê kovarê Dogan Guzel têkildarî weşan, amadekarî û naveroka kovarê axivî.

‘Xebat ji bo hemû Kurdan e’

Dogan Guzel destnîşan kir ku kovar bi şêwaza wêne-roman a hunerî û kevnar dê were weşandin û derbarê mijarê de wiha axivî: “Ev huner li Ewropa û Amerîkayê hatiye pêşxistin û tê naskirin. Lê belê ev huner di nav me Kurdan de kêm e. Em dikarin vê yekê ji bo Kurdên li Rojava, Rojhilat û Başûr çêkin. Me hejmara ewil bi zaravayê Soranî jî derxist. Lê em ji ber aliyê xwe yê teknîkî nikarin bi zaravayê Soranî bidomînin ji ber ji aliyê teknîkî ve zehmet e. Lewma me hejmara ewil wekî mînak derxist. Heke xelkê me yê Soran li Başûr û Rojhilat bixwazin, em ê karibin tecrubeyên xwe bi wan re parve bikin. Ev yek bi taybetî ji bo xelkê Bakur pêwîst e. Ji ber xwendina Kurdî hîn jî zehmet e. Zimanê rojnameyan û ajansan ji bo wan giran e. Anku milet naxwaze bixwîne. Lê eger wêne û karîkatur habin, bi Kurdî be û tenê bi Kurdî bi dest bikeve, Tirkî nebe wê baştir bibe. Ji ber ku xwendina wê hêsantir e. Ew ê ji vir dest pê bikin.”

‘Em dixwazin bi xwendina Kurdî ev huner berbelav ’

Dogan Guzel diyar kir ku destpêkirina kovarê ya Kurdî ji bo zarokan ciheke taybet e û wiha got: “Heke dibistan tune bin, kreş û hwd. tune bin ku ji xwe kêm in, cihê destpêkirinê li gorî min divê ev der be. Me jî ev yek kir hêvî û armanc. Naxwe ji bo xwendinê fêdeya xêzeroman û karîkaturan gelek e. Em dixwazin ew kêmasiya ku me dîtiye, bi tiştekî wiha temam bikin. Ne ji sedî sed be jî, qet nebe bila dest pê bikin. Daxwaza me ew e ku bi xwendina Kurdî û ev huner di nav Kurdan de winda nebe. Helbet ev kar dem digire, ji ber ku ji bo destpêkê dem û ked pêwîst e. Niha destpêka xwendina Kurdî ji bo xelkê me ku dibêjin ‘akademîk e’ giran tê û gel ditirse ku dest bi xwendinê bike. Ev xebat dikare wê tirsê bişkîne. Anku dikare bibe sedem ku ew tirs ji holê rabe, da ku ev kovar rol û rista xwe temam bike. Ji ber ku bi wêne û çîrok e. Wisa xuya dike ku heke milet ji xwendinê netirse piçek şansê heye. Heger bibe dibistanek ji bo nivîskarên nû, ev ji bo me serkeftineke mezin e.”

‘Em li ser bisekinin, ez bawer im dê encameke baş derkeve’

Di dawiya axaftina xwe Dogan Guzel anî ziman ku ev dem ne wekî berê ye, medyaya dîjîtal gelek bandor li ser kovarên bi vî rengî kiriye û wiha pê de çû: “ Berê li cem Tirkan jî xêzeroman pir bûn, lê niha ew kovar jî kêm bûne. Ji ber ku medyaya dîjîtal û tiştên wiha cihê wan girtine. Di vî wextî de ev tişt kêm in. Heger ev çend xêzeroman û karîkatur jî tune bin, ew ê biqedin. Wêne-roman şansekî wisa ye, em li ser wê hinekî israr dikin. Ku bazar hebe, dibe ku mirovên nû wê bibînin, bixwazin vî karî bikin, werin û hîn bibin. Ji bo mirovên ku dixwazin vî karî bikin, derfet wê çêbibe, ev îhtîmalek e. Heke ciwanên bajêr vî karî bibinin, hîn bibin, bikin û ji me re bişînin êm ê bi vî awayî zêde bibin. Me nû dest pê kiriye, ji aliyê teknîkî ve pirsgirêkên me hene, naveroka me hê ne pir xurt e, dem lazim e. Hêdî hêdî wê baştir bibe, fikra me baş e. Ez bawer dikim ku ev pêngav wê bandroa xwe li ser xwendinê bike, destpêkek be û tirsê nexwendinê bişkîne. Lê tiştekî nû ye. Ez nizanim em ê çiqas pêş ve biçin, çiqas baş çêbikin û wê bi çi pirsgirêkên teknîkî re rubiru bimînin. Em ê van hemûyan di pêşerojê de bibînin. Lê piçek sebir hebe û em li ser bisekinin, ez bawer im ku dê encameke baş jê derkeve.”

Etîket: Dogan GuzelKovara BajarKovara wêne-romanSaredariya Bajare Mezin a Amede
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

20 TEBAX 2026
Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna 5ê Hezîranê cihê bîranînê ava dike

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna 5ê Hezîranê cihê bîranînê ava dike

18 TEBAX 2026
Li Bîstanên Komunê yên jinan berhemên ewil hatin çinîn

Li Bîstanên Komunê yên jinan berhemên ewil hatin çinîn

13 TEBAX 2026
Hejmara Kovara Bajar a Tîrmeh û Tebaxê derket

Hejmara Kovara Bajar a Tîrmeh û Tebaxê derket

7 TEBAX 2026
Hem hîn bûn û hem jî konser li dar xistin

Hem hîn bûn û hem jî konser li dar xistin

1 TEBAX 2026
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê zarokan bi hunerê re tîne cem hev

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê zarokan bi hunerê re tîne cem hev

25 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne