Hejmara Mijdarê ya Kovara Bajar a ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi Kurmancî û Dimilkî tê amadekirin, hate weşandin.
Hejmara Mijdarê ya Kovara Bajar a ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi Kurmancî û Dimilkî tê amadekirin, hate weşandin. Di hejmara nû ya kovarê de ku weşangeriya bi zimanê zikmakî û xêzeromanê tîne cem hev, xeyala klûba Amedsporê ku ji navên navdar ên wêjeya Kurdî pêk tê, bi xetên Îmam Cîcî zindî dibe.
Kovara dîjîtal a 29 rûpelî ku edîtoriya wê ji aliyê afirînerê karakterê Qirix Dogan Guzel ve tê kirin, naverokên ku ji Amedsporê heta wêjeya Kurdî, ji zimanê siyasî ê mîzahê heta macareyên nû yên xêzeromanê pêşkêş dike.
Di hejmara Mijdarê de, xeyala klûba Amedsporê ya ku ji navên navdar ên wêjeya Kurdî pêk tê, bo ser rûpelên xêzeromanê tê guhastin. Xebata ku bi xetên Îmam Cîcî zindî dibe, futbol û wêjeyê tîne cem hev.
Di hejmara nû ya Kovarê de her wiha xêzeromanên Eşref Mumcu yên bi navê “Mehlûqatên Eşref”, yên Dogan Guzel yên bi navê “Remazanê Çaycî” û “Keko” û ya bi navê “Dedektîfên Kuçeyên Teng Zilkîf” bi macareyên xwe yên nû cî digirin.










